civak/jiyan

  • Xizmên Windayan: Osman Bûlûttekîn li ku ye? 

    Şaxa ÎHD û Xizmên Windayan, aqûbeta Osman Bûlûttekîn ê di sala 1995’an de li navçeya Pasûrê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn.

  • Li Efganistanê jinên rojnamevan di hedefê de ne 

    Jinên rojnamevanên Efganistanê yên li gel hemû zehemtiyan jî di karê xwe de bi israrin dibêjin: “Di bingehê van hemû pirsgirêkan de deshilata heyî ya dijminiya jinan dike ji pêşketina jinan ditirse. Ji ber dizane bi zanebûn û pêşketina jinan re civak jî pêşdikeve. Divê em jin jî li hemberî zehemtiyên tê jiyîn gav pajde navêjin, ger em di ya xwe de bi israrbin dê deshilata heyî nekare dengê azadiya ramanê bitepisîne.”

  • “Ev Salek e ez ne dikarim destê xwe bidim kurê xwe ne jî hembêz bikim” 

    Mihan Turan bal kişand ser zehmetiyên ku di girtîgehên Tirkiyeyê de tên jiyîn û bal kişand ser şert û mercên bi pandemiyê re hîn bêtir zor bûne û ev tişt pirsî: "Ji ber vê nexweşiyê salek e hevdîtinên vekirî nehatine kirin, dîtin li paş camê ne. Ez ne dikarim destê xwe bidim kurê xwe ne jî dikarîm hembêz bikim. Ma di vê dinyayê de ji bo dayikêk ji vê bi êştir û xirabtir çi heye?”

  • “Mala min topbaran kirin û keriyek pezê min kuştin” 

    Hûsa Ehmed a ku ji zaroktiyê de li gundê Til El-Leben dijî, topbarana mala xwe ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve û çawaniya kuştina keriyê pezê xwe nirxand û da zanîn ku ew ji xweliyê jiyana nû diafirînin. Her çiqas dagirker wan qetil bikin jî ew ê ji nû ve bijîn tevî ku malên wan hilweşandin lê wan ji nû ve ava kir. Ev ax axa dapîrên wan e."

  • Ji bo zarokên xwedî pêdawistiyên taybet pola xwendinê 

    Rêxistina Xwedî Pêdawistiyên Taybet a Helepçe polek yê havînê ji bo zarokên xwedî pêdawistiyên taybet vekiriye û têde waneyên xwendin, derunî û civakî didin.

  • Jinan ji ber nexweşiya koronayê demên zor û zehmet derbas kirin 

    Li tevahî cîhanê dema ku mirov bi vîrusa koronayê dikevin mejûlbûyînek di warê tenduristiyê baş ji wan re tê peydakirin. Li nexweşxaneyan xebatkar hene ku nexweş diparêzin bijîşk û hemşîre, bi nexweşan re mejûl dibin lê li bajarên welatên Ereb ji ber binesaziya tenduristî ya hilweşiyayî ev derfet tune ne loma hin kes neçar bûne ku bi rola bijîşk an hemşîreyan rabin.

  • Çîroka min Çiyayên Şengalê ye –6 

    “Axa me her tiştê me ye” Maşo Xidir a di fermanê de zarokek xwe windakirî û neçarî koçberiyê bûyî dubare vegera ser gundê xwe wiha tîne ziman: “Dema ku gundê me hat rizgarkirin ger rê vekirîbûna, ez ê hema di wê rojê de vegeriyaba gundê xwe. Wê roja ku Til Izêr hat rizgarkirin, me dixwest em li warê xwe bûna. Tiştek wek axa mirov nîn e, çiqas mirov li ser axa hinekên din bijî, nabe axa mirovan. Dema ez vegeriyam mala xwe, ez gelekî kêfxweş bûm. Di zilaman de fikra jin namûs û şeref ê heye lê ew ne rast e ax û war şerf û namûs e ji ber ku ger axa te û warê te hebe wê demê dayik, xuşk, hevjîn û malbata te heye. Axa te tunebe tiştek din tune ye. Vaye me di fermanê de dît ji ber bêwariyê bi hezaran keç hatin kuştin û firotin.”

  • Rojnamevan Melvîn Xorî çîroka xwe bi teqîna Beyrûdê re vedibêje 

    4’ê Tebaxa 2020’an de, rojeke wisa ye ku gelê Lubnanê wê ji bîr nake. Ji ber ku ew di bîra wan de wekî yek ji xirabtirîn bîranînên dîrokê hatiye tomarkirin. Ew roj li Beyrûdê teqîn çêbûbû ku zêdetirî du sed kesî jiyana xwe ji dest da û zêdeyî şeş hezar kes birîndar bûn.

  • Çîroka min Çiyayên Şengalê ye –5 

    “Zarokên me ji tî û birçîna mirin” Ji Navçeya Til Izêr emê niha jî çîroka Maşo Xidir a hîna tîna agirê havîna 2014’an ji kurahiya hinavê wê hil dibe û zarokek xwe di wê demê de winda kirî bi hev re ji devê wê guhdarî bikin ku bi gotina: “Zarokên me ji tî û birçîna mirin…” gotinê dibe ser rojên fermanê…

  • Çîroka min Çiyayên Şengalê ye – 4 

    Tecawîzî hemû mirovahiyê kirin “Li ser îşkence û tecawîza di wê odê de li me jinên Êzidî kirin hemû mirovahî di sinifê de man. Ez bawernakim wijdana vê diniyayê hebe.”

  • "Bi qutkirina avê re, jin bi pirsgirêkên derûnî û malbatî re rû bi rû dimînin" 

    Endama Komîteya Edaleta Jin a Kongreya Star Meryem Mihemed qutkirina ava stasyona Elok, polîtîkayên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên meşandin û pirsgirêkên derûnî yên ku di nava civakê de rû didin nirxand û bang li NY’yê kir ku divê dewleta tirk şerê avê li dijî gel rawestîne û stasyona Elok ji bin dagirkeriyê derîne.

  • Çima li kuştina jinan temaşe dikin? 

    Civaknas, Feryal Saygiligîl girêdayî kuştinên jinan da zanîn ku çima li kuştinên jinan temaşe dikin û got: “Kuştina jinan, wekî li malan li qada giştî jî wekî bûyerek ji rêzê tên dîtin. Dibe ku em hemû ji heman çîn û rengî nebin lê bi heman rengî di bin zextan de ne. Em hemû qurbanên vê pergalê.”

  • Zextên derûnî jiyana jinên Idlibê dorpêç kirine 

    Li Idlibê di salên şer de zextên derûnî li ser jinên Sûriyeyê zêde bûne. Bi hezaran jin, bi koçberî, hejarî û tunebûna pêdiviyên sereke, newekheviya zayendî û zextên malbatî re rû bi rû mane.

  • Çîroka min Çiyayên Şengalê ye –3 

    “Ev cîhan gunehkar e, berpirsyarê tiştên hatine serê me ye” Êzidî li ber çavên hemû cîhanê di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve rastî fermana 74’an hatin. Dema ku êrîşên li dijî Êzidiyan dest pê kirin, Ezda 13 salî bû, wekî bi hezaran kesan bi malbata xwe ve dîl hat girtin. Ezda di serî de tecawiz û îşkence rastî her awayê zilmê hat û bû şahida gelek bûyerên xirab. Ezda dibêje: “Di tiştên hatin serê min de tu guhenê min tunebû. Min ji lîstokên zarokatiyê veqetandin û tiştên wisa anîn serê min ku di wijdanê mirovahiyê de cihê wê tune ye. Guhehkar û berpirsyara vê yekê ez nîn im, ev cîhan gunehkar e, ji tiştên anîn e serê me mirovahî û hemû cîhan berpirsyar e. Êşeke wisa ye ku em nikarin vebêjin. Em bibibêjin jî feydeya wê tune ye.”

  • "Perwerde bingeha sererastkirina civakê ye" 

    Berdevka Komîteya Perwerdeyê Şevîn Qulagasî û Şahîn Elî ku beşdarî perwerdeyê bûne wiha behsa perwerdeyê kirin: "Pêwîst e her ferdê civakê bê perwerdekirin, pêwîstiya mirovan her dem bi perwerdeyê heye."

  • Şaca El-Ramî: Min di nava şer de her dem dinivîsî 

    Di dema ku çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014'an de parêzgehên rojavayê Iraqê xistibûn bin kontrola xwe û raghiandibûn ku berê wan li paytexta Iraq Bexdayê ye; di şerên li dijî DAIŞ’ê de jinan roleke pir mezin lîst û di heman demê de hebûna jinan a di çapemeniyê de her ku çû berbiçav bû.

  • Çîroka min Çiyayên Şengalê ye – 2 

    Leyla Celal li ser mezarane “Em bi êşa dilê xwe ketibûn rê. Êş bareke giran bû, zehmetiyên rêwîtiyê me di navbera jiyan û mirinê de didomiya. Em dayik bi êşên dilê xwe dimeşiyan, bi wan êşan em gihîştin sînor.”

  • Çîroka min Çiyayên Şengalê ye -1 

    Êzidiyan beriya sedsalan ji deşta Nînovayê berê xwe dan çiyayên Şengalê û li wê erdnîgariya bi cih bûn. Li warên ku Êzidî li bi cih bûn, di serî de yên bi navenda Şengalê ve girêdayî, 20 bajarok, 2 navçe û bi sedan gund hene. Li qadên cîwar ên navbera Şengal û Telaferê, Êzidî, Ereb, Tirkmen û Kurd bi hev re dijîn. Yên ku li vê axê xizm û hezkiriyên xwe winda kirine, bi şîneke bêdawî dijîn. Fermanên ku di serê wan de derbas bûne demek jî ji bîra wan naçin û gorên komî yên li ber çavên wan agir bi dilê wan dixe. Gotin hêsan e... Li gorî qeydên fermî 81 gorên komî hene û hûn diçin li ku wan dibînin, hemû hebûna we dorpêç dikin ev gor...

  • Amanî Naseer: Hêz û hewesa di hundurê min de ji êş û astengdariyê bi hêztir e 

    "Çîrok bi zehmetiyan dest pê dike dema ku em jiyana asayî, ya aram ku em pê re bi rehetî têdikoşin vediguhere şerekî mezin ê em li dijî rewşên herî dijwar li ber xwe didin, mîna ku em ji lîstikvanek yedek veguherin êrîşkarekî sereke yê ku geşedanên bûyerên xeyalî hildigire."

  • “İdîayên dewleta tirk ne rastin ew goristana zarokên me yên şehîd in” 

    Dayikên şehîdan idîayên dewleta tirk bi dîtina goristaneke komî li Efrînê bi tundî şermezarkirin û wek dereweke bê bingeh bi nav kirin ku dewleta tirk dixwaze bi van kiryaran QSD'ê reş bike. Dayikan bang li rêxistinên mafê mirovan kirin ku şandeyekê bişînin herêmê û rastiyê raxin ber çavan."