Xizanî li Misrê li pêşiya xwendina zarokên keç de dibe asteng

Nexwendina zarokên keç, ji ber gelek sedeman li gundewarên Misirê zêdetir e. Jinên li Misrê destnîşan dikin ku xizaniya li welat heyî pêşî li xwendina zarokên keç digire.

ESMAA FETIHÎ

Qahîre – Mehrûmkirina keçan ji mafê wan ê xwendinê nîşaneyeke berbiçav e ku mirov vê yekê zêdetir li gundan dibîne. Jinên ji Qahireyê bal kişandin li ser nexwendina zarokên keç û anîn ziman ku hişmendiya heyî bandorê li xwendina jinan dike.

Ji ber xizaniyê nekarî bixwîne

Huda Receb a ji ber xizaniyê malbata wê nikaribû 5 zarokan bi hev re bide xwendin lewma ew û xwişka xwe neçar man dest ji dibistanê berdin da ku hersê birayên wan bixwînin got; "Xwezila xwendin heta hetayê di jiyana min de hebûya, tenê ji bo min her tiştî baştir fêm bikira hesreta xwe ya ji bo xwendinê tîne ziman.”

 ‘Destberdana ji xwendinê ne bi daxwaza me bi biryara malbatê bû’

Huda Receb çîroka mehrûmkirina ji xwendinê tîne ziman û dibêje: "Ez gelekî giriyam û heta niha xemgîn im ji ber ku min nexwendiye, bi birayê xwe re ezber dikim. Tevî ku min salek tenê dibistan xwendiye jî di demên dawî de ez fêrî xwendin û nivîsandinê bûm, nizanim çima malbata min biryara derxistina min û xwîşka min ji dibistanê da û birayên min berdewam kirin. Ez û xwîşka xwe ji wan jêhatîtir bûn, wan qet ji xwendinê hez nedikir û vê dawiyê dev ji dibistanê berdan,  ji bo kar berê xwe dan bazarê."

Huda Receb bal kişand ku ew di hemû jiyana xwe de dibîne xwendin ji keçan re gelekî girîng e ji ber wê niha keçên wê bê xwendin namînin û got: "Mêjiyê civaka me wisa ye ku jinan tenê ji bo zewacê dibînin û li gorî wan mesrefa xwendina wan windakirina pere ye."

 ‘Ji ber rewşa aborî xirab e malbat tenê zarokên xwe yên law didin xwendin’

Huda Receb sedema rêjeya kêm a çûyîna keçan ji bo dibistanan û belavbûna nezaniyê li gundan bi malbatên nezan ên nexwendine ve girê dide û dibêje ku nizanin çiqas bandorê li pêşeroja keçên wan bike. Rewşa aborî jî roleke mezin di vê krîzê de dilîze û ev yek dihêle ku malbat tenê lawên xwe bişînin xwendinê.”

Huda Receb diyar dike ku rewşa li bajaran hinekî cuda ye ji ber rêjeyek baş a fêrbûnê heye û dibêje: “Ji ber ku malbat bi xwe xwenda ne û girîngiya xwendinê dizanin her wiha mêjiyê wan der barê piştgiriya keçan ji bo serkeftina di jiyanê de vekirî ye.”

‘Xizanî û rewşa civakî ya li gundan dibe sedem ku zarokên keç nexwînin’

Mîrna Elaa jineke ji El-Şerqiye ya Misrê ye û beşa Wêjeya Erebî xwendiye got ku li gundan gelek fikrên jinan biçûk dibînin hene. Mîrna Elaa da zanîn ku rewşa aborî bi rêjeyeke mezin bandorê li ser biryarên malbatan dike û got: “Weke mînak di meseleya devjêberdana dibistanê de li şûna xerckirina pere ji bo keçan ji bo xwendina xwe, hewl didin wan bizewicînin.”

‘Xwendin ji bo jinan rê vedike’

Yek ji zarokên keç ên El-Şerqiye Erwa Elaa jî teqez kir ku zanebûneke berfireh der barê girîngiya fêrbûna keçan ji bo guhertina rastiya wan ber bi başiyê ve heye û got: “Bi taybetî li hinek bajarên mirovên gundî hene, ew jî piştî nirxandina rewşê û pêşketina teknolojiyê, li gel serkeftina jinan di warê perwerdeyê de biryar didin. Her wiha fêrnebûna jinan bi karên malê ve girêdayî ye. Ji ber mijûlbûna bi mal û malbatê re dem ji zarokên keç û jinên ciwan re namîne bixwînin û fikar çêbibin.”

Erwa Elaa jî dibêje: "Cudahiyeke mezin di navbera keçên perwerdekirî û yên ne perwerdekirî de heye, çi ji hêla axaftinê ve be çi jî, helwest an jî rûbirûbûyîna zehmetiyên jiyanê ve be ji ber ku perwerde rêbazeke xurt e û dihêle ku keç bikaribin xwe fêr bikin, kar bikin û heta rêveberiya malbata xwe jî bikin.”

‘Kesên ku ji neçarî dest ji xwendinê berdane dema ku derfet çêdibe ji nû ve dixwînin’

Der barê daxwaza jinên ku bi xwendinê bi hêz û zana dibin de jî Erwa Elaa got: "Hejmarek hevalên min yên ji neçarî dest ji dibistanê berdane hene lê belê dema derfet ji wan re çêdibin vedigerin û careke din perwerdeya xwe berdewam dikin ji ber ku daxwaza wan heye. Ev yek jî dê rê li ber nezaniyê bigre û bihêle ku jinên ne perwerdekirî teşwîq bibin bixwînin û derdora xwe jî fêr bikin."