Jinên cotkar ên Şehbayê: Li dijî rêgiriyê çandinî barê me sivik dike

Jinên li kantona Şehbayê li dijî rewşa aborî û rêgiriyê li ber xwe didin. Jinên ku di çandiniyê de rola sereke dilîzin gotin: “Dorpêç bandorê li rewşa me ya jiyanî dike lê belê karê me di zeviyan de barê me hinekî sivik dike.”

RAPERÎN BEKIR

Şehba – Li kantona Şehbayê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rûberên mezin ji erdan hatine çandin. Di bin germahiya rojê de simbilên genim û ceh xwe li ba dikin, pelên nîsk û nokan jî bi rengên xwe yên zêrîn vebûne. Ji beriya çend rojan ve dema çinîna van erdan hatiye, ew jî weke derfetek ji cotkar û karkeran re ye ku xwe pê têr bikin. Bi derketina tîrêjên rojê û seatên sibehê yên zû re jinên li kantona Efrîn-Şehbayê dimînin berê xwe didin zeviyên çandiniyê yên bi berheman hatine çandin û dest bi palehiyê dikin.

Kantona Şehbayê ku bi hezaran koçberên ji Efrînê lê hene bi çandina genim, petat, ceh, gijnîj, kemûn û cureyên nokan navdar e. Her wiha jin roleke sereke û mezin di pêşxistina sektora çandiniyê de bi taybetî di aliyê palehiyê de dilîzin.

‘Dorpêça hikûmeta Şamê bandorek mezin li çandiniyê dike’

Der barê destpêkirina çandiniyê li kantona Efrîn-Şehbayê de hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê Zelûx Bekir got: "Îsal barîna baş a baranê gelek sûdê li çandiniyê kir, erd bi ceh, genim, nîsk û cureyên nokan hatin çandin. Erdên avî jî bi cureyên sebzeyan hatin çandin, ev jî sûdeke mezin li xelkên herêmê û civakê kir."

Zelûx Bekir di berdevamiya axaftina xwe de der barê zehmetiyên ku ji ber dorpêçê tê jiyîn anî ziman û wiha pê de çû: "Dorpêça hikûmeta Şamê û nehiştina derbasbûna sotemeniyê bandoreke mezin li projeyên çandiniyê dike ji ber ku ew proje avdaniyê dixwazin. Tevî derfetên kêm ên di destên me de hene jî dîsa em hewl didin çareseriyan peyda bibînin."

Piştgiriya desteya aborî û çandiniyê

Zelûx Bekir rûbera erdên hatine çandin û piştgiriya desteya aborî û çandiniyê bi van hevokan anî ziman: "Vê salê hemû rûber hatin çandin, beşek ji wan li ser welatiyan hat dabeşkirin û beşa duyemîn ji desteyê re ye, rûbera giştî ya rûberan jî 3 hezar û 500 Hektar e. Li ser asta navçe û kantonan komîteyên taybet ji bo pêşîlêgirtina şewatan, parastinê û jimarkirina patozan bi çandiniyê ji bo dayîna mazotê hat avakirin. Her wiha li ser asta kantonê ji bo çandiniyê hinek biryarên taybet hatin derxistin, ew jî girêdayî danîna seatên kar û heqdestê karker û patozan. Beriya çandiniyê jî me mazot li xwediyên patozan belav kir ji bo ku dest bi çandiniyê bikin. Me bizir û semad dan xwediyên kooperatîfan û niha jî em ê patoz û mazotê ji wan re pêşkêş bikin."

Zelûx Bekir di dawiyê de bang li hemû rêxistinên mirovî kir ku ji bo dorpêça li ser herêmê were rakirin û xelkên wê bi aramî bijîn zextê li hikûmeta Şamê bikin

‘Me li Şehbayê hêvî ava kir’

Yek ji karkera zeviyên çandiniyê Necah Xelîl diyar kir ku jinên Efrînê bi çandinî û axê ve girêdayî ne û wiha domand: “Ev yek dihêle em di nav erdên çandiniyê de kar bikin. Tevî hemû astengiyên li pêşiya me, bi îrade û îsrara xwe, me hêvî li Şehbayê ava kiriye. Tevî hemû zehmetî û kedê jî em ji serê sibehê ve berê xwe didin erdên çandiniyê û bi îsrar kar dikin ji ber girêdana me bi axê ve heye ev der Efrîn û xwezaya wê ya xweşik tîne bîra me, bi taybetî em bi ruhekî komînal bi hev re kar dikin ji ber wê em nawestin."

‘Dorpêç bandor li ser jiyana me dike’

Her wiha cotkar Hemîde Arif jî got: "Herêma Şehbayê bi çandiniyê naskirî ye û em weke jinên Efrînî bi çandiniyê ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê ji beriya 6 salan ve ez di zeviyên çandiniyê de kar dikim. Rewşa me li Şehbayê gelekî zehmet e, herêm rastî dorpêça hikûmeta Şamê tê, ev dorpêç jî bandorê li rewşa me ya jiyanî dike lê belê karê me di zeviyan de barê me hinekî sivik dike. Bi têkoşîn û îsrara xwe em ê hemû zehmetiyan derbas bikin."