Muzexaneya Şehîdan a li Helebê dîroka têkoşînê vediguhesîne nifşên nû

Meclisa Malbatên Şehîdan, armanc dike ku bi Muzexaneya Şehîdan a li Helebê vekir re şervanên ku di têkoşîna şoreş û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bigihîne nifşên pêşerojê.

FÎDAN ABDULLAH

Haleb – Di Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser bi paqijkirina ji dewletên dagirker û çeteyên mîna DAIŞ’ê pêkhat de, bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan. Şoreşa bi pêşengiya jinan pêk hat, ji bo tevahî gelê cîhanê bû hêviyek mezin. Gel li Rojavaya ku bi têkoşînek mezin a li eniyên şer mil bi min dan re hemû axên xwe azad kirin, mîrasa şehîdên şoreşê didin jiyîn.

Li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ji bo berxwedana şehîdên şoreşê yên nemir bigihînin nifşên pêşerojê muzexanek hate avakirin. Di muzexaneya ku bi pêşengiya Meclisa Malbatên Şehîdan û yekîneyên parastina gel û jinan YPG-YPJ hate avakirin û di 28’ê Adara 2024’an de ji bo serdanan hate vekirin de; wêneyên şervanên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û eşyayên ku li pey xwe hiştine tê pêşandan. Di muzexaneya ku gel eleqeyek mezin nîşan dide de, eşyayên wek saetên destan, telefon, şûşeyên parfum, teçhîzatên leşkerî û kilîd ên aîde şehîdan cih digre. Muzexaneya ku di nav bexçeyek de hate avakirin, bi rengên biharê hatien nixumandin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Roşhan Muhammed, destnîşan kir ku vekirina muzexaneyê bi taybetî di salvegera şehadeta yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mahsûm Korkmaz (Agît) de pêkanîne û diyar kir ku di encama xebatek baş a 6 mehan de Muzexaneya Şehîdan avakirin.

'Jiyana xwe fedayê jiyana mirovên din kirin’

Roşhan Muhammed, destnîşan kir hawirdora ewle û demokratîk a îro bi saya kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi dest xistine û wiha got: “Şehîdên me tişta herî bi nirx canê xwe fedayê me kirin. Jiyana xwe fedayê jiyana mirovên din kirin. Em çi bikin jî nikarin heqê wan bidin. Her şehîdek me ya eşya û wêneyek wan di muzexaneyê de cih digre, xwedî çîrokeke têkoşînê ye. Li herêmên cuda yên Kurdistanê ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest dan. Li vir hatin cem hev. Eşyayên aîdê wan, di qutiyên cam ên şefaf de tên parastin.”

'Muzexane di heman demê de navendek hefizeyê ye'

Roşhan Muhammed, diyar kir ku muzexane ji bo nifşên pêşerojê navenda hefizeyê ye û wiha axivî: “Ev hem ji bo gelê me, hem zarokên şehîdan û hem jî ji bo ciwanan bû muzexaneyek ku di pêşerojê de dîroka xwe nas bikin. Zarokên şehîdan bi malbatên xwe yên nedîtinê re li vir dicive û dibe cihê şerefê ye. Em dixwazin li hemû axên Suriyeyê aştî serwer bibe û bi rihê xwiş û biratiya gelan di nava pergala Neteweya Demokratîk de bijîn."

'Muzexane rihê şehîdên me hildigre'

Dayika Bakur Efrîn a di pengava rizgarkirina Tebqayê de jiyana xwe ji dest da Zalux Şex Omer jî wiha got: “Tu tiştek ji bûyîna malbatek şehîd bi qîmettir tune ye. Yên heri bi qîmet, ji bo axa me canê xwe dan. Windakirina wan bû pir êş bû. Muzexane bû mala me Em diçin, li ber wêneyên wan kom dibin. Muzexane ruhê wan hildigre. Em jî heta nefesa xwe ya dawî şopdarên rêya şehîdên xwe bin.”