Tûndiya mêr zêde dibe: Polîtîkayên pêşîlêgirtinê nîne

Li herêma Kurdistanê her çendî li dijî kuştin û tundiya li ser jinan zagon hene jî, ji ber zagon tenê di nivîsê de dimînin û polîtîkayek pêşîlêgirtinê ya hikumeta heremê nîne tundî û qetilkirinên jinan zêde dibe.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Li gorî daneyên ku ajansa me ji nûçeyan berhev kirin, tenê di meha Gulanê de li herêma Kurdistanê 3 zarok û jinek hatin qetilkirin, jinek û zarokek jî bi guman jiyana xwe ji dest da û zarokek bi çekê birîndar bû. Li herema Kurdistanê ya bûyerên tundî û qetilkirina jinan her roj zêde dibe, zagonên heyî tenê li ser nivîsan dimîne û nayên bi cih anîn, nebûna polîtîkayên hikûmetê ya pêşîlêgirtina tûndî û qetilkirinan rê li zêdebûna rêjeta tundiyê vedike.

Parêzer Guna Mecîd der barê zêdebûna rêjeya tundî û kuştina jinan de diyar kir ku nebûna polîtîkayên pêşîlêgirtinê dibe sedema zêdebûna kuştina jin û zarokan û got: “Em li dadgehê kar dikin gelek kes tên gel me, ji ber sedemên biçûk dest avêtine bikaranîna çekê, di encamê de yan kesek birîndar dibe yan jî tê kuştin. Bikaranîna çekê jî ji ber nehişyariya kesên di nava civakê de ye, çekê digrin, an jî amûrên ku sûc pê tên kirin. Gelek caran haya wan ji zagonên heyî tune ye.”

‘Di zagonan de bikar anîna çekan qedexe ye, lê nayê pêkanîn’

Guna Mecîd destnîşan kir ku kesên civakê ji bo girtina maf çekê bi kar tînin û wiha got: “Di zagonan de bikaranîna hemû cureyên çekan ceza jê re hatiye diyarkirin. Her kesê ku çeka bê roxset bigre ger sûc jî neke tê cezakirin, ger sûc bike cezayê wê girantir dibe. Di zagona bikaranîna çeka bê ruxset de di sala 2022’an de guherîn hatiye çêkirin. Di zagonê de madeya 15 heye û behsa wê yekê dike ku ger kesek çekê bê ruxset bigre û yan jî bazirganiya wê bike ceza ji salek dest pê dike heta 3 salan, cezayê madî jî ji 2 milyonan dest pê dike heta 5 milyonan zêdetir diçe. Di madeya 2 de seza girantir kiriye. Ger çekek bi ruxset be û li hemberî xelkê were bikaranîn, cezayê wê ji 3 salên girtîgehê û cezayê madî jî ji 5 milyonan ne kêmtir û ji 10 milyonan zêdetir e. Ger çek bê ruxset be û were bikaranîn cezayê wê 7 sal ê girtigehê ye.”

‘Pêdivî bi polîtîkayên pêşîlêgirtinê heye’

 Guna Mecîd a destnîşan kir ku bikar anîna çekan rê li ber zêdebûna tundiyê vedike, da zanîn ku li hemberî vê pêwistî bi polîtîkayên pêşîlêgirtinê heye û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Divê hişyarî di nava kesên civakê de belav bibe û di navendên xwendinê de madeyek hebe û bibe mecbûrî ku her kes ji zaroktî ve metirsiya çekan fêr bibin. Divê malbat jî ji zaroktî ve perwerdeyek rast bidin zarokên xwe û metirsiya çekê li ber wan fêr bikin. Ji ber armanc ew e sûc neyên kirin. Gelek kêm kes hene çekê hilnagirin û sûcan nakin. Gelek kes hene ji bo parastina xwe çekê hilgirin û ew çek dibe dijminê wî kesî. Divê hikumet mercên ji bo ruxsatkirina çekan giran bike, tenê nede kesên leşker, yan jî ji bo hinek bûyeran ruxsetê bidin çekê. Ji ber hilgirtina çek kuştina jinan zêde kiriye. Kesên ku dema çek digrin divê hişyarî bikin ku di hemû deman de çekê bi kar neynin.”