Li Iraqê krîza avê kûr dibe: Pêdivî bi mudaxaleyên lezgîn heye
Rêvebera Giştî ya Beşa Teknîkî ya Wezareta Jîngehê Necla Muhsên da zanîn ku hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêka avê li Iraqê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye qûtkirin, hene û got: "Ev krîz bandorê li Sûriyeyê jî dike."

RECAA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Di nava krîza avê ya li Iraqê de, welat bi gefa windakirina stokên masiyên xwecihî re rû bi rû ye ku ev yek dê siyekê li ser ewlehiya aborî û ekosîstemê biavêje. Her wiha daxwaz hene ku Iraq para xwe ji ava çemên Dîcle û Firatê misoger bike.
Iraq bi pirsgirêkek mezin re rûbirû ye krîza avê ya dijwar ku ji ber kêmbûna hawirdekirina avê ji welatên jorîn, digel bandorên avhewayê çêdibe. Vê krîzê rasterast bandorê li qadên girîng ên welat kiriye, bi taybetî çandinî, jîngeh û ewlehiya xwarinê.
Sedemên kêmbûna avê
Rêvebera Giştî ya Beşa Teknîkî ya Wezareta Jîngehê Necla Muhsên sedemên kêmbûna avê anî ziman û diyar kir ku ji ber sê sedemên sereke ne û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Ya yekem rêveberiya avê ji hêla welatên jorîn ve û polîtîkayên welatên cîran e. Iraq ji bo ava ku ji aliyê Tikriyeyê yê çemên Firat û Dîcleyê tê welatekî jêrîn e û her wiha hejmarek çem û şaxên ku ji aliyê Îranê tên jî hene. Rêveberiya avê li van welatan û têkiliyên wan bi welatên jêrîn re bandorek girîng dike, ji ber ku mîqdara ava ji wan tê ji sedî 88’ê tevahiya ava ku digihîje Iraqê derbas dibe. Her çendî bendavên Tirkiyeyê li başûrê welat rezervên avê yên ji 80 milyar metrekupî zêdetir hene jî rezervên giştî yên di bendavên Iraqê de ji 6 milyar metrekupî derbas nabin."
Li gorî Necla Muhsên sedema duyem jî awayê birêvebirina avê li Iraqê ji hêla wezaretên berpirsyar ên bikaranîna avê ve ye, weke çandinî, şaredarî, petrol û yên din. Necla Muhsên wiha berdewamî da gotinên xwe: "Wezareta Jîngehê bi şandeyên danûstandinê re, bi serokatiya Wezareta Çavkaniyên Avê, bi hevrêziya bi aliyê Tirkiyeyê re beşdarî danûstandinan dibe der barê mîqdara ava ku dikeve Iraqê de. Berê, ew gihîştibû 900 metrekup di saniyeyê de lê niha, ji par ve gihîştiye 350 metrekup. Ev destpêka hişkesaliyê û kêmbûna asta avê bû. Di sala 2025'an de, asta avê û mîqdarên wê pir guherî bûn, carna tenê gihîştin 120 metrekup. Vê yekê bandorê li ser zêdebûna qirêjiyê li Iraqê kiriye. Bandorê li deverên çandiniyê û îstasyona ava vexwarinê jî kiriye, ji ber ku qirêjiya avê bûye sedema girtina hinek îstasyonên ava vexwarinê li hejmarek parêzgehan."
Sedema sêyemîn a kêmbûna avê jî guherîna avhewayê ye ku bûye sedema kêmbûna baranê û bilindbûna germahiyê, zêdekirina rêjeyên buharbûnê û bandorek neyînî li ser jîngeh û çavkaniyên avê yên welat kiriye.
Sûriye jî ji ber kêmbûna avê bi krîzan re rûbirû dimîne
Necla Muhsên destnîşan kir ku rewşa avê li Sûriyeyê jî weke Iraqê ye, ji ber ku çemên Firat û Dicle di nav axa wê re derbasî Iraqê dibin. Necla Muhsên wiha li gotinên xwe zêde kir: "Tevî peymana ku di sala 1987'an de di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hatiye îmzekirin û destnîşan kiriye ku para Sûriyeyê ji Çemê Firatê di saniyeyê de 500 metrekup av be jî, lê di salên dawî de, mîqdara ku diherike nav axa Sûriyeyê ji 250 metrekup av di saniyeyê de derbas nebûye, ev jî kêmtir ji nîvê mîqdarê ye. Çalakvanên Sûriyeyê bawer dikin ku ragirtina ava Firatê ji aliyê Tirkiyeyê ve bi armancên siyasî yên li hember Sûriyeyê ve girêdayî ye, ev yek siya xwe diavêje ser bêparkirina Iraqê ji para wê ya mafdar jî."
Bandorên civakî û jîngehî
Necla Muhsên xuya kir ku krîza avê bandorên wê yên jîngehî, tendirustî û civakî jî hene û wiha berdewam kir: "Herî zêde koçberiya ji deverên çandiniyê û zozanan ber bi bajaran ve ku zextê li ser binesaziyê zêde dikin, rêjeyên qirêjiyê ji ber qelebalixiya nifûsê zêde dike, dibe sedema kêmbûna ava binê erdê ku malbat debara xwe winda bikin. Ew di heman demê de dibe sedema derketina tundrewiyê, ku dikare bibe sedema tundî û terorîzmê. Her wiha hin niştecih berê xwe didin karên ku ew ne guncav dibînin, piştî ku berê pîşeyên wek masîgirtin û çandiniyê şopandine."
Danûstandinên bi Tirkiyeyê re didomin
Necla Muhsên eşkera kir ku hikûmeta Iraqê hewl dide bi Tirkiyeyê re lihevkirinên ku para ava xwezayî ya Iraqê dixe bin temînatê, bi dest bixe û got: "Têgihîştin di nav her du aliyan de hene lê ew têrê nakin. Ji ber ku Iraq ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî daxwaza zêdekirina berdana avê dike. Danûstandin bi Tirkiyeyê re ji bo garantîkirina mafên avê yên Iraqê pêdiviyek lezgîn e. Di nav erkên ku Wezareta Jîngehê girtiye ser xwe de amadekirina belgeyekê li ser navendên erdhejê ye. Nêzî 15 salan e ku Iraq taybet herêma bakur û heta Bexdayê, rastî erdhejan hatiye. Ev bi hebûna bendavên mezin ên ku li aliyê Tirkiyeyê bê navber têne çêkirin ve girêdayî ye. Di her hevdîtina danûstandinê ya bi aliyê Tirkiyeyê re, şandeya Iraqê ji niyeta wan a avakirina du bendavên din, ku hemû li ser sînorê Tirkiye-Iraqê ne, tê agahdarkirin ku bandorê li aliyê Iraqê dike."
Iraq bi felaketên mezin re rûbirû ye
Necla Muhsên da zanîn ku ger rewş wiha berdewam bike Iraq bi felaketên mezin re rûbirû ye û wiha axiv: "Iraq bi windakirina çavkaniyên xwecihî yên masiyan re rûbirû ye, ev jî gefê li ewlehiya aborî dixwe. Ji ber vê divê li ser mijarên girîng ên têkildarî aborî, ewlehiya neteweyî û ewlehiya neteweyî tedbîr werin girtin. Ji ber ku ev hemû pirsgirêk ji hêla kotayên avê ve bandor dibin û bi wan ve girêdayî ne. Divê Iraq mafên xwe yên dîrokî û zagonî li gorî peymanên mafên mirovan bi dest bixe."
Bandora krîza avê li ser hebûna biyolojîk
Necla Muhsên eşkare kir ku kêmbûna avê bandorek li ser ekosîstema welêt kiriye û wiha pê da çû: "Iraq bi wê yekê bêhempa ye ku 8 ekosîstemên ku ji yên welatên cîran cuda ne dihewîne. Ew bi pirrengiya jîngeh û cureyan a mezin ve tê diyar kirin, di nav de pirrengiya heywanan li jîngeha çolê, zozanan, avê, deştan û çiya. Iraq hêdî hêdî vê pirrengiyê ji ber kêmbûna avê winda dike. Wezareta Jîngehê ji bo parastina vê pirrengiyê bi qasî ku pêkan e projeyan pêk tîne. Ew jî bi avakirina rezervên bi têl ji bo belavkirina cureyên di bin xetereyê de, afirandina rezervên xwezayê û nûjenkirina deverên zirardar. Ev hemû proje bi hebûna mîqdarên avê ve girêdayî ye. di heman demê de me dest bi hevahengiyê bi wezareta çandiniyê re kiriye da ku sîstema avdana lehiyê biguherînin û ber bi karanîna rêbazên alternatîf ên wek avdana dilop ve biçin."
Hewldanên ji bo baştirkirina krîzê
Necla Muhsên tekez kir ku rêbazên çandiniyê yên nûjen tên pejirandin weke çandiniya parastinê û ekolojîk her wiha ew bi stasyonên ava vexwerinê re dixebitin da ku kalîteya avê misoger bikin. Bi hevkariya UNICEF'ê re li ser projeya 'Vegera Ava Çep' weke di salên 1970'an de bû, dixebitin û di pêvajoya amadekirina qonaxên pêkanînê de ne. Necla Muhsên wiha got: "Hikûmet piştgiriya van projeyan ji bo çareserkirina pirsgirêkên jîngehê, di nav de belavbûna masiyan di golên heriyê de, berdewam dike. Ev jî di zêdebûna dabînkirina derfetên kar ên îdeal de ji bo niştecihên deverên ku ji gelek avê bêpar in û deverên di warê avê de xizan in rolek girîng dilîze. Pêwist e welatiyên Iraqî ji girîngiya avê haydar bin."