Zaroktiya di nav zêrê spî û xewnên paşxistî de
Beyana 9 salî û Rewana 11 salî ku xwişk in, di şûna ku li dibistanê di nav hevalên xwe de bin, ev 4 sal in di nav pembû de, rojê 14 saetan dixebitin û bi jiyanê re di nav pêşbirkek de ne.

SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Pembû yek ji girîngtirîn berhemên çandiniyê yên cîhanê tê hesibandin û jê re "zêrê spî" tê gotin. Ew di aboriya cîhanî de roleke mezin dilîze û wekî berhemeke stratejîk tê hesibandin ku ji petrolê û zêrê zer, ne kêmtir girîng e. Pembû di pîşesaziyên ristin, tevnkirin û di hilberîna zeytê de tê bikaranîn. Her wiha dibe yek ji kevintirîn berhemên çandiniyê yên cîhanê û heta sedsala 21’an bi destên jinan tê berhevkirin, tevî pêşketina teknolojiyê jî.
Bê westan dixebitin
Pêvajoyên berhevkirina bi destan pir bi westan e. Ji şiyarbûna berî derketina rojê heta roj diçe ava jî jin, bi destên xwe yên ku birîn û qelş bûyîne, di bin tava tûj a germahiya rojê de, bê rawestan dixebitin û pembû berhev dikin. Pêvajoyek gelek ked dixwaze, da ku pembû paqij, bê ax û gemar berhev bibe. Ji ber ku di çêkirina cilên ku îro lixwekirina wan kêm bûye de tê bikaranîn.
Beriya rojê radibin û dadikevin riyan
Îro, di pêncê sibê de berî ku roj derkeve, jin û keçên ku piraniya wan koçber in xwe amade kirin û ber bi erdên pembû yên li ser riya Til Temir-Hesekê ve, bi rê ketin. Di rê de êdî tîrêjên rojê xwe berdidan ser ax û çiyan. Jin kulmek hêvî ji rê û rojê digrin û wiha bi enerjiyek pozîtîv dadikevin nav pembû. Her jinek defek girt û dest bi berhevkirinê kir. Ne tenê jin, keç û dapîrên temen mezin jî hebûn. Her jinek, keçek û dapîrek, çîrokek û dozek bi serê xwe ye.
14 saet di bin tîrêjên rojê de
Zarokên keç yên koçber, rojê 14 saetan bê rawestan dixebitin. Zarok ji ajansa me re axivîn û behsa zehmetiyên xwe kirin. Rewan Ebdilhemîd a 9 salî, desmaleke sor daye ser porê xwe û rûyê wê yê esmer di nav de wekî gulekê xwe dide der. Pembûyê di kefên destên xwe de dibe û tîne û lêvên wê yên qelişî, peyamekê dide. Peyama zarokek ji ber dagirkeriya Tirk zaroktiya xwe nejiya, neçar ma koçber bibe û terka dibistana xwe bide.
Di roja betlaneyê de bi xwişka xwe re tê
Rewan a ku êdî temenê wê mezin dibe, tenê heta refa sêyan xwendiye. Dibistanê dewam nake ji ber ku temenê wê mezin dibe û şerm dike bi zarokên ji xwe biçûktire re bixwîne. Lê piştî hewldanên mamosteyan Rewan careke din vedigere dibistanê û di rojên betlaneyê de tê pembû berhev dike.
Rewan û Beyan: Ji bo me berhevkirina pembû zehmet e
Xwişka wê Beyan a 11 salî ku dest ji dibistanê berdayî tê, pembû bi hev re berhev dikin û dikin dawa xwe ya ku ji ber giraniyê, pişta wan xûz bûye. Beyan dibêje ku ev 4 sal in di demsala payîzê de, bi xwişka xwe re pembû berhev dike. Beyan balkişand ser xwendinê û got ger dibistan dewam kiriba, îsal wê refê şeşan ba. Her wiha got ku ew ji pêncê sibê heta şeş an heftê êvarê dixebitin. Beyan westîna xwe anî ziman û got: Ma çawa em nawestin? ev kar ji bo min di vî temenî de zehmet e. Lê em neçar in ku bixebitin.
Emrê biçûk xeyalên mezin…
Îman El-Xidir a 11 salî koçberek ji gundewarên Serêkaniyê ye, li gundekî Til Temir dijî. Îman a 4 sal in pembû berhev dike, dibêje ku karekî bi zehmetî ye. Îman dibêje ku ew ji saet pêncê sibê heta êvarê dixebitin. Îman balkişand ser keda ku didin û got: “Tevî keda ku tê dayîn û germahiya dijwar, dîsa jî çawîş ne razî ne. Em ji westanê dimrin, ne tenê diwestin. Min heta refê çaran xwend û piştre dest jê berda. Dibistan nan nade me, ji bo wê em niha pembû berhev dikin. Bavê min qeza kiriye pişta wî şikestî ye û em yê mezin hemû keç in. Ez dixebitim da ku alîkariya malbata xwe bikim.”
Bi xeyala ku bibe parêzer û mafê bindestan biparêze
Îman xewnên xwe yê paşxistî bibîr tîne û dibêje: Min hez dikir û dixwest xwendina xwe dewam bikim, bibim parêzer û parastina mafê bindestan bikim. Jin û keç jî bindest in, divê ku jin jî wekî mêr mafên xwe bistînin. Jin xwedî maf in, ne tenê mêr jin jî kar dike û karê wê ne tenê xwedîkirina zarokan e.”
Xewek rihet û vegera gund dixwaze
Karê berhevkirina pembû ji bilî westandinê, karkerên jin bê xew jî dihêle. Îman got ku hez dike carnan rihet razê. Her wiha dixwaze vegere gundê xwe û careke din dibistana xwe dewam bike. Îman da zanîn ku niha pembû wê nan bide wan, lê piştre bi kêr nayê.