‘Komkujiyên rêveberiya demkî civaka Sûriyeyê parçe kir’
Parêzera ji bajarê Suweydayê Rudeyne El- Xatîb diyar kir ku komkujiyên hêzên rêveberiya demkî li dijî Durziyan kirin, xala werçerxê ya bi xeter e û got: “Baweriya ciwanan bi sazî û rêveberiyan nemaye.”

ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Komkujiyên cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam ku bi desteka veşartî ya rêveberiya demkî ya Sûriyeyê li Suweydayê hatin pêkanîn, ne bûyerek ku ji nişka ve derketiye, encama gotinên nefrete yên bi awayekî sîstematîk mezin bûye, kombûnên sorkirinên mezhebî bû. Ev atmosfera nefretê, piştî hilweşîna rejîmê hêdî hêdî bi pêş ket û di dawiyê de veguherî komkujiyek bi tirs ku ne zarok ne jî kal jê rizgar bûn.
Di meha Tîrmehê de, di êrîşa li dijî Suweydayê de 1709 kes, piranî ji wan Durzî hatin qetilkirin. Li gorî rapora pisporên Neteweyên Yekbûyî, cîhadîstan destdirêjî li jin û zarokên negihayî kir. Herî kêm 105 jinên Durzî hatin revandin û beşek jê hê winda ne.
‘Gotinên nefrete bûn destpêka hilweşînê’
Parêzera ji Suweydayê Rudeyne El-Xatîb diyar kir ku tiştên hatine jiyîn ‘pergala neteweyî bi temamî tune kirine’ û got: “Şokek mezin e kes ne li bendê bû. Ev rewş di carekê de derneket holê. Gotinên nefretê ku bi salan hatin gotin û encama sorkirina mezhebî bû.”
Rudeyne El-Xatîb bi bîr xist ku gotinên nefretê di hiqûqa navneteweyî de her çendî pênaseyek wê nebe jî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke ‘îfadeya ku fiîlî yan jî nivîskî ku her cureyê gotinên li dijî komek bi qanûnî tê parastin û biçûkxistin û dijminatî digre nava xweye’ hatiye pênasekirin û got: “Her gotina mezhebî, di dawiyê de rê li ber tundiye vedike. Di salên dawî de Sûriye bû mînaka vê ya herî vekirî. Cudahiyên mezhebî, bûn sedema pêlên tundiya sîstematîk.”
‘Ji hêviya şoreşê heta rastiya parçebûnê’
Rudeyne El-Xatîb bendewariyên gelê Sûriyeyê wiha anî ziman: “Gelê Sûriyeyê, ji bo bidawîbûna rejîma zextê û avakirina dewletek li ser bingeha hiqûqê xwedî hêviyek mezin bû lê belê edalet dereng ma, hesab nehat pirsîn, civak bi hestên nefretê û tolê tije bû. Di navbera kesên destek didin rejîmê û dijberî wê de gerdûnîbûyîn her çû veguherî qutbûna mezhebî. Êdî kêmarên ku Esad destek dikin, an li dijber derdikevin jî weke Sunî hatin etîketkirin.”
Di nava Suweydayê de sûcdarî û dûrxistin
Suweydayê jî weke gelek hermên din mora xwe ji ‘alîgirê rejîmê’ xwar. Parêzer Rudeyne El-Xatîb wiha got: “Gelê Suweydayê ji ber dereng beşdarî şoreşê bû hat sûcdarkirin. Vê yekê jî hesta dûrxistin û hêrsê zêde kir. Di daxuyaniya makeqanûnê ya hikumeta nû de, cihnedayîna nûnertiya Suweydayê ev hest du qat zêde kir. Gel hîs kir ku ji welatê xwe hatiye dûrxistin, li aliyê din ve jî em sûcdar kirin. Ev sûcdariyên beramberî hev, birîna civakî kûrtir kir.”
‘Qeyda deng a sexte bû çirûska teqînê’
Rudeyne El-Xatîb diyar kir ku qelşa mezhebî, qeyda sexte ya deng ku diyarî şêxek Durzî kir belav bûye derket holê û wiha got: “Rastbûna qeydê nehat îsbatkirin lê belê bandora wê mezin bû. Li zanîngehên weke Hama û Helebê teqîna hêrsê hat jiyîn, di nava xwendekaran de şer û êrîş derket.”
Rudeyne El-Xatîb bêdengbûna hikumetê li beramberî rewşê rexne kir û wiha got: “Divê hikumet bi lez biketa tevgerê û krîzê bisekinanda lê belê bêdeng bû. Gotinên nefretê, li medyaya dîjîtal belav bûn êdî mirov ji hev tirsiyan. Ew dema destpêka hilweşîna civakê bû. Bi taybetî ciwanan êdî ji dewletê bawer nedikir.”
‘Ji kişkişandinê ber bi komkujiyan ve’
Rudeyne El-Xatîb diyar kir ku bûyer di demek kurt de veguheriye tundiyê û got: “Hêrs li herêmên sivîl weke Eşrefiye, Sahanaye û Ceramn veguheriya êrîşan. Piştre felaket gihîşt Suweydayê. Hêzên ewlehiyê li bajar ne weke otorîteya dewletê, weke hêza tolhildanê ketinê. 33 gund bi temamî hatin valakirin, gel ji ber tirsa girtin û kuştinê reviya. Ev komkujî encama planek organîze ye. Dîmenên sûcan bi xwe endamên Heyet Tehrîr el-Şam û wezareta parastinê weşandin. Hemwelatiyan ji tirsan qeyd nekirin.”
Rewakirin sûc û hilweşîna ewlehiyê
Rudeyne El-Xatîb têkildarî daxuyaniyên hikumeta demkî ya bûyeran weke ‘ji sûc bêrehmtir’ bi nav kir û got: “Şara got ku hikumetê êrîş nekiriye, eşîretan kiriye! Jixwe eşîret li ber çavên hêzên ewlehiyê ketin Suweydayê. Piştre van êrîşan weke ‘alîkarî’ pênase kirin û spasî kirin. Vê daxuyaniyê pergala civakî ya civaka Sûriyeyê bi temamî hilweşand.”
Rudeyne El-Xatîb axaftina xwe bi vê pirsê temam kir: “Di qadeke ku rayedar cînayetên mezhebî rewa dikin de, hûn dikarin behsa kîjan pergala neteweîî bikin.?”