Tevî nêviya xwe hêviya vegera gundê xwe dijî

Fatma Kara ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê navê gundê xwe Hilal li neviya xwe kiriye û Hilal Kara ya ku li ber çîrokên gundê xwe yên dapîra xwe mezin bûye, gundê wê yê ku tu caran nedîtiye di xeyalên wê de zindî dibe.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Di salên 90’î de li Botanê bi sedan gund ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şewitandin, xirakirin û bi hezaran mirov neçar man cih û warên xwe biterikînin. Xwezaya wan hat tunekirin, mirovên wan bi qirkirinê re rû bi rû man û lawirên wan hatin qetilkirin. Bi hemû şêweyan êrîş kirin û wan ji warê wan derxistin. Hinek xelkên wan gundan çûn bajarên Tirkiyeyê, Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê. Gundên xwe terikandin, mal û milkên xwe li pey xwe hiştin û ketin riya penaberiyê.

Yek ji wan gundên ku hatine şewitandin û talankirin gundê Hilal e û di dîroka xwe de sê caran hatiye şewitandin. Gundê Hilal mîna bihuştek serzemîn bû, xwezaya wê ji her şêweyê jiyanê re destdayî bû, derdora wê hemû rûbar bûn. Mirov ji xwezaya wê têr nedibû, ji her deverê her kesê berê xwe dida xwezaya gundê Hilalê. Ji kê dihat pirskirin digot, yek ji gundên herî xweş ê Botanê gundê Hilal ye. Beriya ku dewleta Tirk zext li ser gund bike, her kes di nava aramiyê de bû, her kesê li aliyê xwe karê xwe dikir û jiyana xwe didomand. Lê mixabin piştî zêdebûna zext û êrîşên dewleta Tirk û gefên wî yên ferzkirina cerdevaniyê, gelek gundên herêma Botanê hatin valakirin. Xelkê gundê Hilalê ku yek ji wan gundan bû ji ber xiyanet û cerdevaniyê qebûl nekir, berê xwe da Başûrê Kurdistanê û li wargeha penaberan a Mexmûrê bi cih bû.

Weke gelek çandên qedîm û kevnarên civaka Kurd, çanda rakirina nav jî çandeke kevin û girîng a civaka Kurd e. Di nava civaka Kurd de navê qehreman, leheng, pêşeng, çiya, gund û welat rakirin, çandeke ku civaka gelê Kurd pê tê naskirin e. Ev çanda qedîm di roja me ya îro de di nava civaka Kurd de zindî ye. Xelkê Botanê ku ji ber zilma dijmin warê xwe yê weke bihuştê hişt û berê xwe da çola Mexmûrê, li wir jî çanda xwe dide domandin.

Hilal Kara ya ku li wargeha penaberan a Mexmûrê ji dayik bûye, yek ji wan zarokên bi şans e ku navê gundê wê lê hatiye kirin. Hilal, di sala 2008’an de ji dayik dibe û mamê wê ji ber dûrbûna ji gundê xwe û xweşiktiya wê navê wê dike Hilal. Dapîra wê dema ew 6 mehî bû dibe gel xwe û mezin dike. Hilal, bi çîrokên gundê xwe mezin dibe, gundê wê yê ku tu caran nedîtiye di xeyalên wê de zindî dibe û yek ji xeyalên wê ew e ku rojek gundê Hilal bibîne.

Dapîra wê Fatma Kara, der barê vê çandê de her wiha xweşikî û xerîbiya gundê xwe de ji ajansa me re axivi.

‘Ji ber xweşitiya wê her kesê berê xwe dida gundê Hilal’

Fatma Kara di destpêka axaftina xwe de qala xweşiya gundê Hilal kir û got: “Navê gundê me Hilal e, gundekî gelek xweş bû, ez jî li wir ji dayîk bûme. Ji gundê me re digotin ‘Hilala Zêrîn.’ Ji hemû aliyan ve her kesê berê xwe dida gundê me, mamosteyên ku ji Stenbol û Amedê dihatin digotin em ê betlaneya xwe li gundê Hilal bikin. Gundê me hem deşt, hem zozan hem jî çiya bû, rûbarên wê hebûn. Gundê Hilal wisa xweş bû ku mirov nizane li ser çi bibêje, gundek gelek xweş û hewaya wê gelek xweş bû. Zarokên me 24 saetan di nav dehlan de bûn, hemû baxçe bûn her cure fêkî tê de hebûn, rûbar û ger hebûn diçûn xwe dixistin navê. Em danê sibehê ji zozan dihatin deştê, êvarê careke din diçûn zozanan.”

‘Di nava sê roj û sê şevan de gundê Hilalê xira kirin’

Fatma Kara bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser gundê wan û piştî koçberiyê îxaneta PDK’ê û got: “Hikumeta Tirk zextê li ser me pêk anî, got bibin çete yan jî ji gundê Hilalê derkevin, me jî çetetî qebûl nekir û em derketin. Tiştek nema me nedît, hikumeta Tirk û çeteyan me ji gundê Hilalê derxistin. Di nava sê roj û sê şevan de gundê Hilalê xira kirin. Piştre me berê xwe da Kurdîniya Mesud Barzanî, çawa em hatin wî dest bi biratiya dewleta Tirk re û dijminahiya Kurdan kir. Wî jî lawirên me ji me stand, xor û ciwanên me qetil kir û me radestî Sedam kir. Sedam jî me anî ber çiyayê Qereçox radestî dûpişk û maran kir ji mirinê re. Gelek zarokên me ji ber dûpişkan jiyana xwe ji dest dan lê heta niha em dijîn. Me Mexmûr kir cihê jiyanê û me şîn kir.”

‘Ji ber xerîbiya gund me navê wê kir Hilal’

Fatma Kara da diyarkirin ku ji ber xerîbiya gund navê gundê xwe li neviya xwe kiriye û wiha got: “Dema em li gund bûn cîranek û nasek  me hebû, beriya ku em werin me soz da hev û me got destpêkê zarokek kê çêbibe wê navê wê bike Hilal. Piştî em koçber bûn zarokek min çêbû, pismamekî bavê wî hebû got em ê navê wê bikin Hilal. Lê piştre nasekî me hebû ji ber ku welatparêz bû, hikumetê digot bibe çete lê wî qebûl nekir û ji aliyê çeteyan ve hat qetilkirin ji ber wê me navê Hilal rakir me navê wî kir Elî. Piştî em hatin wargeha Mexmûrê keçek min hebû, piştî ku zewicî zarokek wê çêbû û mamê wê got em ê navê wê bikin Hilal. Ji ber ku me ji gundê xwe pir hez dikir, gundê me gelek xweş bû, ji ber xerîbiya gund me navê wê kir Hilal. Hilal hê 6 mehî bû, dayika wê nexweş ket û min jî got ez ê bibim gel xwe û mezin bikim. Ez dapîra wê me, min anî gel xwe ji 6 mehiya xwe ve li gel min e. Em gelek jê hez dikim, ji ber ku hem navê gundê me ye hem jî neviya me ye.”

‘Hikumeta Tirk malên me talan kir û niha jî kirine cihê geştê’

Fatma Kara destnîşan kir ku piştî koçberbûne gundê wan ji aliyê dewleta Tirk ve hat xirakirin û piştre kirine cihê geştê û got: “Em di biharê de ji gundê xwe derdiketin, em diçûn zozanan. Şeş mehan em wek koçeran li zozanan diman, em serê meha Îlonê vedigeriyan deşt, gundê Hilal wisa xweş bû ku em nedizanibûn deşt e yan zozan e. Piştî ku em ji wir hatin, gundê me kirin cihê geştê û ji her derê berê xwe didin gundê me, ji Stenbolê diçin, Cizîr, Amed û heta ji Ewrupayê jî diçin gundê Hilal. Hikumeta Tirk û çeteyan malên me talan û wêran kirin û niha jî kirine cihê geştê.”

‘Ez dixwazim navê gundê ku li min hatiye kirin bibînim’

Hilal Kara hêvî û xeyalên ji bo dîtina gundê xwe wiha anî ziman: “Navê min Hilal e, ez di sala 2008’an de li wargeha Mexmûrê ji dayik bûme û ez li gel dapîra xwe mezin bûm. Bi çîrokên xwe yên gund, jiyana wê, çawa bû, xwezaya gund min mezin kir. Wisa qala gundê xwe ji min re kir ku meraqa gund bi min re çêbû. Wisa qal kir ku weke ez jî li wir jiya bim û ez dixwazim di demên pêş de bibînim ka dayik, bav û dapîra min li gundek çawa mezin bûne. Mamê min ji ber xerîbiya gundê xwe navê Hilal li min kiriye, ez jî gelek ji navê xwe hez dikim. Xelkê gundê me ji ber zilma dewleta Tirk koç kirine, ewqas zilm û zordarî li ser wan hat kirin, neçar mane koçî Başûrê Kurdistanê bikin. Gundekî ewqas xweş li pey xwe hiştin û koçber bûn. Ji ber wê ez dixwazim navê gundê ku li min hatiye kirin bibînim.”

Hilal, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di nava Kurdistana azad de bi hev re bijîn û got: “Daxwaz û armanca me ya sereke ew e ku em serokê xwe ji zindanê derbixin û di Kurdistana azad de bi hev re bijîn.”