Tevnên ji dara jiyanê: ‘Sîre’
Hunandina ‘Sîre’ ku beşek ji çanda gelêrî ya gelek kesên li deverên gundewarî yên herêma Dêrazorê dijîn e, ji bo welatiyan mîrateyek girîng e.
ZEYNEB XELÎF
Dêrazor – Hin rêbazên kevneşopî yên ku ji bo germkirin û stargehê tên bikaranîn, bi zêdebûna avahiyên betonê yên bihêzkirî û materyalên avahiyê yên nûjen winda dibin. Lê dîsa jî, xelkê deverên gundewarî yên Dêrazora li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, kevneşopiya salane ya hunandina ‘sîre’ pêk tînin.
Ji şaxên kesixandî tên çêkirin
Niştecîh ji şaxên daran ên ji baxçeyên xwe kesixandine, ‘sîre’ çêdikin. Bi gelemperî şaxên bêpel ên tû, kiwî û darên din tên bikaranîn. Ev pêvajo bi rêya bikaranîna rêbazên kevneşopî, bikaranîna keda kolektîf a jinan tê meşandin. Sîre, ji şaxên daran tê çêkirin. Gelek caran wekî materyala ji bo avahiyên ku li herêmê wekî "sibat" (cureyek 'sibat') an jî li hin gundan, wekî "arzala" (cureyek 'arzala') tên zanîn, tê bikaranîn. Li hin deveran, ev avahî di heman demê de wekî kulubeyên sade jî tên bikaranîn ku tê de êzing û êmê heywanan tên hilanîn.
Parastina mîrateyê ji bo jinan, yek ji sedemên herî girîng ê parastina tevna sade ya jiyana gundewarî ye. Ne tenê fêkiyê dara tûyê, lê her perçeyek wê tê bikaranîn: şerbet û xwarin ji fêkiyên wê tên çêkirin, di heman demê de şaxên wê bi destan di nav sîreyên dorhêl de tên çêkirin ku jê re "halane" tê gotin. Ev sîre ji bo gelek armancan tên bikaranîn.
Çandeke kûr
Xedece El-Abdullah, ku ji darên tûyê sîre çêdike, balkişand ser girîngiya çêkirina sîre ya ji bo xelkê herêmê û wiha got: "Li gundê me, çandina darên tûyê ne tenê çalakiyek çandiniyê ye; ew çandek kûr û şêwazek jiyanê ye ku sebir dixwaze. Em fêkiyê tûyê (em jê re dibêjin fertos) di şerbet û xwarinê de bikar tînin. Em şaxên wê vediguherînin sîreyê û di jiyana xwe ya rojane de bikar tînin."
Ji bo sûd ji tavê bê girtin
Sîre, ji şaxên tûyê ku teşeyê gulover an jî çargoşe girtiye û hişkkirî ne tê çêkirin. Li gundan sîre, wekî embar an stargehên hêsan ji bo heywanên mîna pez têne bikaranîn. Sîre zivistanê bi heriyê tê nixumandin, bi vî awayî ji sermayê tê parastin. Mezinahiya wan li gorî armanca wan diguhere; carna ji bo nixumandina deverên bi navê "sibat" an "arzala" tên bikaranîn û carna jî ji bo afirandina deverên rûniştinê yên bi navê "meşreqa", cihên ku ji bo girtina rojê zivistanê mirov lê rûdine tên bikaranîn.
Xedîce got ku “Em berê Sîreyê didin aliyê tavê û li kêleka wê rûdinin. Em ji wî cihî re dibêjin 'zirwet el-sîre' ku tê wateya lûtkeya tûyê."
‘Mîrateya me ya ku em naxwazin wenda bikin e’
Çêkirina sîreyyê piştî demsala kesixandina daran destpê dike. Dar tê hişkkirin û dû re bi destan bi rêbazên ku ji nifşekî bo nifşekî din têne veguhestin, tê hunandin. Xedîce bi van gotinan behsa çandiniya dara tûyê kir: "Em dara tûyê bi tov, şitl, an jî kesixandinê belav dikin. Dema ku ew mezin dibe, em di demek diyarkirî de daran berhev dikin. Şêwekirina dara tûyê carna tevê rojê berdewam dike. Zehmet e, lê em bêyî wê nikarin bijîn; ew mîrateya me ye ku em naxwazin winda bikin."
Xedîce ev huner ji dê û bavê xwe fêr bûye. Dema ku zarok bûye, li wan temaşe kiriye. Xedîce wan rojan wiha vegot: “Dîwarên me tunebûn, beton tunebû. Dara tûyê ji bo me her tişt bû: xwarina me, stargeha me. Bi demê re, ez wê jî fêr bûm.”
‘Dara tûyê ji bo me ne tenê darek e; ew jiyan bi xwe ye’
Feydeyên dara tûyê tenê bi fêkî û darê sînordar nîne. Pelên wê wekî xwarina heywanan tên bikaranîn. Darên zêde, ji bo germahiya zivistanê an jî ji bo êzingên tenûrê tê hilanîn. Xedîce diyar kir ku ev kar ji bo hin kesan hêsan xuya bike, lê di rastiyê de ew mîratek dewlemend e û wiha got: “Dara tûyê ji bo me ne tenê darek e; ew jiyan bi xwe ye. Em şaxên wê li kêleka tenûrê daldiqînin, em xwe pê germ dikin, em pê xwarinê çêdikin. Ew hişê me yê hevpar e. Jiyan diguhere, lê em ê girêdayî vê pîşeyê bimînin. Em ê wê bidin zarok û neviyên xwe. Ji ber ku ew ne tenê çavkaniyek dahatê an adetek e; ew dirêjkirina jiyana me, nasnameyên me ye. Em ê nehêlin ku ew winda bibe.”