‘Li Dêrazorê nifşek ji perwerdê bêpar mezin bû’
Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li kantona Dêrezorê, ji bo ku zarokên ku ji perwerdê bêpar mane ji nû ve bixwînin hewl bidin lê dîsa jî diyardeya terikandina ji dibistanê her diçe kûrtir dibe.
ZEYNEB XELÎF
Dêrezor – Di şerên giran ên hilweşîna aborî de, bi sedan malbat li cihê zarokên xwe bişînin dibistanê wan neçarî kar dikin. Rêveberiya Xweser, hewl dide ji bo zarokên di dema şer û dagirkeriya DAIŞ’ê de ji dibistanê bêpar mane qadeke berfireh a perwerdeyê ava bike. Lê belê xizanî, kêmaniya hişyariyê û şertên civakî pêşiya van hewldanan digrin.
Zarokên ji perwerdê bêpar mane îro tenê ne ber bi xizaniyê ve, ber bi tunebûna siberojê ve jî tên kişkandin. Ji bo çareseriya terikandina dibistanên li Dêrezorê, ne tenê bi başkirina avahiyan, baweriya di navbera perwerde mamoste û malbat, civak û dibsitanê de ji nû ve tesîsa wê weke giştî divê were destgirtin. Ji bo ku zarok ji kolanê werin rizgarkirin divê ev yek çêbibe, pêşerojeke nû wiha tê avakirin. Rêveberiya Xweser ji bo zarokên di dema şer de ji dibistanê bêpar mene, bernameyên destekê û polên taybet vekirîbe jî xizanî û bêkarî bandora van hewldanan sînordar dikin. Gelek zarok ji ber temenê wan derbas bûye, şerm dikin vegerin dibistanê yan jî ji ber fêrî karkirinê bûne naxwazin biçin dibistanê.
Xirbeyên ku ji şer mane ne tenê mekan in, bandorên xirab li ser jiyana zarokan jî dikin. Ne tenê bi malên hatine hilweşandin, ji mafên herî bingehîn ên wek perwerdê jî bêpar mane. Li kantona Dêrezorê rêzên dibistanan vala ne, çente toz girtine. Destjêberdana dibistanê êdî veguheriye xeteriyek bêdeng, gefê li siberoja nifşan dixwe.
‘Neçar im debara malbatê bikim’
Ev rewş êdî ne tenê encama şer û xizaniyê ye. Perwerde di çavên malbatan de êdî xwedî wate nîn e. Şertên giran ên aborî, zarokan di temenê biçûk de neçarî xebatê dikin. Saleh Huseyîn El-Wezîr ê 12 salî wiha got: “Min dest ji dibistanê berda divê li malê binhêrim. Ez weke boyaxvanê otoyê dixebitim, ez pere ji xwişka xwe re dişînim. Ez ji dibistanê hez dikim lê pere bi min nade qezenckirin. Ez neçar im debara malbata xwe bikim.”
‘Derfeta min a xwendinê tunebû’
Zarokek din Ala bi çîroka xwe çîroka bi hezaran zarokên ji perwerdê bêpar mane vegot û wiha domand: “Min gelek dixwest bixwînim lê belê derfetên min tunebûn. Ez bi bavê xwe re li bazarê tiştan difroşim. Ez xeyal dikim ku vegerim dibistanê lê belê rewşa me ya madî destûr nade.”
Dayîka heşt zarokan Xewla El-Qalab da zanîn ku ev 8 sal in koçber in û got ku “Kirê gelek zêde ne, jiyan gelek zor e. Zarokên min naçin dibistanê, ji ber hêza me ya em wan bişînin tuneye. Kurê min niha 10 salî ye û êdî naxwaze vegere.”
‘Dixwazim zarokên min bixwînin lê şert destûr nadin’
Dayîka du zarokan Meryem El-Hemed zoriyên ku dijî, wiha anî ziman: “Hevjînê min nexweş e, hemû bar li ser milên min e. Em li bazarê tiştan difroşin lê belê gelek deman em qezenc nakin. Em neçar bûn du zarokên xwe bişînin kar. Min xwest bixwînin lê belê şert destûr nadin.”
‘Nifşek nexwendî mezin bû’
Seroka Saziya Perwerde û Hîndekariyê ya kantona Dêrezorê Şuroq Bataha diyar kir ku terikandina ji dibistanan encama îhmala demdirêj a dema dagirkeriya DAIŞ’ê ye û got: “Nifşek bi awayê ku bi temamî ji perwerdê bêparmayî mezin bû. Zoriya herî mezin ew e ku em van zarokan ji nû ve bi pergalê bidin qezenckirin. Hinek jê êdî temenê guncaw derbas kirine. Hem cudahiya temen, hem jî fikara hevsengiyê zorî li wan dike.”
‘Bêyî desteka civakî dê ev pirsgirêk çareser nebe’
Di çarçoveya ‘Bernameya ji nû ve qezenckirina perwerdeyê’ ku Rêveberiya Xweser daye destpêkirin de, ji bo zarokên demdirêj neçûne dibistanê polên enetegrasyonê yên taybet tên vekirin. Desteka derûnî û civakî tê dayîn û ji bo hişmendiya perwerdê bi malbatan bide qezenckirin kampanyayên hişyariyê dimeşînin.
Şuroq Bataha da zanîn ku ev hemû hewldan bi tena serê xwe têr nakin, destnîşan kir ku bêyî desteka civaka xwecihî û sûda malî ya saziyên navneteweyî dê ev krîz çareser nebe û wiha got: “Ji ber şer bi dehan dibistanan xisar dit, li gelek avahiyan kêmaniya pol û tesîsan heye. Rêveberiya Xweser niha hewl dide dibistanan çêke û pêwîstiyên bingehîn pêk bîne lê belê çavkanî bi sînor in. Hêviya me ew e ku perwerde weke berxwedan were dîtin. Perwerde ne luksek e, rêbaza parastina demdirêj e. Vegerandina her zarokê careke din ji bo dibistanê, ji nû va avakirina pêşerojê ye. Destjêberdana dibistanê li Dêrezorê ne tenê îstatîstîkek e felaketeke civakî ye. Dema zarok dest ji dibistanê berdidin rastî xeteriya xebata bi zorê, parsekî û heta radîkalbûnê tên.”
‘Vegera dibistanê tê wateya vegera jiyanê’
Şuroq Bataha di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Vegera dibistanê tê wateya vegera jiyanê. Ji bo pêşerojek bi ewle û civakek bi hêz gava destpêkê ye. Zarok şansa duyem heq dikin. Lê belê dem teng dibe.”