Li Xezayê jin di bin kavilan de têkoşîna jiyanê didin
Jinên Xezayê diyar kirin ku beriya êrîşan jin gelek afirîner û jîr bûn, lê belê ji ber êrîşan êdî afirîneriya wan kêm bûye. Jinan gotin ku divê rewşa wan baş bibe.
REFÎF ISLÎM
Xeza – Di bin siya êrîşên li dijî Zîvala Xezayê de afirîneriya jinên ku dixebitin, ji ber şer û birçîbûna ku kûr bûye, gelek kêm bûye. Di vê qada hilweşînê de, ji bo ku jin cardin li ser piyên xwe bisekinin, tavilê pêwîstî bi xebatên rehabîlîtasyonê û başkirina şertên bingehîn ên jiyanê heye.
Kapasîteya hilberandinê ya jinan di demên dawî de bi awayek cidî kêm bûye. Êrîşên demdirêj û şertên xirab ên birçîbûnê ku her diçe xirab dibe, ne tenê kalîteya hilberînê, bandorê li asta wê jî kiriye. Karên ku jinan di çend saetan de temam dikir, êdî bi rojan didomin.
Di nava xirbe û rêzên jiyanê de
Şêniya Xezayî Mûna Akîle, ferqa di navbera beriya şer û piştî şer de wiha tîne ziman: “Li Xezayê beriya şer jin bi enerjî û bi hêvî bûn. Xeyalên wan ên mezin hebûn, wan bawer dikir û ji bo pêkanîna wê dixebitîn. Lê belê îro piraniya jinên li Xezayê, di konan de dijîn. Berpirsyariyên li wan hatine barkirin, ew enerjiya wan û xeyalên wan ên jiyanek baştir, ji destê wan girtiye.”
Mûna Akîle da zanîn ku ne tenê di karên ji derve de, afirîneriya di nava malê de jî kêm bûye û wiha got: “Berê ez di gelek karên wek sekretertî, nûnertiya firotanê û mamostetî de xebitîm. Di dawiya de min dest bi karê xwe yê firûnê kir. Lê belê firûn û hemû amûrên min li gel mala min, di êrîşan de bi erdê re bûn yek.”
Mûna Akîle anî ziman ku êdî jiyana wê ya rojane bi temamî hatiye guhertin û wiha got: “Berê min karê malê temam dikir, xwarin amade dikir û piştre diçûm kar. Piştî şer êdî tu rûtînek min nemaye. Felaket ne yeko yeko, hemû bi hevre tên. Ji bo girtina avê, rêzek dirêj, ji bo girtina xwarinê rêzek din...di van rêzan de di navbera jinan de nîqaş derdikevin.”
‘Ne zagon ne jî saziyên ku diparêzin hene’
Mûna Akîle diyar kir ku jinên ku li Xezayê dixebitin tu ewlehiya wan a zagonî nîne û got: “Dibe di qada taybet, an jî di saziyan de bixebite, yê kar dide bi tu awayî girîngî nade rewşa ku xebatkar dijîn. Zextên fizîkî û tenduristî li ser jinan ne xema wan e. Tenê dibêjin ‘Hilberîne, an ezê mûçeyê te bibirim.’ Rojek tenê hilberandina te kêm bibe, te bi yekî/a din diguherinîn.”
‘Divê sazî xwedî li jinên dixebitin derkevin’
Mûna Akîle da zanîn ku li Xezayê zagonên kedê nayên pêkanîn û karkerên jin bi temamî tên paşguhkirin û wiha got: “Gelek berpirsyariyên jinan hene, di dawiya mehê de ji bo van berpirsyariyên xwe bicih bînin bi hemû hêza xwe dixebitin. Jin di xwezaya xwe de hilberîner in. Beriya êrîşan, bi salan di projeyên taybet an jî saziyên mezin de serkeftinên mezin nîşan dan. Ji ber ku dest ji xebatê bernadin. Jin ji mêran zêdetir bi karên xwe ve girêdayî ne. Divê niha sazî xwedî li jinên ku dixebitin derkevin û wan biparêzin.”
Divê şertên jiyanê bên başkirin
Muruç el- Cerû ku li Xezayê dijî anî ziman ku êrîş ne tenê jiyana kesî, xebatên saziyan jî anîne xala rawestanê û wiha got: “Êrîşan xebatên saziyan jî asteng kir. Berê ji bo pêşxistina beşên diyar xebatên dihatin meşandin hebûn. Niha tevgerkirin jî zor e. Geştkirin, civîn, baldayîn hema bêje hemû hatine halê ne pêkan. Bandorên vê rewşê hê didomin. Beriya şer rojê 8 saet û heftê 5 rojan dixebitîm, niha herî zêde du yan sê saetan dikarim bixebitim. Êdî wek berê kapasîteya min a bedenî û zîhnî nîne. Ne ez ne jinên ciwan ên li gel min dixebitin, em nikarin performansek mîna berê nîşan bidin.”
Muruc el- Cerû destnîşan kir ku ji bo jin hilberandinê ji nû ve qezenc bike, divê destpêkê şertên jiyanê yên bingehîn bên başkirin û got: “Performansa jinan a di kar de, ji nû ve rehabîletekirin û bi rastiyan re lihevkirinê ve girêdayî ye. Ji ber vê jî divê destpêkê ava paqij, bicihbûna li gorî rûmeta mirovan, pêwîstiyên bingehîn ên wek xwarinê werin pêkanîn. Heta ev neyên pêkanîn hilberandina ji nû ve ya jinan û bihêvîbûna wan ne gengaz e.”
‘Jin têkoşer in’
Muruc el- Cerû di dawiyê de wiha got: “Jinên li Xezayê, îro hem bi awayê fîzîkî û hem jî ruhî ji bo jiyanê têdikoşin. Ji ber nebûna zagon û saziyên diparêzin, her roj bi xirbe, birçîbûn û ne diyariyê re rûbirû ne. Lê belê tevî vê, her yek hêviya avakirina jiyanê hildigrin di konan de, dema dikevin rêzê jî navê berxwedan û hilberandinê zindî dikin.”