Taxa Dolat Abad bi polîtîkayên cihêkariyê re rû bi rû ye
Taxa Dolat Abad a girêdayî bajarê Kirmanşanê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji ber polîtîkayên dewletê yên cihêkariyê, ji tendirustî, perwerde, binesaziyê bigre heta derfetên kar rû bi rûyî gelek pirsgirêkan e.
Kirmanşan- Kirmanşan weke yek ji bajarên herî mezin ê Rojhilatê Kurdistanê ye û yek ji 10 metropolên mezin ên Îranê ye, bi polîtîkayên cihêkariyê re rû bi rû ye. Li gel koçkirinê jî di nufusa Kirmanşanê de zêdetirî tê jiyîn, bi zêdebûna nufûsê re, pirsgirêkên civakî û aborî jî dest bi derketina holê kir. Hinek taxên bajar ne xwedî binesaziya têrker, xizmetên bajarbûnê û derfetê kare. Yek ji van taxan jî taxa Dolat Abad ku cihêkarî tê de tê jiyîn e.
Dolat Abad ku xwedî çêkerek piralî û divê tedbîrên berfireh were girtin û ji derveyî anîna avê û torên kehrebeyê, avakirina binesaziyê û başkirina wê divê xizmetên tibî û tendirustî jî were başkirin. Li taxa ku xelkê xizan lê dijî, bi taybetî dixwazin derfetên aborî lê zêde bibe, li taxê başkirina perwerdeyê û zêdekirina van qadan careke din sernavek girîng e.
Ji bo taxê proje tune ye
Tu projeyeke saziyên eleqedar a dewletê li vê qadê berdewam bike tune ye tê dîtin ku ji bo başkirina rewşa taxê îradeyek jî tune ye. Komara Îslama Îranê baldariya ku li herêmên dide nîşandin, nîşanî Dolat Abad nade. Taxa Dolat Abad li rojavayê bajar û destpêka riya Kirmanşan-Kayasht cih digre, piraniya nufûsê ji Goran, Sanjabî û Kurdên Caf pêk tê. Taxa Dolat Abad ku lehçeyên cuda yê zimanê Kurdî lê tê axaftin, mirovên ku ji dînên cûda jî digre nava xwe.
Taxa ku bi koçberan hatiye avakirin
Taxa ku nufûsa wê zêde ye û piranî koçberên ji gundên derdorê tên tê de dijîn, bûye yek ji xalên ku herî zêde cihêkarî lê heye. Gelek welatiyên vê taxê ji ber pirsgirêkên aborî yên beşên çolwar koçî bajaran bûne. Bi taybetî di salên 1990’an de piştî ku avahî li vê taxê hatin avakirin, mirovên hêza wan têrê nedikir li herêmên navenda bajar avahiyan bikirin û bi kirê bigrin, neçar man berê xwe dan malên biçûk, bê qalîte û bê ewle bikirin û bi kirê bigrin.
Zarok ji perwerdeyê bêpar in
Welatiyên taxê di gelek mijarên weke pirsgirêkên tendirustî, gihandin, binesazî û avê de li benda çareseriyê ne. Di mijara xwegihandina navenda tendirustiyê de jî zoriyan dikşînin. Di qada perwerdeyê de jî ji ber nebûna dibistanên guncaw, pirtûkxane, sînema, derfetên perwerdeyê bi serê xwe pirsgirêk in. Li vê taxê gelek zarok ji ber pirsgirêkên aborî yan jî kêmaniya xwegihandinê ji perwerdeyê bêpar dimînin. Li aliyê din ji ber tunebûna saziyên xebatên weke werzîş, çand û civakî, ciwanên li vê taxê di aliyê çandî û civakî de ji her tiştî bêpar in. Welatiyên taxê rewşa şebekeya kanalîzasyonê, komkirina çopê, tunebûna asfalta cade û kolanan protesto dikin. Her roja ku diçe li eraziyên vala yên taxê bi sedan ton çop tên dîtin. Ji derveyî vê kombûna çopê û bêhna xirab a van çopan rê li ber pirsgirêkên din ên tendirustiyê vedike.
‘Rayedar eleqeya pêwîst nîşan nadin’
Ji şêniyên taxê Asya Zahrabî tiştên tên jiyîn wiha anî ziman: “Ev salek e ez di xaniyê kirê de me û li taxa Dolat Abad dijîm. Me di warê xizmet û parastina qadên şîn de şaredariyê hişyar kir. Me jinan di mijara îsrafa avê de hişyar kir lê belê bi tu awayî dîqet nayê kirin. Her dem pirsgirêka çopê heye, bêhna kanalîzasyonê me aciz dike. Gelek pirsgirêkên din hene û rayedar eleqeya pêwîst nîşan nadin. Ji bo ez pirsgirêka kanalîzasyona mala xwe çareser bikim, min serî li fîrmayek da û 500 hezar tumen razand lê belê hê jî pirsgirêk nehatiye çareserkirin.”