Bi Jin Jiyan Azadî jin tovên genim li ser erdên xeta agir direşînin
Behiya Ibrahîm a ku ji gundê Qasimiyê a dagirkirî koçber bûye û di Kooperatîfa Çandiniyê de cih digre dibêje: "Li gund min bi tenê erd diçand lê niha em sê jin in, bi nêrînên hevbeş wê çandiniya ceh û genim a îsal serkeftî be."
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Komîteya Aborî a Kongra Star ligel kooperatîfên pêjxaneyên nanê sêlê 4 kooperatîfên çandiniyê jî pêşxistiye. Di Kooperatîfa Çandiniyê de ku li gundê Til Şinan a di xeta agir de pêşxistine, sê jinên Kurd yên ku di sala 2019’an de ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker koçber bûne û li gundewarên Til Temirê bicih bûne, cih digrin. Li gor plansaziya çandiniyê a komîteyê dê îsal, li rûbera 150 donim erd 50 donim biqasî 1 ton genim û 100 donim bi qasî 2 ton jî ceh were çandin.
Behiya Ibrahîm yek ji wan jinan e ku xwedî malbate jî, bi destên xwe tov li ser axa pîroz a ku bi dirêjahiya 5 salan de tê topbarankirin, reşandin. Bi xwe li ser rêveçûna amadekariyên erd berî baranekê, radiwestin û dişopînin.
Behiya Ibrahîm ji gundê Qasimiyê ye li bakurî bajarê Til Temir ê Kantona Cizîrê dikeve ye, çeteyên dewleta Tirk a dagirker mal û milkên wan wêrankirin û xaniyek bê ban nehiştine.
Têkildarî kooperatîfê jî Behiya ji ajansa mere sedemên hebûna wan di xetên agir de û xwe xistina xeteriyê de jî, ruxmî ku koçber bin jî anî ziman.
'Me topên dagirkeriyê yên neteqiyayî rakir û dest bi reşandina tovan kir'
Behiya Ibrahîm di destpêka axaftina xwe de got ku ew ligel du jinên din di vê kooperatîfê de cih digrin û wiha amadekariyên tên kirin anî ziman: "Rûbera erd 150 donim e û em sê jin li vir in, her 50 donim para jinekê ye. Ev der xeta agir e û xeteriya wê jî zêde ye, lê dîsa jî em li vir in. Çend roj berê me topeke neteqiyayî li nav erd dît, me agahî da saziyên elaqeder hatin û rakirin. Ruxmî topbarana her roj jî lê dîsa em li ser erd in û diçînin jî. Rê me û dijmin ji hev vediqetîne, lê dîsa jî em hatin me tovên ceh reşand û piştre jî em ê genim bireşînin."
'Tevî erdê me dagir kir lê dîsa em çandiniyê didomînin'
Behiya Ibrahîm a ku koçber e lê dîsa jî di xeta agir de ye dide zanîn ku sekna wê dibe bersiveke ji dagirkerên ku gund û mala wê şewitandin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Xaniyekî bê banî li wir nema ye, gundê me tev şewitandin û wêran kirin. Roj û salên ku em li gund bûn li ser axa xwe bûn, min jî wekî her cotkarekê çandinî dikir. Dibe ku dagirkeran erdê me dagirkirin lê dîsa ez dibêjim va ye em dîsa li ser erdê welatê xwe ne û dîsa diçînin. Têkiliya bi axê re têkiliyeke qedîm e."
'Ji çandiniya bi tenê ber bi kooperatîfeke bi sê jinan'
Behiya Ibrahîm cûdahiya salên berê wiha bibîrxist: "Dema ku ez li gundê xwe bûm, min bi tenê wekî jin erdê xwe diçand û radikir, lê niha cûda ye. Ruxmî êş û azarên koçberiyê jî lê niha em sê jin bi hevre vê kooperatîfê birêve dibin. Ji erdê ku min bi tena xwe diçand ber bi kooperatîfa sê jin tên cem hev, bi nêrînên hevpar em dighêjin çareseriyan û wiha bi hevre dimeşin."
'Alternatîfa qutkirina avê baran û bîreke binerd e'
Behiya Ibrahîm balkişand ser qutkirina avê û alternatîfan ku dê îsal pê erdê xwe av bidin û wiha pêl da gotina xwe: "Ji ber qutkirina avê ji hêla dagirkeran ve, me xwe spartiye ava baranê ya ku dê bihêle çem kêm jî be biherike, da ku erdê xwe av bidin. Bîreke avê ya binerd heye lê belê ji bo avdana 150 donim ne têrker e. Alternatîfa destê me de baran û bîra binerd e. Daxwaza min daxwaza hemû gelan e ku bila dewleta Tirk ava çeman berde. Dewleta Tirk a dagirker ne tenê êrişî axa me dike, êrişî nan û ava me jî dike, ev jî têrê nake êrişî jinan jî dike heta vir û bes e jêre, ma heta kengî. Serkeftina me li hember dagirkeriyê jî bê guman wê misoger be."
Behiya Ibrahîm di dawiyê de got ku her tovek wê bibe simbilek û wiha dê bikaribe di peydakirina nanê gelê herêmê de rol bilîze. Behiya bersiva êrişên dewleta Tirk da û got: "Em hîn hene."
Ji xetên agir û di rûyê dagirkeran de 'Jin Jiyan Azadî'
Sediya Tewfîq jî koçbereke ji gundê Miselta ku bakurî bajarê Til Temirê dikeve bi bilindkirina nîşana serkeftinê got: "Bi rihê Jin Jiyan Azadî, em li nav erdê xwe bin an jî li kuderê dibin jî em ê biserkevin û çavê me ji dijmin naşikê. Her simbileke ku wê kesk û zer bibe dê bibe fîşek û li dilê dijminê me bikeve. Em natirsin û tekane rêya me jî berxwedan e."