Serpêhatiyek 105 salan: Rîstinê fêrî nifşên li pey xwe dike

Xezal El-Mutleq a 105 salî çanda herî ristîne ku ji dayik û mezinên xwe fêr bûye hînî 8 nîfşên li pey xwe kir. Xezal El-Mutleq bi gotina “Civaka ku dîroka wan nebe pêşeroja wan jî dê nebe” banga xwedî derketina li dîrokê dike.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Xezal El- Mutleq ya şahidiya dîroka 105 salan li ser rûyê wê diteyise, karê rîstina hiriyê dike û hînî nifşên li pey xwe dike. Xezal El- Mutleq ku serpehatiya tevahî jiyana wê di bîra wê ye dibêje "Civaka ku dîroka wan nebe pêşeroja wan jî dê nebe."

Serpehatiya 105 salan

Xezal El- Mutleq li Gundê Til Mişhin ya girêdayî bajarokê Çilaxa Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriye hat dinê. Xezal El- Mutleq li gundê Heso Retla ya girêdayî navçeya Tirbespiyê zewiciye û niha li wir dijî. Dayika Xezal temenekî dirêj derbaskiriye, lê heta niha hemû zaroktî û ciwantiya wê di bîra wê maye. 3 kur û 3 keçên wê hene û bi qasî 100 neviyên wê hene. Dilnizmî, ken û axaftina wê diyar dike ku ne jineke ji vê demê ye. Ji dilnizmiya xwe pir rehet bi mirovan re dide û distîne, bi neviyên xwe re henekan dike û hezkirinê parve dike, her wiha di axaftina xwe de behsa dîrokeke esîl dike. Zimanê axaftina wê ji aliyê nifşên niha ve nayê fêmkirin, ew bi zimanê Erebên koçer yên herî esîl diaxive.

Çavê wê bûye şahide gelek serdemên dîrokî û behsa jiyaneke tijî bûyer dike. Xezal El- Mutleq di navbera 105 salan de pîşeyeke çandî ji kevneşopiya resen ya çanda Ereban girtiye ew jî ristina hiriyê û çêkirina amûrên jiyanê ye. Bi qasî 8 nifşên piştî xwe re hîn kiriye, zarokên wê, neviyên wê, gundiyên wê û gelek mirovên ji deverên cuda yên vê çandê diparêzin. Dayika Xezal bi xwe re dîrokek çandî, zanistî ya dewlend rakiriye û heya niha jî dide jiyîn.

‘Zaroktiya min di nava pergala eşîran de derbas bû

Dayika Xezal El-Mutleq behsa zaroktî û geşbûna ciwantiya xwe kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ez jineke Ereb a ji gundê Til Mişhin im, bi eslê xwe keça şêxê eşîreya Cewala me û di heman demê de bavê min muxtarê gundê xwe bû. Zaroktî û ciwantiya min baş tê bîra min, ji ber ku hertim di bîra min de ye. Dema ez ciwan bûm, jineke bi xemil bûm kurzê porê min sorî qalind bû û çavê min bi kil û kildan bû. Zaroktiya min di nava pergala eşîran de derbas bû, ango hemû rêbazên eşîrtiyê di dema min de dihatin pêk anîn. Di eşîrên me de jin helbestvan bûn, di rêvebirina jiyana xwezayî de pispor bûn, kedkar, siwara hesban û xwedî girîngî bûn.  Ango jinekê dikaribû xwînrijandinê di navbera du eşîran de rawestîne.”

‘Min piştî xwe 8 nifşan fêrî ristina hiriyê kir’

Xezala El- Mutleq destnîşan kir li ser pîşeya xwe ya ristina hiriyê û jê çêkirina amûrên jiyanê û wiha domand: “Di temenê 14 saliya xwe de dayika min min fêrî ristina hiriyê kir. Ji xwe tayên me yan ristinê jî ji hiriya pezê me bû. Di demsala biharê de me hiriya bez radikir û li ber kaniyan baş dişûşt û paşê me zûha dikir û dikir tayê ristinê. Amûrên ku me pê kar jî dikir weke teşî, şehê hiriyê û qoçê xezalan a hemû ji afrîneyên me bûn. Di salê de me hêjmareke amûrên hiriyê yên wek  sicda, çenta, tevn û gelek amûrên ku çanda me zindî dike çêdikirin. Berhemên me piranî li welatên Ereban weke Erebistana Sûdiyê dihatin firotin. Min piştî xwe 8 nifişan fêrî ristina hiriyê kir û niha zarokên min û neviyên min hemû di vî karî de pispor in. Li kêleka wê jî me ji mûyê bizinan konê xwe çêdikirin û li deştan me jiyana xwe bi xwezayê re diqedand.  Her wiha me ji çermê bizinan meşk çêdikirin û jê me nivîşkê esîl û rûnê Erebî radikir. Ango ez dikarim bêjim jiyana me hemû bi keda destê me bû.” 

‘Me di serdema Fransiyan de rojên zehmet jiyan kir

Xezal El-Mutleq bal kişand li ser serdemên ku derbasbûye û şahidiyên xwe yên dîrokî wiha pênase kir: “Mala bavê min mezinên gundên me bûn ji bo wê deriyê mala me ji hemû mirov û mêvana re vekirî bû, pir caran mirov ji Mûslê, Bexda, Serxetê berê xwe didan mala me. Dagirkeriya Fransiyan bi serkêşiya Rogan ji Sûriye re baş tê bîra min, ez wê demê zarok bûm. Fransiyan zirareke mezin gihand mal û milkên mirovan û her êvarê gel talan dikirin. Me di konan de jiyan dikir, malên wisa ji kelbîçan jî nebûn.  Dema şev dikete erdê de Fransiyan digirtin li ser konên me û hemû sewalên me didizîn, pir caran destdirêjî li jinan dikirin û mirov her carê ji cihekî koçberî cihekî din dibûn. Me di serdema Rogan de rojên zehmet jiyankirin. Heya derketina Fransiyan ji Sûriye jî hemû netewên herêmê bi Kurd, Ereb û Sûriyan sekneke bi hêz nîşandan û dikaribûn vê dagirkeriyê ji axa me derbixin. Ji xwe xweşiya jiyanê jî piştî derketina Fransiyan a ji axa me destpêkir û jê û pêde me hemû netewan jiyaneke xweş bi hev re derbas kir. Heya niha jî em wisa dijîn ji hev hezdikin û di hemû xweşî û nexweşiyan de li kêleka hev in.”

‘Civaka ku dîroka wan nebe pêşeroja wan jî dê nebe’

Xezal El- Mutleq bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Bi temenekî ewqas mezin jiyankirin pir zehmet bûye, ji ber bi pêşketinan re ez terzê jiyana niha qebûl nakim. Ji ber tenduristiya min rewşa min ne baş e, lê pir caran ez ji zarokên xwe re dibêjim ka amûrên minî kevnar bînin ez hiriyê birêsim. Ez jineke ji dîrokê me, min di jiyana xwe de pir ked û tecrûbeyên jiyanê ji nifşan re parve kir. Dema ez biçim li ser dilovaniya xwe hêviya min ew e ku tu carî dîroka xwe jibîrnekin û xwedî lihev derbikevin. Bila hezkirin hebe ger hezkirin nebe em nikarin dîrokeke bi nirx li pey xwe bihêlin. Civaka ku dîroka wan nebe pêşeroja wan jî dê nebe.”