Pira navbera Bakur û Başurê Efrîqa Morîtanya

Welatê ku di cîhanê de xwediyê çavkaniya duyemîn a zêr e, ji aliyê masîvanî û çandiniyê vê bi xêr û bêr Morîtanya ye, wekî gelek ax û welatan, di bin mêtinkariyê de ye û welatiyên wê di nava hejariyê de dijîn.

Navenda Nûçeyan - Morîtanya dikeve bakurê rojavayê Afrîkayê û peravên Okyanûsa Atlantîkê. Li Bakur bi Mexreb û Cezaîr, li Başûr bi Senegal, li Rojhilat û Başûr jî bi Malî re cîran e. Wekî pireke têkiliyê ye di navbera bakur û başûrê Afrîkayê de. Welatê herî mezin ê Ereb û Mexrebê ye, firehbûna wê bi qasî 1.30700 km 2 ye. Sînorê wê nêzî Malî, Cezaîr û Mexrebê ye, Çemê Singal di navbera wê û Singalê de derbas dibe. Şêniya wê bi qasî 3,281,635 ne. Ji sedî 80'ê Erebên (Al-Baidan in) û Erebên Al-Haratin, ev her du nijad bi zaravayê heman Hassanî diaxivin. Ji sedî 20 Afrîkayiyên reşik in, ev kom ji wolof, senke û polar pêk tên. Ruxmî ku zimanê Frensî di dezgehên hikûmetê de zimanê serdest e jî li gorî destûra Morîtanyayê Erebî zimanê fermî ye û zimanê Înglizi û Îspanî jî kêm tê axaftin.
Navê xwe ji eşîrên Moro girtiye
Gelê Phoenician navê Moro li eşîrên Amazîxî yên Bedouin ku li çolê dijîn kirine. Navê Morîtanyayê ji demên Kartagiyan û Romanan tê û ev nav ji bo tevahiya herêma bakurê Afrîkayê hatiye dayîn. Li bakurê Afrîkayê navê Morîtanya, Qeyser û Tangier Morîtanya li du dewletên kevnar hatibû kirin. Sedsala 19’an dema ku piraniya welatên herêmê ketin bin kolonyalîzma Fransayê, ev nav ji hêla Fransayê ve li welatê dikeve navbera Sengal û Mexrebê tê kirin. Peyva Morîtanya, tê wateya erdê mêrên reşik. Di demên berê de gelek navên wekî welatê Chinguetti, Çola Mulesemîn û welatê Lmetuna li Morîtanyayê hatine kirin. Navê herî kevnar ê ku Erdnîgarvanên erebî lê kiribûn Welatê Enbiya bû.
Ji nexş û nîgarên li ser kevirên wê tê xuyakirin ku di demên kevnar de Morîtanya ne welatek bê av bûye. Ji ber guherîna avhewayê bi demê re çem zuha bûne, ji ber vê yekê xelkê wê ji neçarî ber bi rojhilat û başûr ve koç kirine. 
Bawerî û niştecihbûn
Di sala 116 hîcrî û 734’ê mîladî de îslamiyet ket Morîtanyayê. Di destpêka sedsala pêncemîn a hîcrî de eşîrên Ereban ketinê. Di sedsala şeşemîn a hîcrî de jî eşîrên Ereban ên Banu Al-Maqil li Morîtanyayê bi cih bûn. Ew ji Misra Jorîn wekî beşek ji koçberên semicircular ên navdar hatin li welatên Mexrebê bi cih bûn. Gelek eşîrên Emazîxî yên xwecihî ji vê rewşê nerehet bûn û li dijî vê yekê sekinîn. Sultanê Ereban ê wê demê jî bi navê yekgirtina olî ev helwesta eşîrên xwecihî şermezar kir. Îslamiyet berî ereban gihîştibû herêmê. Bi demê re nijadek hevpar a Emazîxî û Ereban pêk hat. Di seranserê dîroka Morîtanyayê de koma herî girîng a mirovan ji Emazîxî û Ereban pêk dihat ku niha jî niştecihên Morîtanyayê ne. Ji sedî sed şiniyên wê Misilman in. Di nav hemwelatiyên Morîtanyayê de olek din tune ye lê hinek Mesîhî, Sengealî û Malî paşê hatine li wê dijîn. Bi taybet li bajarên mezin ên wekî paytext Nouakchottê bi azadî li gorî baweriya xwe îbadetên xwe dikin. 
Civaka Morîtanyayê, berê di nav çînên Ereb, Al-Zawaya, Al-Haratin, Mamoste, Aznak de hat dabeşkirin û her yek ji wan xwedî rolek ku ew ji yên din cuda dikir bûn. Ereban parastina dewletê dikir, Zawiya xwendin û perwerde diparastin, Haratiyan çandinî dikirin û mamosteyan jî di pîşesaziya kevneşopî de kar dikirin. Niştecihên Afrîkî yên li Morîtanyayê diman weke Sunnake, Polar ên ku ji eşîrên Falan (Vlata) ne û Wolof  bi sê koman hatin dabeşkirin ku her komek xwediyê zimanê xwe yê resen e.
Bazirganiya koleyan
Koleyên li Morîtanyayê ji gelek welatên Afrîkayê ne û di dîrokê de ji aliyê bazirganên koleyan ên Senegal û Maliyê ve hatine kolekirin û firotin. Bazirganiya koleyan heta sala 1981'an jî hatiye. Di  demên dawî de navê wan wekû xulam dabûn guhertin û ji wan re digotin. Piştî salên 2000’an ev rewş hat guherîn û ji bo êdî kes kole nejî zagon hat derxistin. Li gorî qanûna Morîtanyayê ya di sala 2007'an de derket kesê ku kole xwedî dikir sûcdar dihat dîtin. Di sala 2015'an de jî hinek madeyên nû yên weke koletî sûcê li dijî mirovatiyê li zagonê hat zêdekirin.
Çandinî
Ji sedê 53’ê şêniyên wê li gundewaran dijîn û bi karê çandiniyê ve mijûl in, ji ber wê jî çavkaniya sereke ya debarê çandinî ye. Çandiniya birinc, darên fêkiyan û sebze li ser Çemê Senegalê tên çandin. Ji ber zuhabûna ku di salên 1970'yî de li welat çêbû karê herî zêde bandor lê bû û bi paş ket karê çandiniyê bû. Di Hezîrana 2016'an de, hikûmeta Morîtanyayê projeya hewayê ya herî mezin li welat vekir.
Masîvanî
Morîtanya, di warê masîvaniyê de yek ji welatên girîng tê hesibandin. Yek ji taybetmendiyên wê yên xwezayî jî ew e ku di nava welatên hilberîna masîvaniyê de cih digre. Xwediyê peravên ber bi Okyanûsa Atlantîkê ve bi dirêjahiya nêzîkî 750 km ye. Salane dahatek zêde ji masîvaniyê bi dest dixin. Di sala 1978’an de 30 milyar dînar, di sala 1986’an de jî 70 milyar ji masîvaniyê girtine. Ji hingê ve sektora masîvaniyê bûye yek ji girîngtirîn sektorên welat, bi vê re pereyê zîv jî rolek girîng dîtin. Tevî ku hilberîna Morîtanyayê bi sînor e jî vê sektorê roleke girîng di aboriya welat de lîst. Herî zêde jî Yekitiya Ewropayê ji masîgirên Morîtanyayê yên masiyan digirin, her sal nêzî 7340 ton masiyan  digrin.
Bi salan e welat ji aliyê keştîvanên biyanî ve tê talankirin. Hinek ji talana welat jî bi destê welatiyan tê kirin, ji ber bi xwe ne di ferqa nirx û buhayê berhemên xwe yên dîrokî de ne ji bo wê jî bi bihayek erzan difiroşin keştîvanên li ser Okyanûsa Atlantîkê xwe digihînin herêma wan û wan berhemên wê dibin gelek deverên cîhanê.
Madenên zêr
Di sedsala 20'an de beriya serxwebûnê, li devera Batah Al-Zuweirat a dikeve bakurê welat ji hêla kompanya hesin a bi navê Mefarma ya Morîtanyayê ve xebatên memelên hesin dest pê kir. Di nava çend salan de 12 milyon ton hesin hat bidestxistin. Di sala 1963'an de keştiyên xwe yên yekem ji van kanan derxistin. Ji aliyê Komeleya Neteweyî ya Pîşesaziyê û Minareya Sennem ve hat nasîn. Li Morîtanyayê 8 memelên mezin ên zêr hene û hîn lêgerîna memel û madeyên nû dewam dike. Niha jî hîn zêdetir li ser madenên têlên eletrîkê û zêr xebat tê kirin. Madena herî mezin û hilberîna wê zêde jî madena zêr a bi navê Tazazit ku li bakurê Rojavayê Morîtanyayê ye û 300 kîlometre li bakurê paytext Nouakchottê ye. Di sala 2008'an de xebatên wê hatine destpêkirin û niha li cîhanê gihîştiye cihê zêr ê duyem.  
Zimanê xwendinê erebî ye
Ji sala 1999'an ve sala destpêkê ya dibistana seretayî zimanê erebî tê dayîn. Ji sala duyemîn û şûnve jî zimanê Fransî tê dayîn. Di nav de jî xwendekar kursên pîşeyî hîn dibin. Her ku salên xwendinê diguherin ziman û zaravayên cuda jî tevli waneyên wan dibin. Zimanê Înglîzî û zaravayê weke weldiya jî li Zanîngeha Nouakchott û saziyên din ên perwerdeya bilind tê dîtin lê piraniya xwendekarên morîtanî xwendina zanîngehê li derveyî welat xwendine. 
Di 25'ê Mijdara 1960'an de artêşa Morîtanyayê hat avakirin. Ji bo parastina axa xwe û li dijî êrîşên derve bisekine, berpirsyar e ku ewlehiyê biparêze. Li gorî destûrê, serokê komarê fermandarê mezin ê hêzên çekdar e. Vê artêşê heya niha tenê carek şer kiriye ew jî şerê çolê bû. Ji dema ku serxwebûna xwe bi dest xistiye heya sala 1960'an cara yekem bû di hilbijartinê de gelek berendam hatin nîşandan.
Di 11'ê Adara 2007'an de yekemîn hilbijartinên serokatiya demokratîk li Morîtanyayê pêk hat. Piştî derbeya leşkerî ya sala 2005'an hilbijartin ji serweriya leşkerî veguherî serweriya medenî. 
Qedexekirina sineta jinan
Di 18'ê Cotmeha 2011'an de rêberên Misilman ên Morîtanyayê sinetkirina jinan qedexe kirin. Rêjeya qelewbûnê di nav jinên Morîtanyayê de pir e, dibe ku hinekî bi sedema standardên herêmî yên bedewbûnê be jî. Ji ber li herêmê jinên qelew bedew tên dîtin û jinên zeîf nexweş tên hesibandin.
Ji ber dewlemendiyên binerd û çandî Morîtanya di nava lîsteya Mîrasên Cîhanê ya UNESCO’yê de cih girtiye.