Dema xwest bê berdan ji 28 cihan hat kêr kirin

Elîfa ku 15 salî ji aliyê bavê xwe ve bi zorê hatiye zewicandin dibêje; “Ji bo bi sûcdariya xwe re derkeve serî her dem şîdet pêk dianî. Pêşî lêdan dûre jî tecawiz dikir.” Elîf dema dixwaze devjê berde bi 28 derban tê kêrkirin. Mehek li beja giran dimîne. Tişta ku wê bi jiyanê ve girê dide keça wê Melîs e. hevjînê wê yê berê her dem peyamên ‘dema ez derketim ez ê karê min nivî hiştiye temam bikim’ dişîne. 5 sal e bi tirsa mirinê dijî. Di bedena wê de bi dehan şopên birînê bi deqan hatine girtin…

ZEYNEP AKGUL
Ankara - Li malê, li kolanê, li dibistan û cihên kar em her dem rastî hemû cure şîdetê tên. Yek ji van jinên rastî şîdetê tê jî Elîf Yilmaz e. Ew15 salî hatiye zewicandin û ji ber ewlehiyê me navê wê û keça wê guhertiye. Di cotmeha 2014’an de dema xwestiye hevjînê xwe berde, ji mil, çaq, zik û hema bêje ji hemû derên bedena xwe 28 caran hatiye kêrkirin. 
Elîf a 34 salî zaroka pêşîn a malbata xwe ye. 4 xwişk û bira ne. Yek ji wan nexweşiya zihînî pê re heye. Heta dibistana seretayî xwendiye. Niha fikara wê ew e ku keça xwe Melîsa 17 salî bikaribe bixwîne û jiyana xweş bike para wê. 
Çîroka Elîfê dema 15 salî bûye ji aliyê bavê xwe ve bi kesekî ku qet wê nas nekiriye re bi zorê hatiye zewicandin dest pê kiriye. Dibêje: “Bavê min alkol vedixwar û li dayika min dixist.’ Çend sal berê dayika wê miriye. Dibêje “Ger dayika min sax bûya ev tişt nediharin serê min” û wiha behsa wê şeva weka xewnereşkê dike: 
“Ez 8 salan bi dê û bavê hevjînê xwe yê berê re jiyam. Salek piştî zewacê keça min çêbû. Dema ku ev tişt hat serê min keça min 11 salî bû. Li keça min jî pir şîdetê dikir. Em diçûn marketê zarok bû çîkolata dikirî; porê wê dikişand, çîkolata ji destên wê digirt datanî cihê wê. Her dem şîdet hebû lê du meh beriya wê bûyerê, her diçû şîdetê zêdetir dikir.” 
Elîf diyar dike ku wê jê bavê hevjînê xwe re gotiye ku rastî şîdetê tê û jê alîkarî xwestiye lê wî jê re gotiye “Tu yê wiha îdare bikî. Tiştek bi kurê min bibe ez te sax nahêlim.”
“Tevî ku cezayê dûrxistinê girtibû jî dihat malê”
“Nedihişt ez derkevim derve. Dema ez dixebitîm, 5 deqe dereng bimama, dikir hinceta lêdanê. Min tu carî jê hez nekir lê ez neçar bûm zewaca xwe bidomînim. Roja ku ew bûyer çêbû, ez bi keça xwe re li mala xwişka xwe dimam. Maleke me ya hevpar hebû. Di dema hevberdanê de me gotibû ku em ê wê malê bifroşin û bi hev re ji xwe du malên biçûk bistînin. Lewre min xwest bi awayê lihevkirî em hev berdin. Ji bo li ser hevberdanê bi malbata xwe re biaxive çûbû bajarê xwe.  
Dema ku hat Enqereyê ez lê geriyam, min jê re got ‘tu bi malbata xwe re axivî’ ji min re got ‘were malê em biaxivin’. Ez çûm malê. Tevî ku cezayê dûrxistinê girtibû jî bi rehetî dihat malê ji ber wê yekê ez bi xwişka xwe re dimam. Wê rojê montek lê bû, her dem destê wî di cêba montê wê de bû. Min jî got qet cihek wî diêşe. 
“Min bi lez berê xwe da derî lê derî kilîtkirî bû”
Dûre ji nişkave me dest bi nîqaşê kir. Ez û keça xwe li salonê bi hev re radiketin. Min jê re got ‘Bila zarok rakeve dûre em biaxivin.’ Ji ber ku zarok raneket, bi porê wê girt û wê dehf da. Zarok jî nexwest biçe. Dema ku min hewl da zarok ji destên wê bigrim, destê min li kêrê ket. Min hîs kir ku dê tiştên xirab çêbibin. Bi carekê du car kêrê li min da, ez bi ser çokên xwe ketim. Dûre çend caran kêrê l imin da. Dema ku keça min xwest bi wî bigre du sê caran jî kêr li wê ket. Ez bi lez ji wê reviyam ber derî. Tevî wan derban jî hişê min li cih bû. Min mêze kir derî kilît kiriye, min nikaribû vekim. Dûre ez reviyam odeya razanê. Min bi destên xwe li dîwaran da. Min ji cîranan re got ‘hawar e min rizgar biki.’
‘Min digot qey kes nabihîse?’  
Elîf dibêje ku cîranê wê yê qata herî jor hatiye wê demê ew jî reviyaye çûye. Dema ku keça min got ‘dayê çû’ ez hatim salonê û li wir ji hemdê xwe çûm. Cîranên min gazî ambulansê kirine min birine nexweşxaneyê.
“Piştî ji nexweşxaneyê derketim çûm mala xwişka xwe. Aslı jî wê demê min nas kir. Wê demê xesû û xezûrê xwişka min jî hatin malê. Li malê bêhizûrî çêbû. Xwestin em ji malê biçin. Me jî ji xwe re malek kirê kir û em ji mala xwişka xwe çûn. Tupek me ya biçûk hebû. Heta ku doz bi encam bû me wisa îdare kir. Ji ber ku mal hatibû morkirin me nikaribûn eşya jê bigrin. Wê demê Aslı alîkariya pere eyar kir.”
Di şevek de bêkar ma 
Asli ya ku Elîf behsa wê dike, di bin banê Wezareta Xizmetên Civakî û Xebatê ya Malbatan de dixebitî. Asli jî di wê demê de şevek de bi biryara KHK’ê ji kar tê avêtin. Dema ku bûyera êrîşa li hemberî Elîfê di çapemeniyê de derdikeve, hevalên Aslihan Han, jê re dibêjin ‘bi vê mijarê re tu eleqedar bibe.’ Hevnasîna Aslihan û Elîfê wiha dest pê dike. Di demên din de jî Aslihan tu carî dest ji Elîfê bernade. 
Ger çêbe dê derkeve!
Elîf wiha dibêje “Tişta ku her mêr dike wî jî kir. Ji bo sûcdariya xwe veşêre, her dem serî li şîdetê dida. Piştî lêdanê jî tecawiz dikir.” Û wiha didomîne: “Ji ber şîdetê min rapora derbê girt, ew ji vê yekê pir aciz bû qirên kir. Gef  li min xwar. Li gorî biryara dûrxistinê tevnedigeriya. Ji ber ku min tehdît kir, min nikaribû giliyê wî bikira. Ez ditirsiyam. Wî kuştina min plan kiribû. 13 sal ceza girt. Ger efû çêbe ew ê derkeve.”
“Hê jî gefan li min dixwe”
Elîf diyar dike ku ew bi rêya hinekan her dem jê re dibêje: “Dema ez derbikevim, karê min nîvî hişt ez ê biqedînim û wiha didomîne: “Ez çûm dozgeriyê min gilî kir. Min ji Wezareta Xizmetên Civakî re vê rewşê bi nivîsê ragihand. Ez pir ditirsim. Gelo efû derket, derneket, ev mêr dê bikeve ber efûyê yan na? Gelo dema were berdan dê min agahdar bikin? Ez her dem bi van pirsan dijîm.”
Di vê pêvajoyê de Elîf ji bo bikaribe li ser lingên xwe bisekine, zêdetir xebitiye. Karên ku rojane kiriye her çûye zêdetir bûne. Lê piştî wan derbên kêran baş nikare milên xwe bixebitîne. Tevî ku çend caran serî li Navenda Xizmetên Civakî daye û diyar kiriye ku ji ber pirsgirêkên tendirustiyê û xirabûna derûnî baş nikare bixebite, alîkariya pere ya piştî dest bi xebatê kiriye hatiye birîn ji nû ve jê re girê bidin jî jê re hatiye gotin ku ew dikare bixebite û alîkarî nehatiye dayîn. 
“5 sal in bi tirs û xof dijîm”
“Xanî ji ber hacîzê hat firotin. Nîvê hîseyê wê dan min. Min bi wî pereyê dest bi kar, hemû qediya. Ji ber ku keça min bûye 18 salî, niha vê dikin hincet û alîkariya pere nadin. Min çend caran serî li Xizmetên Civakî da lê alîkariya pere ya her dem girê nedan. Tenê carek 2 hezar tl dan. Hê 8 meh mabû ku keça min 18 saliya xwe biqedîne lê tevî wê jî pereyê alîkariyê nedan. Min bi 2 hezar tl yê ku dan kirêya mala xwe da.”
Elîf dibêje “Ez dixwazim bi keça xwe re biçim cihekî bi ewle û wiha didomîne: “Pêdiviya min bi alîkariya bê pere ya parêzerek hey. Ji bo ku ew mêr nikaribe min bibîne divê nasnameya min veşartî be. Navnîşana mala min dizane. Lewre di dosyayê de navnîşan heye. Divê ez ji vî welatî biçim. 5 sal in ez bi tirsê dijîm. Ez biçim li ku jî dê min bibîne. 5 sal derbas bû, gelo mirov qet naguhere? Teqez dê were û karê di nîvî de hiştiye biqedîne.” 
Çawa hev nas kirin
Pispora Xizmetên Civakî Aslihan Han jî wiha behsa hevnasîna xwe û Elîfê dike: “Min di dema peywirê de ew nas kir. 5 sal in em hev dibînin. Ez nikarim pir tiştek jê re bikim lê qet nebe ez bi hinek kesan re dişêwirim û wê dişînim ba wan. Ez hewl didim di mijara kar de jê re alîkarî bikim. Avêtina min a ji kar nebaş bû. Ji ber ku ez ji kar hatim avêtin, di vê pêvajoyê de derfet çênebû tiştek ji bo wê bikim. Di sala 2014’an de ez li Navenda Xizmetên Civakî ya Mamakê ku girêdayî Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê bû dixebitîm. Ji wezaretê nivîsek ji jor hat. Wezaretê nûçeya têkildarî şîdeta li ser jinê ya di rojnameyê de derketibû, wekî îxbar dîtibû. Bûyera şîdetê li Mamakê çêbûbû. Li Mamakê saziya girêdayî wezaretê tenê ya ez lê dixebitîm bû. Alîkarê mudûr ê wê belgeyê hewale dike dibêje: ‘Em vê peywirê dewrî Aslihanê bikin, bila ew eleqedar bibe. Di mijara şîdeta li hemberî jinan de ji gelek kesan hesastir e eleqedar dibe.’ 
Aslihan dibêje “Min dosyayên şîdetê yên xebatên xwe yên heta wê rojê hewaleyê min hatibûn kirin wekî “ewraq” jinên rastî şîdetê jî hatibûn wekî “serlêder” nedîtibû.” 
“Dema nûçe derket Elîf di beşa lezgîn de bû. Me çawa dosyayê girt em çûn mala Elîfê. Mal morkirîbû. Em wê demê negihîştinê, dûre em bi riya hinek têkiliyan gihîştinê. Li malek şevnişînî ya xirabe li ba xwişka xwe dima. Hê nû ji nexweşxaneyê derketibû, her derê wê pêçayî bû. Hevnasîna me wiha dest pê kir.”
“Berpirsyarê yekem Wezareta Malbatê ye”
Aslihan Han, diyar dike ku Elîf her dem ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve bi kuştinê tê tehdîtkirin û axaftina xwe wiha didomîne:
“Divê ku ew li girtîgehê terapî bibîne. Gelo kesên ji ber şîdeta li dijî jinan tên girtin, di dema xwe ya li girtîgehan de terapî dibînin? Bi psîkolog û pisporên xizmetên civakî re hevdîtin dikin yan na? Xebata Gelo di vê mijarê de Wezareta Dadê xebatek dike? Ev jin ji mirinê filitî. Dê çawa vê jinê biparêzin? Ji bo vê mijarê polîtîkaya parastinê ya dewletê heye? Alîkariya pere ya ji bo demek kir baş e lê gelo ev dewlet nabêje ev jin berî 5 salan ji mirinê filitî. Berpirsyarê yekem Wezareta Malbatê ye. Wezareta Malbatê gelo qet li rewşa wê dipirse? Divê ji bo jinên rastî şîdetê tên polîtîkayên domdar û şopîner ên wezaretê hebin. Divê di demên li pêş de jî rewşa wan bişopînin, kontrol bikin.  Ev jin 5 sal in bi heman tirsê dijî. Hê jî xwe di ewlehiyê de hîs nake. Dewletê jî nikaribû ewlehiyê pêk bîne. Heval dost û xizmên wê jî nikaribûn rewşa awle çêkirina. Ev jin dibêje qey dema biçe welatekî din dê xwe û keça xwe di ewlehiyê de hîs bike. Di ser de jî birçîbûn lê tê ferzkirin.”
Aslihan Han diyar dike ku ji saziyên jinan jî tu destek negirtine. 
 “Tu kes tişta pêwîst nake”
Aslihan Han diyar dike ku dema Elîf hatiye tehdîtkirin, ji saziyên jinan xwestiye ku desteka parêzer bidinê lê tenê ji bo rehberiyê destek danê û wiha didomîne: 
“Tu kes tişta divê bike nake. Elîf 5 sal in karekî daîmî nedît. Nikare milên xwe baş bixebitîne. Ji derveyî alîkariya pere divê ji bo jinên rastî şîdetê tên, li her nexweşxaneyê pergalek were avakirin ku bikaribin sûdê jê bigrin. Ji ber ku keça wê ji 18 salan biçûktir e, ji xizmetên civakî pere digre. Dema 18 salên xwe biqedîne dê qurişek pere nedinê. Ji bo jinên rastî şîdetê tên ji aliyê aborî ve desteka dewletê tune ye. Ji bo yên hikumxwarî, yên berasteng, li saziyên dewletê qanûna ku derfeta kar a kontenjanê dide heye lê ji bo jinên ku rojê 4-5 yan tên kuştin an jî birîndar dibin tu derfet tune ye. Divê qanûnan ev jin bi kontenjanan bikaribin bixebitin.  Divê saziyên jinan vê mijarê bînin rojeva xwe. Lewre em li welatekî ku di salek de 800 jin tên kuştin dijîn. Divê Wezareta Malbatê hema niha di vê mijarê de polîtîkayek biafirîne.”
Aslihan Han dibêje: “Divê dewlet kesê ku cezayê dûrxistinê girtiye bixe bin kontrolê” û wiha didomîne: “Sedema bûyerên şîdeta li hemberî jinan ev e. Mêr ji malê tê dûrxistin, tê bi ser malê de digre. Divê yan polîs li dû wî kesî bin an jî destên wî kelepçe bikin. Divê tiştek were kirin, wekî din nabe. Gav bi gav, ji ber îhmalê ev bûyer çêdibin. Em dixwazin dewletê nasnameya wê veşêre lê ji bo vê ya jî pêdivî bi parêzerek baş heye. Di vê mijarê de tiştek ez bikaribim bikim tune ye. Ez dixwazim Elîf an biçe Kanadayê, yan jî Avustralyayê. Bawer im ev her du welat qebûl dikin. Ez baş nizanim rê û rêbazên qanûnî yên vê yekê çi ne. Ya herî baş ew e ku ji vî welatî biçe. Yan na ew mêr bi rehetî dikare wê bibîne.”  
Di nûçeyê de ji ber ewlehiya can navên rastîn nehatine gotin