Li Dîmeşqê zaroktiya nejiyayî û keda zarokan

Keda zarokan diyardeyek cîhanî ye, di salên şer de pirtir li Sûriyeyê belav bûye. Hin ji wan zarokan piştî ku diçin dibistanê dixebitin, hin ji wan perwerdeya pîşeyî dibînin û hin jî dev ji dibistanên xwe berdidin.

EMANÎ EL-MANÎ
Dîmeşq – Gelek sedemên xebitandina zarokan hene û ev gunehê yekem bi dê û bav ve têkildar e. zarokên xwe teşwîqî perwerdeyê nakin û wan li ser nezanî û xizaniyê mezin dikin. Di heman demê de bi şert û mercên li welat ve jî girêdayî ye, hin ji wan jî tunebûna aborî û rêjeya bêkariyê ya mezin. 
Zarokên wiha her çiqasî wisa bi hêz xuya bikin jî yên herî lawaz û îstîsmarkirî ne. Ew rastî binpêkirinên hestiyarî, psîkolojîk, zordarî û redkirina malbat û civaka xwe tên. Ev yek jî di pêşerojê de bandorê li jiyana wan a civakî dike û ji ber vê redkirinê zemînê îstismar û destdirêjiya laşî û zayendî çêdibe. Ji bilî wê, gelek adetên xerab bi zarokan re çêbibe û rêbazê êrîşkariyê li cem wan zêde bibe. 
Dixwaze bibe endezyar
Zarokê bi navê A.A pola çaremîn dixwîne û li gundê Dîmeşq tevî 9 endamên malbatê di xaniyekî kirê de jiyana xwe didomîne. Piştî dersên dibistanê, ji bo debara xwe ya rojane bike di dikanekî de dixebite û daxwaza wê ew e ku bibe endezyar. Ji dibistana xwe hez dike û dixwaze ku xwendina xwe bi xebata xwe re baş bidomîne lê ji ber kar dike tênagihîje û demê nabîne spartekên xwe binivîse, car caran jî naçe dibistanê. Lê digel van zehmetiyan jî ew neçar dimîne ku alîkariya malbata xwe bike, ji ber ku ew her gav hay ji bihayê her tiştî heye û dizane bavê wî ji bo kirêya xanî bide û debara malbata xwe bike çiqas zehmetiyê dikşîne. Bavê wî jî ajokar e û heqdestê xwe rojane digire dibêje: "Tevî ku ez bi zarokên xwe serbilind im, di heman demê de jî xemgîn im ji ber ku min nikaribû jiyana xweş ji wan re ava bikira. Dixwazim xeyala lawikê min ê biçûk here serî û bibe endezyar.
Xeyala wê ya pêşîn ew e ku ji dayik û birayên xwe re xaniyekî bikire
Zaroka bi navê Ş.X piştî ku bavê wan çû rehmetê tevî malbata xwe koçî Dîmeşqê kir. Ş.X bi wişkên xwe re gul, menîşt, nan û piskiwîtan li kolanan difroşin ji bo alîkariya dayika xwe bikin da ku karibe 3 zarokên ku temenê wan di navbera 7-11'an de xwedî bike. Piştî ku koçî Dîmeşqê kirin pêdiviya wan bi xwarin û stargehekê hebû. Piştî ku birayê wê dev ji dibistanê berda û kar kir wê xwest tevî birayê xwe yê biçûk xwendina xwe berdewam bike lê diya wê tercîh dike ku zarokên wê bi wê re bixebitin ji ber ku Ş.X û her du birayên wê, rastî êş, azar û heqeretê  hatine. Car caran jî birayê wê ji xwediyê kar lêxistin dixwar. Xeyala wê ew e ku birayê wê yê biçûk bibe bijîşk û ew di pêşerojê de salonek estetîkê veke û lê bixebite. Xeyala wê ya pêşîn jî ew e ku ji dayik û du birayên xwe re xaniyek bikire.
Ji mezin heya biçûkan hemû dixebitin 
Sê birayên bi navê A.A, F.A û H.A li ber lempeşînê li dora civiyabûn, temenê wan zarokan di navbera 7-12 salan de bû. Li ber wan seyareyan digeriyan û pereyê ku ji gerê qezenc dikin di navbera xwe de parve dikirin. Dema ku em bi wan re axivîn, fêr bûn ku ew li yek ji xirbeyên Dîmeşqê dijîn û xanî ji 3 malbatan re bûye stargeh. Rojane hemû zilam û zarokên vê malê derdikevin kar û jin li mal dimînin. Ji mezin heya biçûkan derdikevin kar û dibêjin: "Em gerê weke pîşe dibînin, ji ber ku heqê kirîna kelûpel û amûrên paqijkirina seyareyan li cem me tune ye, her roj ji dibistanê jî direvin. Dema cejin û betlane hebin em li cihê ku gelek kes lê hebin digerin."
Ev pêvajoya ku derbas dikin ne hêsan e, wan ji me re qala pir tiştan kir hin ji wan henekpêkirin, destdirêjî, heqaret û xetera ketina navbera seyareyan e di dema baranê de.  Xeyalên wan ew e ku vegerin dibistanê û mercên malbatê baştir bikin. 
Van zarokên karker dibin qurbana mercên siyasî, jiyanî, malbatî, aborî û civakî. Ew ji hemû mafen bingehîn ên ewlehî û xwedîbûnê bêpar in û zarokatiya xwe ya bêguneh roj bi roj winda dikin.