Koç û penaberî êşa jinên Bakûrê Sûriyeyê zêdetir dike

Rewşa şer û koçberiya ku di salên dawî de pêk hatiye, bûye sedem ku jinên li Sûriyeyê bi zehmetiyên jiyanî re rû bi rû bimînin. Her çiqas ji bo debara jiyana xwe têdikoşin jî mixabin bê encam dimînin.

SÛHÊR ELIDLIBÎ
Idlib - Bi qasî berpirsyariya wan a giran, di rewşên şer de barê wan hîn zêdetir dibe. Safiye Elşakir a temenê wê 30 salî ye û dayika çar zarokan e, ji ber hevjînê wê ji pişta xwe de birîndar bûye û nexweş e, mecbûr e berpirsyara malbatê bi tenê radike. Ew debara xwe û malbatê bi komkirina dar û tûrikên naylon dike. Ji bo pêdiviya şewitandinê her roj digere, qutiyên plastîk û sifir kom dike û difiroşe da ku pêdiviyên mabatê bi cih bîne. 
'Ne bijîşk hatin hewara me ne jî derman heye'
Wekî tê zanîn Safiye tenê mînakek e lewre bi hezaran jinên wek wê hene. Rewşa penaberiyê ew mecbûrî kampan kiriye ku tê de ji hemû mafên jiyanî bêpar dimînin. Safiya Elşakir wiha ji me re qala rêwîtiya koçberiyê kir: "Piştî di sala 2019’an de derketina me ya ji bajarê Mieret Alnûman, tu aramî û xweşî di jiyana me de nema. Serma, seqem û birçîbûn bûn jiyana me ya daîmî. Zehmetiya herî mezin di kampa Dêr Hesan a li ser sînor bû, dema ku balafiran di 2018'an de ew der bombebaran kirin, êş û barê penaberiyê girantir bû. Ji ber teqînê parçe li pişta hevjînê min ketin û seqet bû, bû termek di nav livînan de. Ne derman an bijîşkek nehatin hewara me." 
Safiye êş û azarên ku di demsala zivistanê de dikşînin wiha anî ser ziman: "Em li kampekê de dijîn, ji hemû parastin û mafên biçûk bêpar in. Konên me qetiyane, baran dibare em di nav avê de dimînin, hemû derdora me dibe cehenem. Ne rewşa hewayê tenê dijwariyê bi ser me de dibarîne, her wiha bi ser de xizanî, derfetên kêm ên alîkariyê û nebûna kar jî heye."
Şerê ku di navbera rêjimê û hêzên koalîsyonê de, di çileya 2019'an de qewimî, bû sedema koçberkirina 300 hezar kesî her wiha ji derveyî birîndar û yên jiyana xwe ji dest dane. Piraniya wan jî jin in ku malbatên wan ji hev ketine û belav bûne. Ango bi şert û mercên pir dijwar re rû bi rû dimînin. Bajarê Kefer Nibol ji şer û pevçûnên rêjîm û koalîsyonê bê par neman. Di 10'ê tebaxa 2012'an de di encama şerekî dijwar de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan û kerwanê koçberiyê bi rê ket. 
Xedîce Aşêx Ehmed a temenê wê 35 salî jî her roj li pêşiya konê xwe rûdinê û li benda hevjînê xwe dimîne ku ji kar vegere û hin xwarinê bi xwe re bîne. Xedîce dibêje: "Hevjînê min li marketek mezin dixebitî rewşa me pir baş bû lê piştî bombebarankirina rejîmê, hat rûxandin. Em neçar, bê pere man, tiştekî ku em debara xwe pê bikin bi me re tunebû. Hevjînê min pir zorê dikşîne lê ji ber ku derfet nîn in, em ji pêdiviyên taybet jî bêpar dimînin. Tiştê herî li zora min diçe nexwendina zarokên min e. Ez pir diêşim ji ber ne dibistan ne jî cihekî ku zarok lê fêr bibin heye. Zarokên min pir di xwendinê de serkeftî bûn, ev jî gelek li zora min diçe." 
Berpirsyariya wan ji zext û zehmetiyên jiyanê re derman e
Dayika Mihemed (Necah Alşelih) a 40 salî, ji 2018'an ve di nava pêlên penaberî û koçberiyê re diçe û tê, ji herêma Algab a bakurê Hemayê ber bi gundewarên bakurê Idlibê ve diçe. Di xaniyekî xerabe de xwe îdare dikirin lê mixabin xwediyê malê wan ji xanî derxistiye. Wisa diçin di xaniyekî rûxandî de xwe bi cih dikin. Necah wekî hemû jinan alîkariya hevjînê xwe dike. Ji ber ku ew keça ji devera gundewarî ye baş karê çandiniyê dike. Dizane kengî dexl li gorî demsalan tên Çandin. Ger alîkarî nebe dê pirsgirêkên malbatî jî zêde bibin. Berpirsyariya wan ji zext û zehmetiyên jiyanê re derman e. Li ser vê yekê Necah wiha dibêje: "Em nikarin xaniyekî baş kirê bikin, ji ber ku buha ye û bi dolar an lîrayê tirk dixwazin. Em neçar in ku di xaniyê rûxandî de bimînin.”
'Di koçberiyê de zexta herî dijwar li ser jinan e'
Şopînera Civakî, Fadiya Alsiwêd têkildarî rewşê wiha dibêje: "Di rewşa penaberiyê de zexta herî dijwar li ser jinan e. Bi taybetî piştî astengbûn an jî mirina hevjînên wan. Di civakek ku zîhniyeta zilam serdest e de, her tim mafên jinan kêmtirî yên zilaman e. Ev jî bi tunebûna ewlehiya li herêmê re rû dide. Encama vê jî zexta derûnî û îstîsmara zayendî derdikeve holê. Rewşa xizanî û aloziya aborî ku li ser civakê hatiye ferzkirin, dihêle ku jin her karê  zehmet be yan jî fona wê kêm be bipejirînin. Banga min li hemû cihên taybet heye ku li gorî şert û mercên wiha cih û kar ji jinan re ava bikin da ku nekevin bin serdestiya zîhniyeta zilaman."
Li gorî Nivîsgeha Hevrêziya Karûbarên Mirovî, hijmara kesên ku ji Idlidê hatine koçberkirin 960 hezar e, 327 hezar sivîl di kampan de dijîn. Nêzî 165 hezar di xanî yan jî avahiyên rûxandî de dijîn, 366 di xaniyên kirê de, her wiha 93 hezar jî di avahiyên gelemperî de dijîn wek dibistan û mizgeftan.