Peyama serê salê ya Mesihiyên gundê Hermut aştî ye

Beşek ji kesên xwedî Baweriya Mesîhî, li Başûrê Kurdistanê bi cih bûne, her sal salvegera baweriya xwe pîroz dikin, peyama jinan di cejnê de aştî û jiyana bi hev re ye.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Koye- Baweriya Mesîhî, weke olên din ên cuda xwedî cejnên taybet e, her sal di 25’ê Kanûnê de ev cejn heta serê salê tê pîrozkirin. Di wê demê de amadekarî dikin, xwarin û şîrînahiyên taybet çêdikin û pîrozbahiya cejnê li dar dixin û peyama xwe ya aştî û jiyana bi hev re dubare dikin. Di vê rojê de li gorî rê û resmên baweriya xwe şahiyan çêdikin û bi kêfxweşî cejna xwe derbas dikin.

Xelkên ji baweriya Mesîhî ku li herêma Kurdistanê dijîn û yên li derên din ên cîhanê her sal di roja 25’ê Kanûnê de  cejna roja jidayîkbûna Îsa pêxember pîroz dikin.

Gundê Hermute yê girêdayî Koyê, gundekî taybet ê Mesîhiyan e. Niha nêzî 110 malên Mesîhî û 23 malên xwedî baweriya Îslamê tê de hene. Hejmara rûnîştvanan beriya topbarana rejîma Îranê li ser baregehên Partiya Demokrat, 428 Mesîhî û 148 misilman lê hebûn. Lê belê niha 380 Mesîhî û çend malên din ên misilmanan tê de mane. Ev gund tenê li ser sînorê Hewlêrê heta Rojhilatê Kurdistanê yê Mesihiyan e û heta niha tê de niştecih bûne hatiye parastin. Li gel rûniştvanên bajarê Koyê derdora wê hemû li ser bingeha jiyana bi hev re tên birêvebirin.

Bi hatina sala nû re gundê Hermute reng û reng haiye xemilandin û rûnîştvanên wê şahiyê dikin. Kiliseya gundê Hermute dîroka wê ya nujenkirin digihe heta sala 1868’an beriya wê jî her Kilîse hebû û bi fanusan diçûn di hindir de û merasîma ayînî têde rêve dibirin.

‘Tu hêz nabe rêgirî ji bo cejna me’

Mesîhiyek ji gundê Hermute Mariya Şemo der barê cejna Mesîhiyan de diyar kir ku her sal mehekê beriya cejnê amadekarî dikin û li malê xwarin û şirîniyên taybet amade dikin û her wiha dara serê salê tînin û reng bi reng dixemilînin, mêhvandariya hev dikin û peyama xwe ya aştiyê û jiyana bi hev re dubare dikin û wiha got: “Em gelek kêfxweş dibin, dema ku kesek baweriya wê cuda tê pîrozbahiya cejna me dike. Hêviya me hemûyan ew e ku di vê cejnê de hemû mirovahî, Kurd û Mesîhî bi hev re di nava kêfxweşî û aştiyê de bijîn.”

Maria der barê amadekariyên îsal de wiha got: “Îsal beriya cejnê çend mehan topbaran û bombabarana rejîma îranê hemû tiştên me li nava hev xist û hemû kes ji dengê bombebarnê tirsiyan, ziyanek mezin gihîşt kesên li vê derê. Ev cejn ji bo me gelek xweş e ji ber ku piştî topbaranê û êrîşên rejîma Îranê em bi kêfxweşî pêşwazî dikin.”

‘Di cejnê de peyama aştiyê dubare kir’

Jineke din a ciwan a Mesîhî ya ji gundê Hermute Werde Riyaz destnîşan kir ku di 1’ê Mijdarê de wan dest bi amadekariyên cejna Mesîh kirine, ji ber wê jî kolîçe û xwarinên taybet amade kirine û wiha got: “Peyama me di hemû cejnan de ew e ku aştî û jiyana bi hev re di gundê me de berdewam bike. Hemû baweriyên cuda û neteweyên cuda bi hev re bijîn û ji pirsgirêkan dûr bikevin.”