Nebûna berhemên paqijiyê jiyana li Xezayê zehmet dike

Jinên li Zîvala Xeza ya di bin êrişa Îsraîlê de ye, çend meh in di nava zehmetiyên mezin de dijîn. Ne cil, ne pêlav ne madeyên paqijiyê tune ne. Ji ber şerê ku didome her ku diçe krîz kûrtir dibe.

REFÎF ÎSLÎM

Xeza – Bazarên li Zîvala Xezayê çend meh bê madeyên paqjiyê û pêwîstiyên taybet mane. Astengiyên li hemberî derbaskirina pêdiviyan ji bo Xezayê jî berdewam dikin. Şêniyên Zîvala Xezayê gazinan ji peydanekirina pêwîstiyên xwe yên weke cil pêlav û madeyên paqijiyê dikin. Tunebûn her cure pêdiviyên ji bo jiyanê, dibe sedema derketina nexweşiyan.

Ji ber şewitandina kargehan bê kar ma

Semîre Ebû El Keis li ser rewşa li Xezayê got: "Ez li herêma El Şucaiye ya li Rojhilatê Zîvala Xezayê bûm. Hêzên Îsraîlê piraniya avahiyan li wê derê rûxandin. Di êrişa dawî de avahiyên mayî şewitandin. Jinên wê herêmê tenê hinek cilên wan ên mabûn bi xwe re birin û koçber bûn."

Semîre El Keis bal kişand ku 7 keçên wê hene û kesek ku wan xwedî bike tune ye û wiha berdewam kir: "Min li kargeheke pêdiviyên zarokan kar dikir lê belê di dema şer de bi hemû tiştên tê de şewitî. Ji ber isvinc têde pir bûn agir bi rojan tê de vêketî ma û heta makîneyên dirûtinê jî hemû şewitîn."

Ji ber şerê dijwar bê cil û pêlav mane

Semîre Ebû El Keis destnîşan kir ku dirêjbûna şerê li Zîvala Xezayê bûye sedema astengiyên mezin. Da zanîn ku di dema şer de tenê çend perçe cilên xwe girtine, ji ber şerê ku bi mehan e didome bi malbata xwe re bi gelek nexweşiyan re rûbirû mane.

Semîre Ebû El Keis wiha berdewam kir: "Heta pêlavên me nema ji ber ez jî weke hemû jinên li Xezayê dema xwe bi peydakirina xwarin av û êzingan derbas dikim. Ev dibe sedema kevinbûn û qetandina pêlavên me. Li bazarên pêlavan jî tengaviyek heye ji ber nayên peydakirin û ger hebin jî bi bihayekî sê qat û çar qat tên firotin. Di nava alîkariyên ku ji bo Zîvala Xezayê tên şandin de jî pêlav tune ne."

Madeyên paqijiyê nema peyda dibin

Semîre Ebû El Keis bal kişand ku êş û zehmetiyên ku dikşînin gelek in, alavên paqijiyê jî peyde nabin û wiha domand: "Em neçar in cilan bi avê tenê bişûn û sêniyên xwe bi remlê bifirikînin. Em demên dirêj serê xwe naşûn ji ber wê gelek nexweşî bi me re derketine. Em gelekî tengav dibin dema li dora xwe gemarê dibînin û nikarin tiştekî bikin."

Semîre Ebû El Keis bi bîr xist ku dema şer nû dest pê kir, madeyên paqijiyê bi nirxekî erzan li bazaran dihatin dîtin lê piştî demeke kin roj û şevekê de ev made nema hatin peydakirin û gelekî buha bûne.

Nexîn El Irqan jî heman in. Ji mala xwe di destpêka şer de koçber bûye û di rewşeke gelekî zehmet de welidiye. Piştî zaroka wê çêbûye cilên wî biparêzin tunebûne û heta roja îro bi zorê îdare dike lê belê ji ber ku zaroka wê mezin bûye û hindik maye bibe yeksalî, pêdiviyên zêdetir jê re pêwîst dikin.

‘Divê şer raweste’

Nexîn El Irqan gazin ji buhabûna kel û pelan li bazarê kir û got: "Ez dayika 4 zarokan im. Ji ber koçberiya berdewam pêlavên me qetiyane û min gelek caran dirûtine. Pêwîstiya me bi sabûn û madeyên paqijiyê heye ji ber paqijkirina cilan bi avê tenê nabe. Gemar dimînin. Madeyên paqijiyê yên min di meha yekem a şer de girtibûn neman. Jin nema firçe û mecûna diranan bi kar tînin. Şehê por jî bi her kesê re tune ye, ên hene jî ji hemû ferdên malbatê re ne. Ji bo jinan û cilên binî nayên peydakirin."

Semîre Ebû El Keis hêvî kir şer raweste û hevjînê wê vegere karê xwe da ku bikaribe li şûna ku li bende alîkariyan bimîne pêwîstiyên zarokên xwe bikire.