Li Qamişlo dema danûkan û kêfxweşiya zarokan

Jinên Qamişlo yên bi hatina payizê re dest bi kelandina danûkan kirin dan zanîn ku tama danûkan bi kêyfxweşiya zarokan watedar dibe.

Jinên Qamişlo yên bi hatina payizê re dest bi kelandina danûkan kirin dan zanîn ku tama danûkan  bi kêyfxweşiya zarokan watedar dibe. 
RONAHÎ NÛDA
QAMIŞLO– Di her mehê de xwerinek mohro xwe li wê mehê dide. Niha dema payizê ye û di civata kurdan de kelandina danûkan destpêkiriye. Dema danûk tê gotin yekemîn kombûna jinan û kêyfxweşiya zarokan tê bala mirovan.  Danûk yek ji zadê genim e, herî zêde di demsala payizê de tê çêkirin. Elbet westandina wê gelek e, lê kêyfxweşiya ku danûk di nava civakan de ava dike, hemû westandin dema danûk dikelin carekê de ji holê radibe. Di van demên payizê de ger di taxê de qirîna zarokan û dumana agir hebe, yekemîn kelandina danûkan tê bîra mirovan. Jinên bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hatina demsala payizê re dest bi kelandina danûkan kirin. Jinên taxa Hîlîliyê ya bajarê Qamişlo di derbarê danûkan de kêyfxweşiyên xwe parve kirin.  
Her payîz danûkan dikelînin 
Fadiye Aslan çêkirina danûkan wiha şîrove dike: "Roja ku ez xwe dizanim, danûk çanda me ye û em vê çandê ji dayika xwe hîn bûn. Ev çand herdem nifş bi nifş dom dike. Dema em gundê xwe bûn me dan dikirî, dişûşt, dikeland û radixist. Her wiha me dihêrand dianî malê şeîre ango bilgûr çêdikir û me zarokên xwe wiha xwedî dikir. Niha jî ev çand dewam dike û em her payîz danûkan dikelînin û ji bo zivistanê radikin. Îro jî em tev cîranên xwe kom bûne, me biroşê xwe daye ser agir, av tijî kir, piştî kelî me genimê xwe avêt avê, paşê ji selikê derbas dikin da ku avê xwe biçe û herî dawî jî em dibin ser xanî, heta zûha bibe. Heta du rojan wê li ber rojê zûha bibe paşê em ê bidêrin û em ê bikin aş. Niha zarokên taxê hemû kom bûne, lalikên xwe girtine û benda danûkanin. Piştî danûk dikelê dayik danûkan dikin satilan, di nava zarokan de dirûnin û yek bi yek belav dikin."
"Ji genim gelek cureyên zad çêdibe"
Sadiye Hisên ji bo danûkan wiha dibêje: "Em genimê xwe dikirin û bi kêyfxweşiyek mezin di nava taxê de dikelînin. Em vê çandê ji dayik û xwezirên xwe hîn bûne û heta roja îro jî em vê çandê dom dikin. Em genimê dikin aş, dihêrînin û dixwin. Dema berê de me dikir bilgûr û li ber goştê çêdikir. Em danûkan hemû jin li gel hev du kom dibûn û me bêjin dikir û çêdikir. Genima ku em pê bilgur çêdikin ji ya kirînê çêtir e, loma em her sal bi kedek mezin danûkan dikelînin. Mirov dikare ji genime gelek cureyên zadê çêbike."
Her her sal bi kêfek mezin danûkan dikelîne
Sîham Merfuh diyar dike ku  dema danûk dikele kêfa herî xweş ya zarokan e û wiha domand: "Em her sal danûkan dikelînin. Ez danûkê ji xwesiya xwe hîn bûm, niha çûye rehmetî û ez çanda wê dom dikim. Bulgura malan gelek xweş e, ez her sal bi kêyfxweşiyek mezin dikelînim. Bulgura ku ji dikanan tê kirîn tama wê ne xweş e, heta zarokên min jî naxwin, loma ez her sal bulgurê çêdikim. Ruxmê nexweşiyên min jî heye, lê ez dev ji vê çandê bernadim. Mirov gelek bi danûkan re diwestê, lê xweşikbûna wê jî di tama wê de ye. Dema danûk çêdibe, kêfa herî xweş ya zarokan e. dema danûk dikelê, hinek rûn têdixînin û hinek jî xwey lêdidin wiha dixwin."
Mahfiza Hiso da zanîn ku ew dev ji çanda xwe bernadin û wiha pê de çû: "Ji berê de çanda danûkan heye, me hin ji wexda dayik û dapirên xwe de danûkan dikeland û heta niha jî em danûkan dikelînin. Em çanda xwe tucaran ji bîra nakin û em dev jê bernadin. Daxwaz û hewildana me ya herî mezin ewe ku em çanda xwe yên kevin cardin vegerînin mîna danûk, destar, mirkut, nanê tenûr, tifik û aş. Çanda kurdan gelek xweş e. Kêfa me ji çanda berê re tê û em tiştên dikanan a amade qeyîl nabin. Xweşbûna danûkan kombûna zarokan e. Di rojên îro de zarok hemû kêyfxweşin û cîran hemû alîkariya hevdu dikin. Va ye îro cîrana me danûkan dikelîne, em hemû jin kombûne û alîkariya wê dikin, ji ber danûk zehmetiyên wê hene. Alîkariya ku em hev dikin, em westandinê ji bîra dikin, loma tama danûkan gelek xweş e. Dema danûk dikele hemû zarok bi lalikên xwe derdora me kom dibin, ev yek dihêle ku em cardin girêdayî çanda dayikên xwe bin."