Malbatên kesên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin çend sal in li benda agahiyan in

Rizgarkirina Minbicê hêviyek mezin da xelkên bajêr lê belê malbatên girtiyên bi destên zaliman hatine revandin roja 15’ê Tebaxa 2016’an ango roja rizgarkirina Minbicê ji bo wan bû şahiyek ku temam nebûye, ji ber ku çarenûsa gelekan hê jî nediyar e.

SÎBÎLIYA EL-ÎBRAHÎM
Minbic- Gelek jin bê hevjîn, gelek dayik ji zarokên xwe mehrûm mane û di nav de gelek zarok jî sêwî mane. Mirovên ku bedenên qurbaniyên xwe dîtin ji mirina wan piştrast bûn lê ya herî dijwar û bi êş ew e ku ji windahiyên xwe bê xeber in. Ji bilî êşa veqetînê ya ku tu carî ji hundirê wan dernakeve, şerê psîkolojîk ê bi nûçe û gotegotên der barê girtiyan de derdikevin wan gelek êşandine. Carekê tê gotin ku ew sax in û carekê jî tê gotin ku hemû hatine kuştin. Heya roja îro jî gel di vê rewşa psîkolojîk de dijî û ew hê jî bi çarenûsa kes û karên xwe nizanin.
Komîteya Malbatên Girtiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji derveyî kesên girtina wan heta niha nehatiye belgekirin û çarenivîsa wan heta niha nediyar e, nêzî 220 girtiyên ji Minbic û Kobanê hene ku hatine belgekirin.
Sabîha Mihemed a 50 salî, dayika 5 keç û 4 kuran e û hevjînê wê Remezan Xaşman Ehmedê 63 salî, ji sala 2014’an ve ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hatiye girtin û tu agahî jê tune ye. Sabîha wiha behsa hûrgiliyên revandina hevjînê xwe beriya heşt salan ji aliyê çeteyên DAIŞê ve dike: “Ji nişka ve çeteyên DAIŞ’ê bi ser mala me de girtin, bi çekên giran ên wekî dûşk û kalaşnîkof hatin, mîna ku bixwazin hemû bajar ne tenê kesan binçav bikin. Wan wesayîd, çapxane, çekên ferdî yên ji bo parastinê û her wiha pere jî birin. Bûn sedema kaosê li malê, hevserê min, birayê wî, sê kurên min û piraniya rûniştevanên taxa em lê dijîn, girtin û piştî 50 rojan ew hatin berdan hevjînê min nehat berdan û mal û milkên ku ji me dizîne jî  nedan êdî.
“DAIŞ xilas bû lê birînên ku vekirine hê jî derman nebûne”
Sabîha Mihemed bal kişand ku hevjînê wê beriya bajar ji çeteyên DAIŞ’ê were rizgarkirin hatiye girtin û wiha got: “Çeteyan ji her alî ve mal dorpêç kir û hevjinê min girtin û gotin ku ew ê pirsek jê bikin. Heft sal in hê jî ew pirs didome û me jî bersiva pirsê nizanibû. Wan ew girt û birin êdî venegeriya. Ez nizanim ew saxe yan mirî ye.”
Sebîha der barê girtina nûçeya destpêkirina hemleya rizgarkirina Minbicê ji aliyê Encûmena Leşkerî ya Minbicê ve di Hezîrana sala 2016’an de got: “Em koçberî Qamişloyê bûn û dema ku hemleya rizgarkirinê hat destpêkirin, ez vegeriyam Minbicê hêviya me ya mezin ji bo rizgarkirina wê hebû lê ji ber ku me hêviya xwe winda kiribû, em bi dilê şikestî vegeriyan Qamişloyê. Di sala 2018’an de ez vegeriyam Minbicê. Hê ez li benda vegera hevserê xwe me û birîna me bi derbasbûna demê re mezintir dibe.”
“Daxwaza me ew e ku em çarenûsa girtiyan bizanin”
Sabîha Mihemed da zanîn ku Tirkiye li pişta van hemû tawanan e, ji ber ku ew bi xwe piştgiriya DAIŞ’ê li herêmê dike lewre piştî bajar ji destên çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, Tirkiyeyê dest bi gefan kiriye û kiryarên herî xirab li dijî gel pêk aniye û wiha axaftina xwe domand: “Em wek malbatên kesên hatine revandin û heta niha çarenûsa wan nediyar e, binpêkirinên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên me û vegera çeteyên DAIŞ’ê bi navên din qebûl nakin. Em naxwazin du caran jehrê vexwin. Ger Tirkiye bikeve herêmên me em ê wek berê êşan bikşînin. Em tenê dixwazin dengê me bigihîje hemû cîhanê û çarenûsa girtiyên xwe bizanin û em naxwazin Tirkiye û çeteyên wê li herêmên me hebin.”
“Sînorên di navbera herêmên di destên DAIŞ û Tirkiyeyê de vekirî bûn”
Fatima Narî ya 56 salî, dayika Yasêr Şukrî Bakî ku di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye revandin û du keçên wî hene da diyarkirin ku kurê wê dema çeteyên DAIŞ’ê ketine Minbicê derneket  ji bo parastina milkên wan ji talan û diziyê bike û wiha got: “Dema çeteyan bajar kontrol kirin, em li gundên Kobanê bûn û nûçeyên binpêkirinên li dijî şêniyên Minbicê dest pê kirin û dema ku çeteyan êrîşî Kobanê kir ez çûm Tirkiyeyê. Beriya ku çete bikevin Minbicê min ji kurê xwe re got ku zûtirîn dem derkeve lê tenê rojek derbas bû û nûçeya girtina wî hat. Di wê demê de keça wî ya mezin heft salî bû û ya biçûk jî heşt mehî bû. Dema ku min girtina wî bihîst, ez rasterast ji di ser Minbicê re vegeriyam Tirkiyeyê ji ber ku sînorên di navbera herêman de di bin kontrola DAIŞ û Tirkiyeyê de vekirî bûn.”
“Qadên Minbicê bûn cihê darvekirina mirovan”
Fatima Narî vegeriya Minbicê da ku li kurê xwe yê girtî bigere û çarenûsa wî bizane lê bû şahidê tawanên hovane yên ku çeteyên DAIŞ’ê kirin û wiha dibêje: “Ez bûm şahidê tawanên herî hovane yên ku çeteyên DAIŞê’ kirin, heft serên jêkirî li çemberê hatin daliqandin û yek ji wan seriyan ê pismamê min Mistefa Qaso yê 45 salî bû. Ez siharê heya êvarê li ber girtîgehên wan disekinîm û tu bersiv nedidan û her tim ji min re digotin kurê te ne li gel me ye. Ez carekê çûm meydana giştî ya bajêr da ku binêrim kurê min jî di nav wan de ye yan na, min dît ku ser û laşên daleqandî li pêş çavên zarokan in û êdî ev yek ji wan re normal bûye. Wan mirovahî ji dilê zarokan dizî. Balafirê quncikek girtîgehê kiribû hedef û derfeta revê çêbûbû, hejmarek girtî reviyan û yên din mirin û yên ku nekaribûn birevin, piştre çeteyan pankartek bi navên girtiyên ku jiyana xwe ji dest dane û yên ku reviyane daliqandin. Ji ber vê yekê ez bi bez reviyam û giriyam û min ji xwe re got ku kurê min jî jiyana xwe ji dest daye lê dema ku me nav xwend, navê wî di nav miriyan de tunebû û ew venegeriya malê, ji ber vê yekê min zanibû ku ew hê jî girtiye. Piştî ku ez bûm şahidê van tawanan, min nikaribû bêtir bibînim, ji ber vê yekê ez ji Minbicê derketim û piştî demekê me bihîst ku girtî li bajarê El-Babê ne. Hin xizmên min li Minbicê hebûn. Min ji wan xwest ku li kurê min bigerin, bi rastî jî yek ji wan kurê min dît. Ew cara herî dawî bû ku min tiştek der barê kurê xwe de bihistibû.” 
“Tirkiye DAIŞ'ê hembêz dike”
Fatima Narî der barê pêwendiya bi hêz a di navbera çeteyên DAIŞ û Tirkiyeyê de wiha dibêje: “Tirkiye piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ’ê ew dixwaze bi bikaranîna DAIŞ’ê tevahiya axa Sûriyeyê dagir bike. Tirkiye her tim DAIŞ’ê hembêz dike. Di dema koça me ya Tirkiyeyê de, me bi çavên xwe têkiliya dostanî ya di navbera leşkerên tirk û çeteyên terorîst ên DAIŞ’ê de dît. Wan hev hembêz dikirin. Em wekî gelê Sûriyeyê û malbatên girtiyan binpêkirinan red dikin û Tirkiyeyê di nava xaka xwe de yek saniye qebûl nakin.”
“Tirkiye bi êrîşên xwe hewl dide DAIŞ’ê vegerîne herêmê”
Fatima Narî der barê ragihandina hemleya rizgarkirina Minbicê de got: “Daxuyaniya kampanyayê ji me re bû hêviyek ku em azad bibin û vegerin malên xwe. Piştî ku me ji zilma DAIŞ gelek êş kişand em bi ewlehî û aştî vegeriyan bajêr lê êrîş û gefên Tirkiyeyê hê jî berdewam dikin. Em ji koç û şer bêzar bûne. Em tenê dixwazin di nav aramiyê de bijîn û Tirkiye belaya xwe ji me veke. Daxwaza me ew e ku em çarenûsa girtiyan bizanibin ka çeteyên DAIŞ’ê ew birine ku derê, belkî ew di zindanên Tirkiyeyê de bin jî. Ji ber vê yekê em ji welatan daxwaz dikin ku çarenûsa girtiyên me bizanibin, ji ber ku em nikarin biçin Tirkiyeyê û pirsa zarokên xwe bikin.”
Ji bo aqubeta windayan komîteyek hat damezirandin
Di Adara sala 2019’an de, bi pêngava  Rêveberiya Xweser li kantona Kobaniyê, komîteyek ji malbatên girtiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat damezrandin da ku malbatên girtiyan bi rêxistin bike û ji bo dîtina çarenûsa wan gelek çalakî li dar xistin. Di sala borî de, komîteyê bi fermandarê giştî yê hêzên Sûriyeya Demokratîk, Mazlûm Ebdî re hevdîtin pêk anîn û di wê hevdîtinê de hat diyarkirin ku xwe bigihîjînin hemû zindanên ku endamên çeteyên DAIŞ’ê tê de ne û li çarenûsa girtiyan bipirsin lê ji ber belavbûna pandemiya koronayê, karê komîteyê di sala borî de sekinî.  Çend roj berê, komîte vegeriya ser karê xwe da ku serdana girtîgehên ku çete lê hene berdewam bikin û hevdîtin bi pêşengên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, QSD’ê re hat kirin. Her wiha daxwaznameyek ji Neteweyên Yekbûyî re ji aliyê navendên Kobanê û Eyn Îsayê ve hat şandin lê heta niha tu bersiv nehatiye dayîn.