“Faîlên Ceylan Onkol bibînin”

Xizmên windayan, li Amed û Êlihê bi çalakiyên ku li dar xistin daxwaz kirin ku faîlên Ceylan Onkol û Huseyîn û Îskender Sevîm bên dîtin.

 
Amed- Xizmên windayan û şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amed û Êlihê aqûbeta windayên xwe pirsîn. Xizmên windayan, di hefteya 660'emîn de çalakiya xwe "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" ya li Amedê, li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolû ya navçeya Rezan li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê ya ku wêneyên windayan hat hildan çiroka  Ceylan Onkol ku di 28'ê îlona 2009'an de li gundê Xambaz ê navçeya Licê ya Amedê dema ku sewalên xwe çêrandibû bi guleya hewanê ya qereqolê hatibû avêtin jiyana xwe ji dest dabû hat vegotin.
"Piştî 3 rojan çûn cihê bûyerê"
Cîgira Serokê İHD’ê a Şaxa Amedê Ezgi Sûla Demîr, çîroka Onkol û têkoşîna hiqûqê ya malbatê vegot û diyar kir ku Ceylan Onkol a 12 salî di dema ku pezê xwe diçêrand di encama guleya hawanê ya ji qereqola polîsan jiyana xwe ji dest da. Ezgi Sûla Demîr ragihand Malbata ku çû cihê bûyerê û bi cesedê Ceylan ê bê can re rû bi rû ma, herçiqas bi telefonê serî li qereqol û dozgeriya Licê dan, piştî 3 rojan çûn cihê bûyerê. 
Dosya Ceylan Onkal jî bi bêcezahiştinê encam bûye
Ezgi Sûla Demîr diyar kir ku dayik Salîha Onkol perçeyên laşê bê can ê keça xwe bi destên xwe kom kir û radestî Dozgeriya Licê kir. Ezgi Sûla Demîr, bal kişand ku dosyeya ku bi vê biryarê rakirin refên tozê yên dadgehê, bi şert û mercên sînorkirin û bêcezakirinê re rû bi rû ye û got, "Mixabin çiqas êşê ku ji bo Ceylana ku di temena 12 salî de hat qetilkirin de edalet pêk nehatiye û mina hemû dosyayên bi heman rengî dosya Onkal jî bi bêcezahiştinê encam bûye. 
Hewldana Provakasyonê 
Dema ku xizmên windayan derbasî çalakiya rûniştinê bûn kesekî ku navê wî nehat hînkirin, ji pişt barîqata polisan bi van gotinan: "Hûn derewam dikin, hûn xulamê Amerîka ne, zarokên me HDP'ê bir, winda tune ne" heqaret li wan kir. Dema ku Serokê Şaxa ÎHD'ê Zeytûn bertek nîşanî vê yekê da bi awayekî balkêş polisan got ku ew jî mafê xwe yê axaftinê bi kar tîne.
Li Êlihê jî xizmên windayan  pirsa faîlên du birayan kirin
Li Êlihê jî xizmên windayan û rêveberên şaxa ÎHD'ê ya bajar, di hefteya 497'emîn de çalakiya xwe li avahiya ÎHD'ê li dar xistin. Di vê çalakiyê de jî xizmên windayan aqûbeta Huseyîn û Îskender Sevîm ku di 16'ê cotmeha 1993'an de li bajaroka Girêsîra hatibûn binçavkirin û careke din agahî ji wan nehatibû girtin pirsîn.