Li Xezayê bi darê zorê zewicandina zarokan zêde dibe

Tevî berdewamiya kampanyayên hişyarkirina civakê, kampanyayên zextê û bilindkirina hişyariyê li ser xetereyên zewaca di temenê biçûk de, diyardeya zewicandina zarokan li Xezayê her ku diçe zêdetir dibe.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Bi darê zarokê zewicandina zarokan yek ji diyardeyek e ku li Xezayê her ku diçe zêde dibe, zarokên ku tên zewicandin ji mafên xwe yê jiyanî bê par tên hiştin. Jinên ji Xezayê yên di zarokatiya xwe de bi darê zorê hatine zewicandin qala binpêkirinên mafan ên rû bi rûyê wê hatiye anîn ziman, her wiha pispora doza malbatê ya Filistînî Ayat Ebû Cîyab jî bal lê kişand ku yasayên derbarê jinan de nayên pêkanîn û ev yek dibe sedema zêdebûna bi darê zorê zewicandina zarokan.

Zarok rastî tundiya derûnî tên

Li ser zêdebûna diyardeya zewaca di temenê biçûk de li Filistînê pispora doza malbatê Ayat Ebû Cîyab wiha anî ziman: “Zewaca di temenê biçûk de diyardeyek kevnar û nûçen e. Mîratya adet û kevneşopiyan dibin sedem ku gelek keç beriya ku bighîjin temenê qanûnî yên zewacê, bên zewicandin. Jin ger beriya temenê 18 tên zewicandin rastî gelek nexweşiyan tên, her wiha di dema ducaniyê de xeterî li ser rewşa wê ya tenduristiyê heye. Piraniya keçên ku di temenekî biçûk de tên zewicandin bi zehmetiyên civakî re rû bi rû dimînin. Urf û adetên civakî nahêlin keç raporên pizîşkî bikin û giliyê navendên ewlehiyê bikin. Dema keçek rastî zewaca di temenê biçûk de bê û di zewaca xwe de rastî tundî û gelek zehmetiyan bê, divê berê xwe bide saziyên mafên microvan û jinan. Divê danişînên piştevaniya psîkolojîk û hiqûqî ji bo pirsgirêkên wan wekî amûrek çareserkirinê ji jinan re were pêşkêşkirin.”

Yasayên derbarê jinan de nayên pêk anîn

Ayat Ebû Cîyab diyar kir ku divê di asta qanûn û polîtîkayan de, ji bo bilindkirina temenê zewacê û pêkanîna Qanûna Parastina Malbatê, xebat bên kirin û wiha pê de çû: “Çend yasayên ku di berjewendiya jinan de ne hene, lê nayên cîbicîkirin. Divê kampanyayên zext û parêzvaniyê bên destpêkirin û pirsgirêkên herî girîng ên ku jin pê re rû bi rû dimînin, di nav wan de zewaca di temenê biçûk de, bên ronîkirin. Encamên diyardeya zewaca di temenê biçûk de gelek xirab in, ji ber ku gelek çîrokên zewaca di temenê biçûk de bi telaq û jihevketina malbatê bi dawî dibin, ku dibe sedema zêdebûna tundiya li dijî jin û zarokan. Ez ji hemî dêûbavan re peyamek dişînim ku keçên xwe ji zaroktiya wan û ji mafên wan mehrûm nekin û dev ji adetên lawaz berdin da ku em bigihîjin civakek bê şîdet.”

Qala serpêhatiya xwe kirin

E.M a 52 salî da zanîn ku ew di 14 saliya xwe de hatiye zewicandin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Malbata min bi hinceta xizaniyê ez dam zewicandin. Lê ez ji jîngeha feqîriyê derbasî jîngeha tundî û zordariyê bûm, ji ber ku hevjînê min nexweşiya wî ya derûnî heye û rastî lêdanên giran hatim. Her wiha min bi malbata wî re jiyan dikir û wan jî tundî li min dikir û vê yekê rewşa min ya psîkolojîk û tenduristiyê xirab kir. Hevjînê min karekî nake û ji bo peydakirina pêdiviyên xwe û malbata xwe neçar dimînim ku li alîkariyê û karûbarên civakî bigerim. Encamên mezin yên zewaca di temenê biçûk de hene, ku ya herî girîng jihevketina malbatê û wêrankirina jiyana zarokan e.”

K.M a 25 salî eşkere kir ku zewaca di temenê biçûk de bi taybetî zewaca berdêlî ji bo keçan xefikek mezin e û wiha got: “Ez di 15 saliya xwe de zewicîm û di berdêla wê de birayê min bi xwişka hevjînê min re zewicî. Ji dema zewaca min ve, ez rastî telaq û muameleya xerab hatim heta ku nakokî zêde bûn, ku bû sedema kuştina birayê min bi destê hevjînê min û hevjînê min niha di girtîgehê de ye. Piştî derketina nakokiyan di navbera her du malbatan de zext û zordarî di gelek aliyên jiyana min de kom bûn.”