Li Idlibê zarok dibin qurbaniya zewaca xizman

Li Idlibê zewaca xizman zêde ye û gelek zarok astengdar tên dinyayê. Karmenda tendirustiyê Nûr El-Hemwî bal kişand ser girîngiya tehlîlên bijîşkî yên beriya zewacê.

LÎNA EL-XETÎB

Idlib- Diyardeya zewaca xizman li Idlibê hê jî wekî xwe ye, bêyî ku guh bidin nexweşiyan û tendirustiya zarokên ku werin dinyayê bi kesên nêzî xwe re, malbat zarokên xwe bi xizmên nêz re dizewicînin û dema ku dizewicin jî ji ber ku xwîn dikşîne zarokên ku tên ser rûyê dinyayê astengdar in.

‘Qurbaniyên yekem zarok in’

Xedîce El-Falih a 29 salî ji gundê Barîşa li Idlibê dijî. Ev 10 sal in bi pismamê xwe re zewicî ye, sê zarokên wê hene bi du zarokên wê re nexweşiya talassemia heye û der barê êşa ku dikşîne de wiha got: “Pêdiviya herdu zarokên min bi berdewam bi guhertina xwînê heye, bihayê dermanan jî zêde ye û navendên dermankirinê yên ji bo cureya xwîna wan jî kêm in.  Ji bo herdu zarok bijîn du hefteyan carekê divê xwîna nû bigrin lê belê di her derengketina dermankirinê de jiyana wan dikeve metirsiyê. Zewaca xizman gelek pirsgirêkên malbatî û nakokiyan dixe nava malbatan û têkiliya hevjînan û encamên neyênî bi xwe re tîne. Ez jî weke gelek jinên din bi zorê û li gorî urf û adetan hatim zewicandin û di encama van zewacan de qurbaniyên yekem zarok in.”

‘Ji ber rewşa zarokê xwe gelek xemgîn im’

Fatma El-Cefal a 41 salî ji bajarokê Hêş li gundewarê Idlibê penaberî kampa Kefer Urûq bûye, ji ber zewaca bi xizmê xwe re kurekî wê yê astengdar heye, wiha got: “Ez bi pismamê xwe re zewicîm, di heman demê de ew kurê xaltîka min e, çar zarokên min hene yê herî biçûk 5 salî ye û astengdar e. Ji ber rewşa wî ez gelek xemgîn im. Li kampê dibistanên taybet ji bo kuran tune ne û alîkariya wan nakin. Ji ber hejariyê ez nikarim wî derman bikim. Zarokê min jî zaroktiya xwe najî. Dema ku me ew bir bijîjk, ji me re got ku ji ber bi zewaca xizman astengdar bûye.”

‘Di encama zewaca xizman de gelek zarok astengdar tên dinyayê’

Bijîşka nexweşiyên zarokan Aîşe El-Şêx Ehmed a 35 salî li bajarê Idlibê ye der barê metirsiyên zewaca xizman de wiha got: “Di encama zewaca xizman de gelek zarok astengdar tên dinyayê, ji ber ku ew guh nadin testên beriya zewacê û jinên ducanî jî rewşa xwe naşopînin lewre zarok di malzarokan de bi pirsgirêkên weke nexweşiyên dil, mejî û kêmendamiyê re rû bi rû dimînin. Nexweşiyên genetîk dibe ku di hevjînan ne diyar be lê di zarokan û neviyan de derdikevin ji ber lihevhatina xwînê di navbera herdu hevjînan û zarok de derdikeve. Raste  kêm caran du kes xwîna wan heman e lê ger bapîrên wan yek be ev rewş zêdetir dibe, lewre nexweşiyên zewaca xizman zêde dibin. Herî zêde nexweşiyên gurçikan, dil, kezeb di encama zewaca xizman de derdikevin hole. Her wiha nexweşiya şekir û nexweşiyên xwînê weke talassemia ya metirsîdar ji ber pirsgirêka jînan a xwînê diafirin û nikare wê kêmasiyê tijî bike, lewre pêdiviya wan nexweşan bi guhertina xwînê heye.”

Aîşe El-Şêx Ehmed destnîşan kir ku zewaca xizman berdewam dibe sedema nexweşiyan dema mêr bi dotmam an keça xalê xwe re dizewice û xwîna wan heman be ji sedî 75 zarokan bi wê nexweşiyê dikevin, lê dema asta nêzîkbûnê dûr be ew astengî jî kêm dibin û wiha got: “Ne tenê zarokên astengdar û yên bi nexweşiya xwînê tenê encam dide lê belê rêjeya zîrekiya zarokan di nava zarokên hevtemen de kêm e, ev jî badorê li rihê afrîneriyê û pêvajoya pêşxistina civakê dike.”

‘Zewaca xizman pirsgirêkek mezin e’

Xebatkara tendirustiya civakî Nûr El-Hemwî ya 27 salî ji bajarê Sermeda ye, dest nîşan kir ku divê ev diyarda raweste û got: “Zewaca xizman li Idlibê pirgirêkeke mezin e, bi taybetî hevjînên di asta yekem de xizmên hev in an malbatên xwedî dîrokeke tijî nexweşiyên mîrasî gefê li tendirusıtiya zarokan dixwin. Nexweşiyên mîrasî di nava civakên girêdayî urf û adetan de zêde ne yên ku zewaca jinan bi kesekî xerîb re qedexe dikin ji bilî pismam an xizmên din, bêyî guh bidin nexweşiyan û encamên neyênî bandorê li ser tendirustiya zarokan a bedenî û mejî dike.”