Li Idlibê di zarokan de nexweşiya dwarfism zêde dibe

Li Idlibê ji ber kirîza Sûriyê hejmara zarokên bi nexweşiya dwarfism (Mezinnebûna bedenê zarokan) ketine zêde bûye. Ev nexweşî ji ber hejarî, kêmxwarinî û kêmbûna dermanên gelek buha bûne derketiye holê.

HADEEL EL-OMER

Idlib- Zarokên ku li Idlibê ji ber kirîza ku li Sûrye heye bi nexweşiya dwarfism (Mezinnebûna bedenê zarokan) ketine rastî gelek pirsgirêkan tên. Ev nexweşî di encama xirabûna rewşa aborî û jiyanî de ku ji dermankirinê bêpar dimînin derketiye holê.

Zaroka bi navê Tasnîm El-Omer a 8 salî penaber e li kampên bajarokê Atma yê sînordar li Bakur Idlibê bi cih bûye, nexweşiya dwarfism pê re heye. Ev nexweşî di encama pirsgirêkên bi dayika wê di dema ducaniyê de jiyan kiriye û pirsgirêkên tendirustî zarok zû hatiye dinyayê. Tasnîm dibêje: “Dema bi hevalên xwe re li dibistanê dilîzim şerm dikim û bêzar dibim ji ber ku ez çend salan ji wan mezintirim û ji wan biçûktir xuya dikim.”

‘Encamên şer bandorê li ser ducaniyê dike’

Dayika Tasnîm Samîre El-Omer derbarê rewşa zaroka xwe de wiha got: “Nêzî mala me êrîşek balafirên şer dest pê kir ku di encamê de bêyî tu alîkariyên tendirustî zaroka min di meha heftan de ji dayik bû. Em ji ber şert û mercên ewlekarî û şer gelek caran rastî êrîş û operasyonên leşkerî hatin û penaber bûn. Di du saliya keça min de bi nexweşiya wê hesiyan dema me dît bejna wê kurt e û gelek hêdî mezin dibe, piştî me bir gelek bijîjk û pisporan, diyar bû ku hermonên keça min ên mezinbûnê temam nebûne. Tu alîkarî û derman piştî ji dayik bûye negirt di encamê de bi nexweşiya dwarfism ket. Ji bo dermankirina keça min gelek pere pêwîst dike û hevjînê min rojane kar dike dahateke wî ya baş nîne têra nanxwarina wan nake ku bikaribin keça xwe derman bikin, pêdiviya wê bi derziyên taybet û sîstemek xwarinê heye ew jî nirxên wê dûqatên karînên wan e. Keça min rastî gelek kirîz û pirsgirêkên tendirustî û civakî yên dijwar tê û wê nexweşiya xwe qebûl nekiriye.”

‘Ji ber rewşa jiyanê û aboriya xerab zaroka min bi nexweşiya dwarfism ket’

Li nêzî kampên Qah ya bakûrê Idlibê zarokê bi navê Rayêd El-Mustafa ê 8 mehî bi nexweşiya dwarfism ketiye û gelek pirsgirêkên wê yên tendirustiyê hene. Dayika wî Rania Ebdulrehman a 28 salî derbarê rewşa nexweşiya zaroka xwe de wiha got: “Ji ber rewşên jiyanî û aboriya xirab min nikarî jib o zaroka xwe şîr bikirim û mêjandina şîrê min têrê nekir tenê birinc û nişa didayê lewre bi gelek nexweşiyan ket. Bi rojan min dît ku bedena zarokê min gelek biçûk e û serê wî ne li gorî bedena wî ye lewre min wî bir bijîjkan û xuyabû ku ji ber tîmarnebûnê zarokê min bi dwarfism ketiye. Pêdiviya zarok niha bi derziyên taybet ku gelekî buha ye heye û ez nikarim zarokê xwe derman bikim, bi awayekî normal mezin bibe, ez li benda tîman û rêxistinên hawarçûnê dimînim derziyan bidin min, yan jî bê derman dimîne û weke zarokên di temenê xwe de jiyan nake û mezin nabe”.

‘Ji destpêka salên 90’î ve bûyerên dwarfismê rûdan’

Bijîjka zarokan Muna El-Rehmûn derbarê nexwşeya dwarfismê (Mezinnebûna bedenê zarokan) de wiha got: “Nêzî 90 bûyerên nexweşiya dwarfisma di zarokan de ji destpêka salê ve hatiye belgekirin ku nexweşiyên wan ên kêmxwariniyê hene, piraniya wan zarokan li herêmên kampên li Bakurê Idlibê dijîn. Dwarfism nexweşiyek e li Idlibê gelekî belav bûye, rewşên aborî û hejariya zêde, penaberiya bi zorê êdî nikarin zarokên xwe xwedî bikin û têr xwarinê bidin wan. Rola tîmên tendirustî û pêngavên hişyariyê li herêmên kampan girîng e ku çareseriyekê ji van nexweşiyên belav bûne re bibînin bi taybetî ji bo zarokên ku nû ji dayik dibin.”