Li gundê Anurê yê Geverê her sal 6 meh ketin û derketin nîne!

Dema berf dibare 6 meh in têkilî bi gundê Anûrê yê navçeya Gever a Colemêrgê re qut dibe. Jinên ku tevî hemû zextan gundên xwe naterikînin, diyar kirin ku tevî hemû serlêdanên wan jî rêya wan bi zanebûn nehatiye çêkirin.

MEDINA MAMEDOGLU

Colemêrg- Li Celemêrgê ku gelek gund û çiyayên wê weke herêma ewlekariya taybet hatiye ragihandin, welatî neçar in bi destûr biçin gund û deverên bilind. Gundê Anur (Kandilli) yê navçeya Gever a Colemêrgê yek ji gundên ku ji salên 90'î û vir ve zilm lê didome ye.

Welatiyên ku di sala 1993'an de ji ber zextên "ji gundê xwe derkevin" di dema operasyonên leşkerî de neçar man ji Anurê derkevin, vegeriyan gundên xwe. Welatiyên ku ji ber malên wan xera bûbûn demekê dest bi konan kirin, piştre malên xwe ava kirin. Lê belê bi giliyên cerdevanên gundên derdorê, tacîz û zextên li ser gundiyan dewam dikin.

Anûra ku gundê herî bilind ê navçeyê ye, gundekî ku şert û mercên erdnîgariyê lê dijwar in. Bi barîna berfê re nêzî 6 meh in girêdana bi Anûra ku ji navenda bajêr hatiye qutkirin ketin û derketin nayê kirin. Rêyên bi vîraj metirsiya şimitîna axê derdixîne holê. Jinan diyar kirin ku tevî hemû serlêdanan jî rêyên gund bi gotina "Hûn PKK’yî ne" nayên çêkirin û gotin, "Eger şansê me hebe em nexweş nabin" û bal kişandin ser zehmetiyên ku di mehên zivistanê de dema rê hatin girtin.

'Bajar bi qasî gundê min hizûr nade min '

Ji niştecihên gund Mehnaz Taşdelen jî diyar kir ku piştî derketina gund tiştek ji wan re nemaye. Mehnaz Taşdelen, anî ziman ku dema vegeriyan gundên xwe rastî pirsgirêkên cidî hatin, lê tevî her tiştî jî gundê xwe terk nekirin û got.

“Piştî ku dewletê em ji gund derxistin, ez bi salan li Wanê mam. Paşê em vegeriyan gund. Dema em nû hatin gund ava me ya em sere xwe bişon tunebû. Dema em ne li vir bûn, gundên din heywanên xwe anîn gundê me. Niha jî mala min ji darên kevn hatiye çêkirin, lê dîsa jî niyeta min tune ku ji gundê xwe derkevim. Axa me ye, ev çiya jî yên me ne, ezê li ku bihêlim û biçim? Bajar û cihên din bi qasî gundê min hizûrê nadin min. Wê demê tiştek ku nehat serê me tune bû.”

'Dema berf dibare, têkiliya me bi her deverê re qut dibe'

Mehnaz Taşdelen, anî ziman ku gundê wan pir xweş e û tenê pirsgirêka wan jî ew e ku rêyên wan nayên çêkirin û wiha got: “Her çendî em hewl didin vê yekê bibêjin jî bi salan e ev rê nehatiye çêkirin. Dema berf dibare kes nikare derbikeve ji ber ku metirsiya berfê heye. Piştî berfê 6 meh in em nikarin biçin Geverê ne jî li cihekî din. Em ji her derê qut bûne. Em hemû xwarinên xwe yên zivistanê berhev dikin. Li vir berf ji pencereya malê jî derbas dibe . "

'Nexweş biçe jî 6 meh nikare vegere gund'

Mehnaz Taşdelen, anî ziman ku eger kesek nexweş bikeve zehmetiyan dikişînin û wiha got: “Dema kesek nexweş dikeve me zehmetiyê dikişînin, eger bi şans bin helîkopter tê. Heta ku acîl nebe helîkopter nayê gund. Dema tê û wî nexweş digire, ew kes heta biharê nikare were gund. Dema em dipirsin çima rê çênekirine, dibêjin 'tu PKK'yî' ne."

'Tenê daxwazek me heye ew jî çêkirina rê ye'

Ji niştecihên gund Halîme Taşdelen jî diyar kir ku zivistana par dema ew ne li malê bûn cerdevan û leşkeran bi hinceta "îxbar" heye bi ser malên wan de girtine û camên wan û deriyên wan şikandine. Halîme Taşdelen, diyar kir ku ew tevî her tiştî li gund dimînin û got ku tekane daxwaza wan ew e ku rêyên wan bên çêkirin û di mehên zivistanê de zehmetî kişandine û wiha got: “Ji ber berfa zivistanê kes kesî nabîne. Di vê rêya xerabe de ti wesayît nikare derbas bibe. Em tenê dixwazin ku ew riya me bila were çêkirin. 6 meh in em li malê ne, kes ne tê ne jî diçe."