Jinên Salas Babajanî bi kombûnan piştgiriyê didin hev

Li navçeya Salas Babajanî ya Kirmanşanê, li cîhên ku derfetên çandî û qadên giştî yên bi ewle ji bo jinan têr nakin, jin kom dibin û psîkoterapiyek ne fermî derdikeve holê.

SOMA KEREMÎ

Salas Babajanî- Li gelek deverên Kurdistanê, bi taybetî jî li herêma Uramanatê, "kombûnên kolanan ên jinan" hê jî mîna sembola hevgirtin û têkiliya civakî hebûna xwe didomîne. Di nebûna derfetên çandî û qadên giştî yên biewle de, ev kombûnên kolanan ên hêsan, ji bo jinan veguheriye rêya rihetbûna derûnî, parvekirina tecrûbeyan û rêyek afîrandina hesta aydiyetê.

Jin di van kombûnên ji ber xwe çêdibin de çay vedixwin û sohbet dikin; ji mijarên rojane heta pirsgirêkên malbatî gelek mijaran diaxivin. Ji mijarên rojane yên cûrbecûr bigre heya pirsgirêkên malbatê nîqaş dikin. Her çend dem bi dem bi darizandinên neyînî re rû bi rû bimînin jî, ev kombûn di jiyana wan de rolek jiyanî dilîze. Tewar li herêmên xwedî derfetên baş jî, zextên baviksalar hebûna jinan a li qadên giştî sînordar dikin. Li cihên wekî Salas-e Babajanî ev kombûn, şûna navendên şêwirmendiyê û torên piştgiriyê digirin. Ji bo jinan derfetek rêya peydakirina çareseriya pirsgirêkên rojane pêşkêş dike.

‘Ev 4 sal in ev kombûn bûne perçeyek jiyana min’

Jina 28 salî ya ku navê Şîna Remayî bikar tîne û li Salas Babajanî dijî, da zanîn ev kombûn li vî bajare ku xerîb e, wê ji tenêtiyê rizgar dike. Şîna, wiha axivî: “Ez nedifikirîm ku li Salas Babajanî demeke dirêj bimînim, lê ji ber ku hez ji hevjînê xwe dikim hatin vir. Destpêkê gelek zehmet bû, lê piştre min jinên şîrîn nas kir. Em di demên vala de li hev dicivin, diaxivîn û behsa jiyana xwe dikin. Ev 4 sal in ev kombûn bûne perçeyek jiyana min. Em xalîçeyek kevin radixin, çay vedixwin û carna em dibin 8 kes.”

Ji ber malbata wê ne li bajêr e, ev kombûnan ji bo wê bûne cihê xwe spartinê. Şîna, diyar dike ku ji jinên extiyar tecrûbeyan fêr dibe, derdê xwe ji hev re dibêjin û tenê hebûna wê ya li vir jî wê rihet dike. Li bajarekî ku çûna derûnînasan tê mohrkirin, ev kombûn rihetbûna derûniyê mîsoger dike.

‘Zexta herî zêde li ser jinên extiyar e’

Şîna da zanîn ku carna ji ber van kombûnan tên darizandin û wiha got: “Ji jina ku tenê derdikeve derva re dibêjin bêkar û paşbêj. Zexta herî zêde li ser jinên extiyar e. Mîna Masûme ya 46 salî… Dixwaze biçe salona werzîşê, lê şerm dike bêje. Ji bo wê yekane cihê kêfê ev kombûn e. Tevî hemû zextan jî, em li şûna ku xwe hepsê hundirê mala xwe bikin, em fêrî li hev kombûnê bûn. Ji ber ku ev kombûn moralê me xweş dike.”

Fatîma ya li Salas Babajanî dikana wê ya qumaşan heye, ev 8 sal e li dikana xwe jinan pêşwazî dike. Jin tevî ku her roj kirîn û firotinê nekin jî, diçin dikanê. Têkiliya Fatîma bi kirîgerên xwe re ji kirîn û firotinê zêdetir, veguheriye têkiliya dostanî û sohbetê.

‘Hem dikan û hem jî dilê min zindî dibe’

Fatîma da zanîn ku ev kombûnên hêsan, hem ji bo dikana wê û hem jî ji bo dilê wê zindîbûnek çêkiriye û wiha axivî: “Em carna tenê diaxivin; derbarê lêçûna jiyanê, qumaş an jî pirsgirêkên takekesî de. Ev sohbet, hewaya dikanê germ dikin. Jinek extiyar ku beriya niha bergirtî û di depresyonê bû, bi saya van kombûnan zêdetir zindî bûye û êdî malbata wê jî zêdetir rihet e. Dema jin tenê bimînin zêdetir dikevin deprasyonê. Kombûnên bi vî awayî di jinan de hesta aydiyet, dîtin û zindîbûnê ava dikin.”

‘Psîkoterapiyek ne fermî ye’

Fatîma, di dawiya axaftina xwe de balkişand ser girîngiya van kombûnan û wiha got: “Ev kombûnên jinan di kolan an jî dikanan de, wekî psîkoterapiyek ‘nefermî’ ye. Ji bo ken, bêhna xwe vedan û vegotina pirsgirêkên xwe qadek e. Di nebûna piştgiriyên fermî de, ev kombûn cihê gelek valahiyan dadigrin.”