Jinên Lîbyayî: Divê ji bo erhejzedeyên Sûriyeyê bi lezgînî alîkarî were kirin

Erdheja ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandorek mezin kir, bû sedema mirin û wêraniyê. Jinên Lîbyayî gotin ku mercên li Sûriyeyê nebaş in loma divê ji welatên derve bi lezgînî alîkarî ji Sûriyeyiyan re were kirin.

HINDIYA Al-ASHEPY

Bingazî – Li Mereşê di erdhejên di 6’ê Sibatê de bi pileya 7.7 ve 7.6 de, Amed, Dîlok, Meletî, Riha, Semsûr, Hatay, Kîlîs, Adan, Osmaniye, Sûriye û bajaren Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zirarên mezin jê dîtin. Erdheja ku bi sedema mirina bi deh hezaran mirovan û bi sedhezaran birîndaran, hê jî di bin kavilan de bi sedan kes mane. Piştî erdhejê, kampanyayên alîkariyê hatin destpêkirin, jinên Lîbyayî jî di vê çarçoveyê de diyar kirin ku ew li ser platformên medyaya dîjîtal piştgiriyê didin erdjehzedeyan. Aktivîstên jin ên Lîbyayî têkildarî erdhejê axivîn û bang li civakên navneteweyî kirin ku ji bo erdhejê alîkariyên lezgîn bikin.

‘Divê kampanyayên navneteweyî werin destpêkirin’

Mudura Yekîneya Bihêzkirin û Pişgirîdayîna Jinan a Şaredariya Qmînîsê Marada Sharif Al-Barasî, diyar kir ku jinên Lîbyayî li ba erdhejzedeyan in û gotin ku divê ji bo kesên ji erdhejê rizgar bûne di serî de piştgiriya derûnî, di her warî de alîkarî werin kirin. Marada Sharif Al-Barasî, anî ziman ku ji bo erdhejzedeyan divê ku li welatan kampanyayên berfireh werin lidarxistin. Marada Sharif Al-Barasî, got ku erdheja bûye sedema mirina bi deh hezaran dive nebe amûra siyasetê û got ku di karesatên wiha mezin de kirinên wisa sûcê li dijî mirovahiyê ne.

‘Astengkirina alîkariyan sûc e’

Aktivîsta mafên jinan a li bajarê Kufra yê Lîbyayê Rîma Armey jî diyar kir ku astengkirina alîkariyên ku li welat û ji derveyî welat ji bo erdhejzedeyan tên kirin sûc e. Rîma Armey got ku ew bi erdhejzedeyan re di nava piştgiriyê de ne û xwest, kesên li dijî mirovahiya sûc dikin, bi zagonan werin cezakirin.

‘Divê bi lezgînî alîkarî ji Sûriyeyê re were kirin’

Profesora hiqûqê û aktivîsta mafên mirovan Noura Al-Qatanî jî got ku li Sûriyeyê ji ber erdhejê rewş gelek xirab e û wiha domand: “Erdhej ji derveyî kontrola mirovan çêdibin lê tedbîrên li dijî wan hene. Me dît ku komên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Tirkiyeyê, li Sûriyeyê tune ne. Mercên li Sûriyeyê giran in. Ji ber vê yekê divê ji bo erdhejzedeyan bi awayê lezgîn alîkariyek cîhanî were kirin.”