Jinên Kobanê bi çandina baxçeyan pêdiviyên xwe rojane pêktînin

Jinên bajarê Kobanê li Bakûr û Rojhilatî Sûriyê ji bo pêdiviyên malên xwe hem ji sebzeyan û zexîreya zivistanê peyda dikin hem jî ji bo firotinê baxçeyên havînê diçînin.

NORŞAN ABDî

Kobanê - Kantona Kobanê bi hemû cureyên çandiniyê di hemû werzan de weke genim, ceh, nok, nîsk û darên fistiq û zeytûnan navdare. Di vê werzê de baxçeyên havînan diçînin sûdê ji ava gundên li ser çemên Firatê dikeve dibînin li gundên rojavayî bajêr diçînin.

Piraniya jinan karê çandiniyê ji bo nanroja xwe û malbatên xwe peyda bikin dikin her wiha zexîreya xwe zivistanê jî jê digirin, lewra jinên gundên girêdayî Kobanê ji destpêka Adarê de tovan li pêş malên xwe diçînin piştra erdê dajon dikin xet û di meha Gulanê de şitleyan dibin di erdê de diçînin.

‘Baxçe ji bo pêdîviyên rojane tê çandin’

Derbarê çawaniya çandina baxçeyan Sadîqa Oso ya 67 salî ji gundê Kablik ya dikeve aliyê rojavayê bajêr dibêje:“Cudahiya xelkê gund ji bajaran ku ew baxçeyan diçînin ji bo pêdiviyên xwe rojane, li pêş her malekê baxçeyekî biçûk tê dîtin, li gel baxçeyên mezin jî ji bo firotanê û bazirganiyê. Di demsala zivistanê de, şitleyên sebzeyan di malên plastik de diçînin piştî mezin dibin di meha Gulanê de dibin zeviyan erdê dajon û têde diçînin, rêbaza çandina tovan jî heye lê rêbaza şitleyan baştire û baxçe zû mezin dibe. Baldariyek taybet bi van baxçeyan pêwîste, piştî tê çandin divê bê avdan û madeyên kîmawî û bermahiyên lawiran jî lê zêde dikin. Piştî mehekê gubreyan direşînin ji bo ji moriyan û kêzikan diparêzin. Her demekê divê ax bê qulbandin û ji giyayên xirab bê paqij kirin ji bo sebzeyên çandine bi awayekî leztir mezin bibin û berhem başbin. Lê baxçeyên bi armanca bazirganiyê hatine çandin ji bo berhemên pêwîst zêde bin madeyên zêde dixinê.”

‘Xelkê gund pêdîviyên xwe bi van bexçeyan peyda dikin’

Sadîqa Oso ji bo şitilên çandine dibêje: “Min li baxçeyên xwe hemû cureyên sebzeyên havînê weke bacan, firing, xiyar, bamya, îsot, lobiya, kelem û gelek sebzeyên dîtir çandine, ew hemû pêdiviyên mal peyda dike û berhemên baxçe du û sê mehan ji çandina şitleyan derdikeve.”

Sadîqa Oso diyar kir ku siya bihabûna her tiştî çandina baxçeyan dihêle ku pêdiviyên malê rojane ji bo gelek malbatan peyda bibe û wiha gotinê xwe didomîne: “Xelkê gundan pêdiviyên xwe ji baxçeyan peyda dikin û zexîreya xwe zivistanê jî ji wan sebzeyan derdixin, lewra çandina baxçeyan ji bo wan girîng e. Li bajarê Kobanê rûberên mezin ji erdên çandiniyê hene nêzî 400 hîktar erd hene, ew rûbera bi berhemên havînê û sebzeyên cuda tên çandin, piraniya wan li gundên rojavayî ne ji ber hebûna avê li wan deran û rûberek kêm li gundên başûr û rojhilatî bajarê Kobanê tên çandin.”

‘Kêmbûna avê ji bo çandiniyê astengiyek mezin e’

Guljîn Qadir ya 60 salî jî dibêje Bi destpêka meha Gulanê min baxçeyên xwe bi sebzeyên cuda çandin weke bacan, firing, xiyar, bamye, îsot, lobya û sê cureyên keleman li gel gulberojan zebeş û qawînê zer. Hemû demsala havînê em ji baxçeyên xwe dixwim û zexîreya zivistanê jî jê peyda dikin weke dimis û sebzeyên havînê li ber tavê zuha dikin ji bo zivistanan bikarbînin. Lê kêmbûna avê ji bo çandiniya wan astengiyeke. Av li gundê me nebû ji ber ku ew ji çema Firatê dûre, lewra hemû xelkên gund baxçeyên xwe bi riya xetasan ji ava bîran avdidin, ava bîran jî kêmbû piştî Tirkiyê ava çema Firatê li ser herêmên Bakûr û Rojhilatî Sûriyê birî ku cotkar êdî di salên dawî de rêbazên noqtandinê di avdanê de bikartînin.”

‘Girêdana jinê bi xwezayê re zêdetir e’

Baxçeyên gundê wan gelekî pêwîstî bi paqijkirinê nînin tenê hin giyayên zêde 3 caran ji nav baxçeyan derdixin, û 3 caran tenê av didin ji bo berhem zû mezin bibin û baştir bibin, pêdiviya baxçeyan bi girîngiyek taybet heye rojane kar têde dibe.

Guljîn Qadir di dawiya axaftina xwe de got:” Herî zêde jin karê çandiniyê dike ji ber ku ew herî zêde sûdê jê werdigire û girêdana jinê bi xwezayê re zêdetire. Tevî hemû astengiyên kar weke hemû jinên gund hemû dema xwe ez di baxçeyê de diqedînim, karê çandinî kedeke mezin dixwaze.