Jinên Idlibê di çerxa şîdeta nava malê de dijîn

Tundûtûjiya li dijî jinan li Idlibê ne mijarek e nû ye, ew bi dehsalan e berdewam dike. Di van demên dawî de ji ber çend faktoran şîdet zêde bûye, yên herî girîng jî ev faktorên xizanî, koçberî, zextên derûnî û belavbûna nexweşiya koronayê ku mayîna di nava malê de hişt tundiya li ser jinan du qat zêdetir bibe

Tundûtûjiya li dijî jinan li Idlibê ne mijarek e nû ye, ew bi dehsalan e berdewam dike. Di van demên dawî de ji ber çend faktoran şîdet zêde bûye, yên herî  girîng jî ev faktorên xizanî, koçberî, zextên derûnî û belavbûna nexweşiya koronayê ku mayîna di nava malê de hişt tundiya li ser jinan du qat zêdetir bibe
SUHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Neteweyên Yekbûyî şîdeta li dijî jinan wiha pênase dike: "Her kiryareke tundûtûjiya li ser bingeha zayendî, dibe sedema zerar û azarên bedenî. Her wiha di nav de tehdîdên van kiryaran an bêparkirina kêfî ji azadiyê, hem di jiyana giştî de hem jî di ya taybetî de heye.
Jin li Idlibê ne tenê bi şîdeta fizîkî re rû bi rû dimînin ew rastî adet û kevneşopiyên tên ku rê li pêşiya bikaranîna wan ji gelek mafê wan û azadiya wan a rewa girt.
Jin ji aliyê mêran ve rastî şîdetê tên û tu destekê nabînin
Lama Hac Husên a 22 salî, dibêje ku jiyana wê ya zewacê bi tenê du salan domiyaye, ji ber tundûtûjiya hevjînê wê û wiha didomîne: "Ez nikaribûm tehemul bikim, min bi rojan û hefteyan xemgînî û depresyonê jiya ji ber tiştên ku ez dijiyam. Min destek ji tu kesê nedît."
Ji ber pirsgirêkên domdar û şîdeta li dijî wê Lama Husên biryar da ku bi xwe re bibe alîkar û dawî li vê pêwendiyê bîne, nemaze ji ber ku hê zarokên wê tunebûn, ev yek ji bo wê bû firset. 
Li Idlibê xebata jinan ji derveyî malê tê astengkirin ji hêla mêran ve 
Jina bi navê Rawaa Al-Aluş a 20 salî, gilî û gazinan dike û wiha dibêje: "Hevjînê min nehişt ku ez ji malê derkevim û di navendeke jinan de fêrî pîşeyek bibim. Min dixwest ez tiştek bikim da ku rewşa xwe ya aborî baştir bikim." 
Rawaa wiha gotinên xwe domand: "Hevjînê min ji xizaniyê êşê dikşîne û nikare pêdiviyên sereke û pêwîst ên malê jî dabîn bike û li ser min zext û zordariyê didomîne û nahêle ez ji malê derkevim. Ez bi mehan ji malê dernakevim bi hinceta ku ew ji min hesûdiyê dike, nahêle kes min bibîne, min wekî milkê xwe dibîne."
Jinên ku kiryarên tundûtûjiyê qebûl nakin tên kuştin  
Mesele bi tundiya fizîkî, derûnî û civakî ya ku li ser jinan tê kirin nayê rawestandin, di heman demê de ji tawanên kuştinê yên li dijî jinên ku van kiryaran red dikin û li dijî wan serî hildidin, derbas bû wekî bûyera li dijî Buthaina El-Omer a 35 salî re rû da. Ji aliyê hevjînê xwe ve piştî ku wê giliya wî kir û hat girtin lê dûre piştî ku ji girtîgehê derket, di encama destdirêjî û lêdana berdewam de hat kuştin.  
Heman tişt ji bo Safaa El-Qedûr a 23 salî jî derbas dibe. Piştî ku wê ji ber muameleya nebaş a li ser wê daxwaza hevberdanê kir û israr kir ji aliyê wî ve hat kuştin. Hevjînê wê ew bir zeviyeke çandiniyê li devera Barişa, li bakurê Idlibê û bi guleyekê wê kuşt. 
"Şîdeta nava malbatê pir xeter e û dibe sedema pirsgirêkên cidî"
Pispora  civakî ya bi navê Fatin El-Suweyd a 40 salî behsa encamên tundiya li ser jinan bi hemû şêweyên wê dike û dibêje ku şîdeta nava malê yek ji sedemên herî gelemperî ye ji bo jinan li Idlibê û dibe sedema pirsgirêkên cidî yên tenduristî, fizîkî, psîkolojîk, zayendî û hilberîner, bi demê re.
Bandora şîdetê li ser tenduristiya jinan
Her wiha li ser encamên şîdetê hişyarî dide ku û dibêje ku dibe sedema kuştinê, bi giranî birîndarbûn, xwekuştin û pir caran dibe sedema kurtajê, bi awayekî giştî şîdeta nava malbatê ji bo jinan pirsgirêkên tendirustiyê dide avakirin.
Fatin El-Suweyd anî ziman ku bandorên derûnî yên wek nîgeranî, depresyon, zehmetiya xewê, nexweşiyên mîde û rovî û nexweşiyên giştî li ser jinan hene.
Faten El-Suweyd di dawiya axaftina xwe de ji bo dîtina hin çareseriyên muhtemel ji bo pirsgirêka tundûtûjiya nava malê, pêşniyar dike ku rola rêxistinên civaka sivîl di vî warî de were aktîfkirin û lidarxistina diyalog û semînerên hişyariya civakî ji bo parastina jinan û agahdarkirina wan bi maf û çawaniya parastina ewlekariya wan were zêdekirin.