Jinên Dêrazorê bi tevlibûna xebatên trafîkê sînoran radikin

Rêveberiya trafîkê ya li bajarê Dêrazorê ku hin navçeyên wê girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye bi hejmarek girîng jin tevlî xebatan kiriye. Jinên Derazorê bi tevlibûna vê pîşeyê sînorên paşverûtiyên mêrsalarî ji holê radikin.

KEWSER EL-JASÊM

Dêrazor - Rêveberiya giştî ya trafîkê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dema dawî de ofîs û komîteyên asayîşê ya jinan aktîf kirin piştî pisporiya pêwîst bi dest xistin dest bi karên xwe dikin, rola xwe di rêxistinkirina tevgera trafîkê de îsbat kirin û di hemû erkên ji wan tên xwestin de serkeftî bûn.

Piştî avakirina navenda asayîşa trafîkê hat ragihandin weke parçeyek ji sîstema ewlekariya hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hejmara endamên saziyê zêde bûn û ji bo perwerdekirina wan bi awayekî akademîk û pîşeyî li gorî rêgezên trafîkê yên cîhanî kar tê kirin. Di sala 2014’an de, yekem beşa endamên trafîkê ji hemû bajar û herêmên Cizîrê derçûn û rola jinan li gel mêran di rêxistinkirina çûnhatinê û karên saziyê de girîng bû.

Di trafîkê de rola jinan

Rêvebera trafîka jinan li Dêrazor Fayhaa Mihemed dibêje: “Me weke jinên rêveberiya trafîkê li bajarê Dêrazorê hejmareke komîteyên jinan di nava rêveberiya trafîkê de ava kir. Hejmara endamên ku tevli bûne 10 jin in her yek ji wan di ofîsekê de bi cih bûye karê pêwîst dike. 5 ofîs hatin aktîfkirin, ofîsa dîwan ku duyemîn ofîsa piştî rêveberî û ofîsa zebtan e, di her ofîsê de endameke jin heye. Her wiha di ofîsa toran û  binpêkirinan de jî du endam hene lê di ofîsa darayî de 3 endamên jin hene, yek di beşa darayî de ye û yek di beşa darayî giştî de ye. Di rojên li pêş de bendên endamên jin dê di nava bajêr de bên aktîfkirin.

Di her beşa trafîkê de jin cihê xwe digrin

Her wiha endama Ofîsa Zebitan û Lêkolînên Giştî ya bajêr Sîham Ednan Elî got: “Erka me ew e ku em ofîsa zebitan li navenda bajêr û qezayên trafîkê yên leşkerî, medenî û hêzên ewlekariya hundirîn bişopînin û zebitên rêveberî birêxistin bikin. Weke windabûna belgeyan, an ruxsetên ajotinê, tabloyên wesayîdan li gel rêxistinkirina wesayîdên tên dizîn jî piştî biryara dadgeha giştî li bajarê Dêrzorê tê derxistin em dest bi karê xwe dikin.”

‘Armanc şikandina sînoran e’

Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fatma El-Ehmed dibêje: “Em weke hêzên ewlekariya hundirîn a jinê, rêveberiya trafîkê hejmarek baş aktîf kirine. Her beşek dabeşî çend ofîsan dibe weke beşa trafîkê, beşa têkoşîna li dijî sûcan, beşa sîstema ewlekariyê û her endameke jin xwedî karê xwe yê taybet e. Hejmara jinên di hêza ewlekariya hundirîn de 55 e, karê wan dabeşî ofîsên taybet bûye, armanca tevlibûna wan nava hêzên ewlekariya hundirîn ew e ku qedên civakî yên jin lê hatine sînordarkirin bişkînin.”