'Ger em wek jinên Kurd çek hilgirin, Talîban nikare desthilata xwe bidomîne'

Talîban hewl dide hebûna jinan a li zanîngeh, qadên vekirî û qadên xebatê ji holê rake. Mamosteya Afganî Kubra li hemberî van hemû polîtîkayan got, “Ez ditirsim. Eger em weke jinên Kurd çek hilgirin, Talîban nikare desthilata xwe bidomîne.”

BAHARÎN LEHIB

Kabul - Talîbanê di Tebaxa 2021’ê de desthilatdarî bi dest xist. Li hemberî pêkanînên Talîbanê ku ji hunerê heta werzîşê, ji perwerdehiyê heta jiyana xebatê ji bo tunekirina jinê di jiyana civakî de gavan bavêje, hemû cîhan bêdeng e. Beriya her tiştî Talîbana ku di bin navê 'ji nû ve dîzaynkirina' dibistanên amadeyî de nehiştin ku zarokên keç biçin dibistanê, herî dawî deriyê zanîngehê li jinan qedexe kir. Li gel hemû zext û qedexeyan jî jin li Afganîstanê dibêjin ku ew ê dest ji mafên xwe bernadin û dadikevin kolanan.

'Min soz da xwe ku ez ê perwerdehiya keçên xwe bidomînim'

Mamosteya bajarê Heratê Neila Nisom ji ajansa me re axivî û got, dema wê bihîstê ku çûyîna dibistanê ya keçên di temenê keça wê de hatiye qedexekirin matmayî maye, lê dibêje ku ji bilî jinên Afxanistanê tu kes hest bi vê yekê nake. Mamoste Neila Nisom got, “Mafê zarokên keç ên çûna dibistanê ti carî nebûye mijarek bi tendûrist. Min û hevalên xwe timî digotin ger Talîban careke din were ser desthilatdariyê, deriyên dibistanan ji zarokên me re bên girtin, ji bo ku ev yek pêk neyê divê demek berê li welêt tedbîrên mayîndetir bihatana girtin.”

'Me hewl da ku em tarîtiyê derbas bikin'

Neila Nisom bi bîr xist ku li welat her tim qedexe hene û wiha got: “Em pêkanînên Talîban û yên wekî wan dizanin û nas dikin. Ez di 15 saliya xwe de ji dibistanê bê par mam. Mamosteyên me di malên xwe de ji bo me kursên perwerdehiya veşartî çêkiribûn, ji ber vê yekê me hewl da ku em ji tarîtiya welatê xwe derbas bibin. Me hewl da ku li hember kesên ku me mehkûmî tariyê dikin, bibin ronî.” 

Neila Nisom diyar kir ku ew niha kursên ji bo zarokên keç vedike û wiha got: “Min bi xwe soz da ku ez ê perwerdekirina keçên xwe bidomînim, çi dibe bila bibe ez ê perwerdehiya xwe bidomînim. Min soz da mamosteyên xwe yên ku ez ji tariyê derxistim, min soz da ku ez dev jê bernedim."

‘Çekek me tune, lê ...’

Kubra Rasool yek ji mamosteyên Heratê ye. Kübra Rasool da zanîn ku her çend ji bilî sloganan tiştekî wan tunebû jî, Talîbanê bi tirsekî mezin nêzî jinên Heratî û çalakvanan dibû û ji ber wê jî ew rastî êrîşeke mezin hatin. Kubra Rasool wiha dibêje: “Ger îro em wek jinên kurd çekan hilgirin, ez bawer im Talîban dê nikaribe desthilatdariya xwe biparêze.” 

Kübra Rasool dibêje, deriyên dibistanan li ser rûyê jin û keçên Afganî girtî ne, lê eger dibistan bên vekirin jî, ew ji bernameya perwerdeyê ya Talîbanê jî bi guman e.