Jin bi komkirina karokan debara xwe dikin

Karok ji bo gelek nexweşînan derman e û ji bo gera li karokên ji bo tenduristiyê gelek baş in. Meryem Mihemed a ji gundewarê bajarê Til Temirê, bi komkirin û firotina karokan debara xwe dike.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Kîvarek an jî karokên çolê, ku jêre karokên birûsk jî tê gotin, piştî baranê bi tav û birûskê re mezin dibin. Sedema mezinbûna karokan ew e ku brûsk di hewayê de oksîta nîtrojenê zêde dike, ku bi dilopên baranê yên li ser erdê re dibe yek û karokên kovî çêdike.

Cûre û sûdên karokan

Karok ji aliyê tenduristiyê ve gelek girîng e. Ji bo xurtkirina pergala berevaniyê, destekdayîna tenduristiya hestî, şerkirina li dijî penceşêrê, parastina çerm û porê saxlem, sivikkirina depresyonê, pêşîgirtina li şekir, kêmkirina kîloyên zêde û dermankirina tansiyona bilind baş e.

‘Yên li nêzî darên gûz û zeytûnan jehrî ne’

Karokên ku mirov an jî lawir dixwin ji hev cûda ne. Hinek karok jehrîn in, bi taybetî jî yên ku li nêzî darên zeytûnan û gûzan şîn dibin. Karok xwedî gelek feydeyên tenduristiyê ne, ji ber ku di aliyê hesin, kalsiyûm, mîneral û antîoksîdan de dewlemend in. Berhevkirina karokan li gelek welatan pîşesaziyek sereke ye. Karok û cûreyên wê yên din, di hilberîna pîşesazî ya antîbiyotîk, vîtamîn, dermanên dijî penceşêrê û dermanên kêmkirina kolesterolê de hatine bikaranîn. Ev jî ji ber şiyana wê ya hilberîna mîqdarên mezin ên hilberên xwezayî û antîmîkrobiyal e. Karokên xwarinê yên bazirganî, çandinî û yên çolê ku bi xwezayî mezin dibin hene. Karokên çolê ji bo xwarina kesan an ji bo armancên bazirganî tên berhevkirin. Hinek karok tamxweş in û bihayê wan bilind in, wek karoka şîrkêş, karoka gorse, karoka quizze, karoka tirî û kêzika boriyê reş. Lê ewqas cûre li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şîn nayên.

Karok bi gelek navan tê zanîn. Ew nebat, di şert û mercên avhewa de di hin pileyên germî û nermbûnê de bi awayên cihêreng xuya dikin.

Karok ji bo çi baş in?

Her tiştek ku ji axê tê û şîn dibe, bi awayekî dibe dermanê gelek nexweşiyan. Mînak karok di kêmkirina kîloyan de dibe alîkar. Dema ku laş madeyên ku jê re hewce dike peyda dike lê tê. Ji bo nexweşên şekir xwarinek baş e, ji ber ku însulîna xwezayî ya ku hewcedariya nexweşan e dihewîne û hem jî laş teşwîqî derxistina wê dike. Hin lêkolînên bijîşkî îsbat kirine ku karok ji mirovên bi nexweşiya dil re dibe alîkar ku dil li rewşa xwe ya normal vedigerîne. Heman demê mirov ji penceşêrê diparêze. Bi temen re hestiyan xurt dike û wan ji osteoporozê diparêze. Ji ber ku kalsiyûm û potasyûm dihewîne. Di nav de antîbiyotîkên xwezayî hene ku li dijî enfeksiyonên çerm diparêzin û alîkariya bilezkirina başbûna birînan dikin. Sîstema parastinê û hilberîna xaneyên xwînê yên spî xurt dike. Ew ji bo hêsankirina xwarinê dibe alîkar û bêhnfirehiyê zêde dike. Alîkariya dermankirina kêmxwînî û pêşîlêgirtina kêmxwîniyê dike. Tansiyona bilind derman dike. Kîvarkên spî di şerê li dijî kevirên gurçikê de pir bi bandor in.

Sûdên karokan ji bo tendrustiya jinan

Karok tenduristiya jinên ducanî piştgirî dike û pêşî li westandin û stresê digire. Her wiha jinan ji penceşêra pêsîrê, penceşêra zik û penceşêra malzarokê diparêze. Pergala hilberîna jinê ji nexweşî û enfeksiyonan diparêze. Ew di laşê jinê de alîkariya sererastkirina hormonan dike, bi vî rengî tenduristiya overan diparêze û pêşî li kîst û enfeksiyonan digire. Hemwextî wê jî di dermankirina enfeksiyon û tumorên ku bandorê li hêkdanê dikin de rolek girîng dilîze û kîstên wan jî ji holê radike. Ew zengîniya jinê û şiyana ducaniyê zêde dike. Divê mirov cureyên karokên ku ji çavkaniyek pêbawer in û li cihên pêbawer jî têne firotin bikirin û bixwin. Meryem Mihemed a ku ji gundê Qahîra ya ku li rojavayê bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê ye, di vê demsalê de li karokan digere. Meryem Mihemed têkildarî vê mijarê jî  ji me re axivî. Dayîka Meryem da zanîn ku ew li kêleka xwedîkirin û perwerdekirina zarokên xwe û rêvebirina malê, pez û mirîşkan jî xwedî dike û wiha dewam kir: “Ji bo min xwedîkirina pez û mirîşkan tiştê herî xweş e, ji ber ku em jê sûd werdigirin.”

‘Karok xweştirîn xwarin e û ji goşt re alternatîf e’

Meryem Mihemed got ku ew di demsala biharê de ne û wiha dirêjî da gotina xwe: “Bihar demsaleke herî guncaw e ji bo mirovan. Demsaleke baş e ji bo karê jinan yên derveyî malê, ji ber avhewa hevseng e ne germ û ne jî sar e. Di vê demsalê de nebatekî herî xweş derdikeve û ji aliyê her kesî jî tê hezkirin, ew jî karok e. Karok tên xwarin û dibe alternatîfa goşt jî. Karok gelek bi sûd e, ji ber ku ji di hundirê axê de çêdibe û çi tişt ji axê çêbibe bê guman xwezayî ye û bi tendurist e.”

Dema çêbûna karokan û cûdabûna wê ji ya mirovan û kûçikan

Meryem Mihemed da xuyakirin ku ji çêbûna karokan re demeke taybet pêwîst e û wiha pêl da gotinên xwe: “Ji çêbûna karokan re demeke taybet divê. Ew jî demsala biharê ye. Karok xwe dispêre baranê. Karok demek jê re heye çêdibe û mezin dibe. Piştî mehekê ji çêbûna wê, ger were dîtin jî wê ji bo xwarinê ne baş be û êdî kurmî ye. Ji ber du cûreyên karokan li axa me şîn tên, yek dikare were xwarin ya din jî jehrî ye û wekî karokên kûçikan tê naskirin. Şeklên wan jî ji hev cûda ne û mirov dikare wan ji hev derxe. Karoka xwarinê di bin erdê de dimîne û her mezin dibe erdê diqelişîne, di qelişandina erdê de mirov dizane ku ev ya mirovan e û tê xwarin. Lê ya lawiran zirav e û derdikeve ser erdê. Ji lewra niha xelk dizane ku dem dema gera li karokan e û her kes bi kîs û kêra xwe berê xwe dide nav zeviyan."

‘Gera li karokan û meşa di nav axê de dermanê derûniya mirovan e’

Meryem Mihemed got ku axa wan bi xêr û bêr e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Axa me bi xêr e û guhpêdan jê re pêwîst e. Tu çiqas xwedî li erdê derkevî û av bidî, wê ewqas berhem bide. Tu çi biçînî wê dide te, lê gava tu axê neçînî û av nedî, ax hişk û zûha dimîne. Tu çiqas bi destê xwe vê erdê tev bidî, wê ewqasî berhem bide û şîn were. Karok nebatekî bê tov e, di encama baran û birûskê de çêdibe û wiha jî diçe. Ji lewra gera li karokan û meşa di nav axê de di warê derûnî de mirovan ji zextên ku rojane jiyan dike, baş dike û dibe dermanekî ku nayê dîtin, tenê tê hîskirin.”

Karok piştî şûştinê tê qelandin û kelandin jî.