Ji xwendekarên jin ên Sûdanî Komaleya Femînîst a Askol

demê de li ser çareseriya pirsgirêkên xwendekarên jin di zanîngehê de rû bi rû dimînin rola xwe dilîze.

MEYSA El-QAZÎ

Xartûm - Di Tebaxa 2022’yan de komek xwendekarên koleja zanistan li zanîngeha Xartûmê Komeleya Femînîst a Askool ava kir li ser mijarên xwendekarên jin ku kes girîngî nade radiweste û mafên wan diparêze ku bibe parçeyek ji tevgera femînîst a li Sûdanê.

Sekretera Ofîsa Bername û Plandanînê ya Komaleya Askol Asya Îsmaîl der barê komaleyê de got, “Rola xwendekarên jin di kolejê de ne diyar bû ji ber ku piraniya endamên ofîsên xwendekaran ji mêran bûn, tu girîngî nedidan mijar û pêwîstiyên xwendekarên jin. Li dengê jinan guhdar nedikirin lewma me girîngî dît ku ezmûneke wisa ava bikin da ku weke keç bikaribin biaxivin û aktîf beşdar bin û nêrînên xwe derbibirînin û mafên xwe bistînin.”

Çalakiyên hişyariyê û rûniştinên jinan

Asya Îsmaîl destnîşan kir ku ew endamên ofîsên cihbicihî bi riya hilbijartinan diyar dikin ku ew 5 ofîs in wiha qala komaleyê kir, “Ofîsa ragihandinê, ofîsa bername û plandanînê, ofîsa lêkolînan û teknelojî, ofîsa werzîşê, ofîsa pêwendiyên derve. Çalakiyên van ofîsan jî gelek in weke çalakiyên çandî û civakî. Broşurên hişyariya der barê mijarên cuda de çêdikin weke mijara tundûtûjiya li dijî jinan, em van broşuran di nava kolejê de datînin û hişyariyê didin kesên dibînin ev kiryar normal in. Her wiha em rûniştinên jinan li dar dixin tê de keç bi xwe çîrok û ezmûnên xwe cuda vedibêjin û wisa em ezmûnên xwe bi hev re parve dikin. Forum û nîqaşên mehane jî hene.”

Xurtkirina beşdarbûna jina nava zanîngehê de

Der barê destkeftiyên Komaleya Femînîst a Askol Asya Îsmaîl, dibêje: “Civakê alîkariya xwendekarên jin di namzediya hilbijartina komeleya xwendekarên kolejê de kir, di ofîsa bicihkarî ya komeleyê de 13 xwendekarên jin hene ev jî bi xwe gaveke baş e. Xwendekarên ku yekbûna xwe ava kirin ji bo karê komeleyê bi pêş bixin di warê xizmeta xwendekarên kolejê û piştgiriya mijarên wan bikin. Wan bi awayê aktîf piştgiriya xwendekaran kirin di mijara têkoşîna dijî bilindkirina pereyên xwendinê ku zanîngehê li ser xwendekarên nû ferz kiribû. Me rêbazên xwe nerazibûnê dijî biryarên zordar pêşxistin û rêbazên cerbandî me bi kar anî, me form şandin ji xwendekaran re pirsa wan dikin der barê rêbazên herî baş ji bo rêbazê xwepêşandan û nerazîbûnê, nêrînên me derbarê pereyên xwendinê.”

Piştgiriya mijarên jinan

Asya Îsmaîl diyar dike ku rola Komaleya Femînîst a Askol nakeve ser milê jinan bi tenê, ew parçeyek ji tevgeran jinan li Sûdanê ne û roleke wan mezin di tevgera jinan de heye û wiha domand, “Xwendekarên jin bi komên jinan û rêxistinên civaka sivîl di hemû doz û çalakiyan de hevkariyê dikin, ew beşdarî her tiştî girêdayî tevgera jinan dibin. Helwesta me ji bo her bûyeran heye, em piştgiriya jinan li her derê dikin. Rasterast em daxuyanî der barê her mijarek jinan de didin piştgiriya jinan tê de dikin û beşdarî xwepêşandanên nerazîbûnê dibin. Pêwendiyên me li gel jinên zirar dîtine jî hene ji bo em piştgiriya hev bikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Asya Îsmaîl destnîşan kir ku ew li ser rewşên sîyasî yên li Sûdanê jî nîqaşên girîng dimeşînin û got: “Em li ser rewşên siyasî nîqaş dikin û hişyariya der barê mijarên siyasî de belav dikin. Tê de endamên partiyên siyasî diaxvin û mijarên jinan nîqaş dikin. Em niha azad in nîqaşan li dar bixin li ser hemû mijarên bêdeng biaxvin. Hêdî hêdî em sînoran dişkînin ev jî tiştekî baş e, xewnên me ne pembeyî ne lê xewna me ye ku hemû keç li ser vê rêbazê rast û azad bimeşin.”