Ji bo rawestandina şer jin li Taizê sazî û rêxistinan ava dikin

Jinên Yemenê ji ber şerê ku gelek qurbanî li pey xwe hiştine bêçare neman. Jin ji bo aramiya welatê xwe bi hemû hêza xwe serî hildan û ala aştiyê hildan.

RANIYA ABDULLAH

Yemen – Armanc û berjewendiyên jinan di berdewamkirina şer de nîn e, jinên Yemenê ji bo aşîtî û aramiya welat li hev kom bûn û nerînên xwe anîn ser ziman. Kombûna Jinên Aştiyê li bajarê Taizê yê li Başûr Rojavayê Yemenê jî yek ji wan kombûnan e.

Yekîtiya ked û xebatan

Sekretera kombûna jinan mamoste Huda Ebdo Qehtan li ser pêdiviya jinan bi yekitiya kedên jinan û yekrêziya wan axivî û got: “Şert û mercên ku kombûnê ava kir ji ber pêdiviya girîng a jinên bajarê Taizê bû. Di vê pêvajoyê de daxwaza me avakirina civaka aştî û pêşveçûnê ye ku bi xwe armanca jinên kombûnê ye. Em hewcedarên kombûnek in ku keda jinan li bajarê Taizê bike yek ji bo wan û mijarên wan bigihîjînin navendên biryardayînê. Çawa jin ji sala 2011’an ve heta pêvajoya niha ji ber aliyên siyasî bi bandor bûne.”

‘Herî zêde jin girêdayî azadiyê ye’

Huda Ebdo Qehtan wiha behsa kombûnê dike: “Berî vê kombûnê sê kombûnên din ava bûn. Weke Kombûna Jinên Jiyanê li Taizê, Komeleya Jinên Aştiyê li gel gelek însiyatîfên din. Em bang li hemû jinên aktîf ên li barêzgeha Taizê dikin ku kombûnên din ava bikin an jî tevli vê kombûnê bibin ji bo em bi hev re bibin hêzeke bi bandor di piştgiriya mijarên jinan de û gihandina dengê wan ji aliyên pêwendîdar re. Ji ber ku  mijara pevçûnên Yemenê gelekî dirêj bûye û wisa encam jî li ser mirovan zêde bûn bi taybetî li ser jinan û zarokan. Şer tevna civakî, binesazî û yekitiya niştimanî û her tiştê xweşik rûxand, pêşveçûnên domdar rawestand li gel encamên xwe yêm giran li ser warê aborî jî. Em ji şer bêzar bûne, em ji bo Yemenê û hemû kesan aştiyê dixwazin. Jin herî zêde girêdayî azadiyê ne bêhtirî beşên civakî yên din, ji ber ku jinan herî zirarê ji encamên şer dîtine. Jinan hevjîn, bav, bira û lawên xwe winda kirin.”

‘Daxwaza me rawestandina şer e’

Koordînetora Kombûna Jinan Şînaz El-Akhalî dibêje: “Ev kombûn ava bû ji bo bibe dengê jinan û lêvegera yekgirtina keda jinan ê belavbûyî. Ev kombûn dê dengê jinan bigihîjîne navendên biryardayîna siyasî û rêxistinên navneteweyî yên li Yemenê kar dikin. Daxwaza me ew e ku em şerê heyî di navbera aliyên siyasî de rawestînin.”

Şînaz El-Akhalî Der barê avakirina kombûnê de jî diyar kir ku kombûn di gelek pêvajoyan re derbas bûye, kombûn ji jinên ji beşên civakê yên cuda pêk tê. Weke çalakvanên mafnasî, parêzer, akademîsyen, rojnameger, karmendên di warê aştiyê de û navbeynkarên navxweyî.

Daxwaza avakirina aştiyê

Endama kombûnê Nora Elî Huceyra jî got: “Em 15 çalakvan, mafnas û parêzerên ji hemû aliyan ve ne. Rawestandina şerê Yemenê û avakirina aştiyê armanca me ye. Dibe ku armanca me fireh be lê ev hêviya her jinek Yemenê ye. Kombûn ji bo piştgiriya mijarên jinan ava bûye. Ji bo ku peyama rawestandina şer bigihîjînin aliyên siyasî. Ji ber ku ev daxwaza rewa ya jin û mêrên Yemenê ye. Em weke jinên kombûnê nêrîn, armanc, çalakiyên xwe nivîsand, ew jî rawestandina şer û avakirina aştiyê ye.”

‘Cîhan gîştî li şer temaşe dike’

Rojnameger û endama kombûnê Semîra El-Fihêdî ji der barê şerê ku li Yemenê qewîmî axîvî, got ku ji vê şerî herî zêde civak bandor bû û wiha domand: “Şer dirêj kir, êşên şer jî zêde bûn û civak jê pir bi bandor bû. Her wiha jin û Taiz û gelê Yemenê bi giştî bi bandor bûn. Divê Taiz û jinên wê rizgar bibin, ji ber wê ev kombûn ava bû weke hewldanek ji bo rawestandina şer e. Cîhan li şer temaşe dike lewma divê biryarên niştimanî di astên bilind, navîn û kêm de di nava civakê û partiyan de bên girtin. Divê tevger û çareseriyên ji bo rawestandina vî şerî bên dîtin. Em bêhêvî namînin ji ber ku meşa bi dirêjahiya hezar mîlî, bi gavekê dest pê dike. Lewma diviyabû keda jinan ber bi rawestandina şer ve bihata kirin û wan aresteyî karê mirovî, erênî ji bo berjewendiya niştimanî di rawestandina şer û danîna aştiyê de bikin.”

‘Ji bo dengê me were bihîstin me ev kombûn ava kir’

Herî dawî Rêvebera pirtûkxaneya zanîngeha Taizê û endama kombûnê Îftîhan El-Meşherî nêrînê xwe anî ser ziman û got: “Ev kombûn ji bo êşên jinên Taizê hatiye avakirin. Ji ber ku dengê wê li gel mafên mirovan û Encûmena Ewlekariyê û Konseya Nûnerê Neteweyên Yekbûyî nedihat guhdarîkirin. Me ev kombûn ava kir ji bo bibe destpêka avakirina kombûnên din û dengê jinan bi riya mijarên wan û civakê bi giştî bi awayekî derxin pêş. Bawer im yên herî zêde ji vî şerî bi bandor bûn jin in. Rola wan a aktîf û erênî nayê jibîrkirin, tê de hebû. Ev kombûn ji bo bilindkirina dengê jinan bû ku teqez bike ew hene û mijarên xwe bi zelalî û kûrahî weke dixwaze nîqaş bike.”