"Ji bo pêşî li destdirêjiya zayendî were girtin divê qanûnên hişk werin derxistin"

Tundiya li dijî jinan bi hemû şêwe û cureyên xwe, tawaneke hovane û binpêkirineke eşkere ye, ev yek jinan ji mafên wan bêpar dike, azadiya û beşdarbûna wan a di civakê de sînordar dike. Beşek ji tundiyê bêguman a zayendî ye ku li herêma Xezayê pir belav bûye û li ser vê mijarê axaftin û nîqaşkirin pir kêm e ji ber bêdengiya piraniya jinên ku rastî tundiya zayendî hatine.

NEXEM KERACA
Xeza- Şîdeta li dijî jinan gelek cureyên wê hene, di nav de şîdeta zayendî ku dibe sedem gelek jinên rastî tundiya zayendî hatine heya ku dijîn êşê bikşînin û pirsgirêkên derûnî bijîn. Der barê têgeha tundiya zayendî û bandorên wê yên li ser jinan û keçên ciwan de pispora tenduristiya zayînê Wefaa Ebû Heşîş ji ajansa me re axivî.
"Tundjiya zayendî tacîz, tehdîd û tecawiza fizîkî ya bi zorê ye"
Pispora tenduristiya zayînê Wefaa Ebû Heşîş diyar kir ku tundiya zayendî bandorên wê yên neyînî pir in û wiha got: "Wateya tundiya zayendî ya li dijî jin û zarokên keç, destdirêjî, tehdîd, tacîzkirina ji aliyê xizm an jî biyaniyan ve bi awayekî zorê û neqanûnî, ne olî û ne mirovî ye. Pêkanîna tundiya zayendî li ser jinan encamên giran û neyînî bi xwe re tîne, di nav de fikrandina xwekuştinê yan jî qetilkirina di bin navê paqijkirina namûsê de. Tundiya zayendî bandoreke pir mezin li ser endamên civakê dike. Heta ku jina rastî tundiya zayendî hatibe bi nêrînek nebaş lê dinerin."
Der barê sedemên ku dihêlin tundiya zaynedî bi pêş bikeve de Wefaa Ebû Heşîş wiha got: "Sedemên ku dihêlin tundiya zayendî biqewime gelek in ji wan jî mebestên siyasî yên wekî dorpêçkirin, mebestên aborî yên wekî xizanî, bêkarî û derengketina temenê zewacê û mebestên civakî yên wekî pîvanên exlaqî. Her wiha li deverên vaşvemayî û girtî ku mêr madeyên hişbir bi kar tînin, ev yek jî dibe sedem ku berê xwe bidin tacîz û tundiya zayendî li ser jinan bikin."
Wefaa Ebû Heşîş diyar kir ku tundiya zayendî bandorên neyînî yên dijwar li ser jinan dihêle, hinek jin hene ku bi awayekî psîkolojîk bandorê li wan dike, ev jî dibe sedema aloziya derûnî, her wiha di bûyerên destdirêjiya fizîkî de jin zirareke mezin di warê tenduristiya fizîkî de dibînin. Tundiya zayendî dibe sedem ku jin ji civakê dûr bikevin û her dem bi tena xwe bimînin.
"Tundiya herî xeternak, tundiya ensestê ye" 
Der barê beşeke din a tundiya zayendî ensestê  de Wefaa Ebû Heşîş diyar dike ku ensest, destdirêjiya ji aliyê endameke malbatê ve li ser jinên eynî malbatê ku mehremên wê ne û wiha got: "Destdirêjiya kesên mehrem (ensest) tê wateya destdirêjiya li ser jinan ji aliyê xizmên wê yên mêr ve ku ji aliyê olî û exlaqî ve hatiye qedexekirin. Ji demên kevnar ve, ev bûyerên hovane tê serê jinan ku ji aliyê bav, bira yan ap, an xal ve rastî destdirêjiyê tên. Di  dema belavbûna vîrusa koronayê de û qedexeya tevgerê de bûyerên bi vî rengî zêde bûne, ji ber ku mêr di malê de dimînin û tundiya zayendî li ser zarok û jinên endamên malbata xwe dikin."
"Rola medyaya civakî û saziyên jinan di hişyarkirina ji tundiya zayendî de heye"
Wefaa Ebû Heşîş teqez kir ku medya di van dozan de ji ber parastina nepenîtiyê roleke sînordar dilîze lê saziyên jinan rola xwe bi cih tînin, bi riya  hişyarî û perwerdekirina malbat û jinan û çêkirina bernameyên radyoyê. Ji bo kêmkirin û bidawîkirina tundiya zayendî, bi taybetî ji bo kesên mehrem û wiha got: "Gelek caran doz tên ji me re bêyî ku xwe bidin nasîn ji bo di nava civakê de belav nebe. Ji me dixwazin ku em bi awayekî veşarî nêzî bûyerê bibin.” 
"Zagonên girêdayî tundiya zayendî nakevin meriyetê"
Wefaa Ebû Heşîş der barê qanûnê girêdayî mijarên destdirêjiya zayendî de diyar kir ku qanûn gelek caran nakevin meriyetê, di gelek bûyeran de, di dema ku jin rastî destdirêjiya zayendî tên û temenê wan ê zewacê be wê bi kesê ku destdirêjî lê kiriye re dizewicînin û di bûyerên ku keç temenê wê biçûk be û destdirêjî lê hatibe kirin tewanbar cezayê girtîgehê digre lê heger tewanbar kurê muxtarekî be yan jî mezinê malbatê be ew nayê cezakirin lê jin tê cezakirin. Ew di malê de dimîne girtî heya ku balix dibe wê di eynî demê de dizewicînin. Pêwîst e zagonên hişk werin pejirandin da ku rê li pêşiya tundiya zayendî were girtin."
Li ser mekanîzma û rêbazên ku ji bo kêmkirina tundiya zayendî ya li dijî jin û zarokên keç ku pêwîste werin şopandin, Wefaa Ebû Heşîş wiha bilêv kir: "Pêwîst e tundiya zayendî wekî xalek di bernameyên dibistanan de ji bo şagirtan were dayîn. Ji bo perwerdekirin, hişyarkirina wan û ku bandorên neyinî yên vê tundiyê bi zanist bin. Her wiha sazî û komele ji bo perwerdekirina civakê komxebat û kursên hişyariyê yên bi hêz pêşkêş dikin ji bo parastina jinan. Hewl didin rêbazên pêşketî bi pêş bixin û li dijî destdirêjiya zayendî kampanyayan li dar dixin. Pejirandina qanûnek ji bo cezakirina kesên ku tacîz û sûcê destdirêjiya zayendî dikin."
“Zaroka 10 salî 3 caran rastî tecawizê hat”
Wefaa Ebû Heşîş bûyera zarokek keç a rastî destdirêjiya zayendî hatiye nirxand û wiha behs kir: "Zarokek keç a 10 salî ku dê û bavê wê ji hev cihê bûn û bi bapîrê xwe re dijiya, ji ber ku dayika wê zewicîbû û bavê wê jî bi jineke din re zewicîbû. Mala bapîrê wê di warê  tendurustî û civakî ne bi ewlehî bû. Ew zarok 3 caran rastî tecawizê hat. Despêkê ji aliyê apê xwe yê 17 salî ve rastî tacîzê hatiye, piştre jî bapîrê wê ew mecbûr kir ku xwe hîcab bike û ew tehdîd kir ku bûyerê ji kesek re nebêje. Ev bûyer di dema ku zaroka keç çû serdana dayika xwe û dayika wê lekeyên xwînê li ser cilên wê yên binê dît, got qey regil bûye. Ji bo ku fam bike keça xwe bir cem pispor û komîteyek taybet a tenduristiyê. Di encamê de diyar bû ku zaroka keç rastî tecawizê hatiye. Piştî hat bihîstin, me hemû piştgiriya derûnî û tenduristî pêşkêş kir. Her wiha saziya derûnî bi bavê zarokê re bûyer şopand û bapîr piştî ku bûyer red kir herî dawiyê îtîraf kir û xwedîkirina keçikê ji babîrê wê girtin dan dapîra wê. Niha zarok li gel wê dijî."