‘Gelê Efrînê ji bo vegera Efrîn a azad têdikoşe’

Gelê Efrînê yê ku ji ber êrîş û komkujiyên dewleta Tirk neçar ma axa xwe biterikîne, bi salan e di nava mercên zor û zehmet de bi hêviya vegera Efrînê dijî.

MÎDYA MIQDAT

Heleb – Dewleta Tirk û komên çeteyên girêdayî wî di 20’ê Çileya 2018’an de êrişî herema Efrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Bi boneya salvegera 5'emîn a êrişên dagirkeriyê ya li ser Efrînê, jinên taxa Şêx Meqsûd bêdengiya navdewletî ya li hemberî kiryarên li dijî wan tê kirin û binpêkirinên mafên mirovan şermezar kirin. Jinên taxa Şêx Meqsûd a Helebê diyar kirin ku dewletên navneteweyî yên ku dibêjin ew mafên mirovan diparêzin, di mijara Efrînê de hevkariyê bi dewleta Tirk re kirine û bûne sedem ku Efrîn were dagirkirin.

‘Efrîn bi alîkariya hêzên hegemon hat dagirkirin’

Endama PYD’ê ya Helebê Ayşe Hiso der barê dagirkirina Efrînê de nêrînê xwe anî ziman ku dagirkirina Efrînê parçeyek ji komploya navdewletî ye, bi polîtîkayên li dijî Sûriyeyê ve girêdayî ye. Ayşe Hiso got: “Berjewendiyên hêzên navnewletî li ser xaka Sûriyeyê hebûn ji ber vê bi erêkirina dagirkirinê, Efrîn ket nava pencên terorê û bi salan e çi kiryara xirab tu bibêjî li wê derê tê kirin. Hevkariya civaka navneteweyî pir eşkere ye. Ew îdia dikin û dibêjin ku mafên mirovan diparêzin lê bi erêkirina dagirkeriyê nîşan dan ku çiqas parastina mafên mirovan dikin. Niha  bajarên ku di bin dagirkeriya tirk de ne bûye cihên mezin û li wan deran hemû sûcên dijmirovî bê hesab tên kirin.”

‘Dewleta Tirk demografiya Efrînê diguherîne’

Ayşe Hiso di berdevamiya axaftina xwe de da zanîn ku beriya dagirkirinê kantona Efrînê cihê herî bi ewle bû, bibû stargeha gelek malbatên Sûriyeyê û di bin sîwana Netewa Demokratîk de bi pêşengiya jinan hemû gelên herêmê di nava xwe de dihewand û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Bajarê Efrînê bi xweza û kevneşopiyên xwe stratejîk e, gelê Efrînê ji bo avakirina Sûriyeya Demokratîk berxwedaniya xwe zêde kirin, ji ber wê nimûneya hevjiyana gelan li bajarê Efrînê bû nimûneya çareseriya krîza Sûriyeyê. Erîşên dewleta Tirk bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Grê Spî, sînordar neman.”

Ji milekî ve êriş ji milê din ve ambargo

Ayşe Hido ya bal kişand ser êriş û zextên ku li ser Şehbayê tê meşandin û wiha pê de çû: “Niha jî kampa Şehbayê dike hedef, jixwe koçberên Efrînê li Şehbayê ji ber ambargoya hikumeta Şamê pir zehmetiyan dikşînin. Dewleta tirk li ser Efrînê qirkirinek pir dijwar dide meşandin demokgrafî û dîrok tê guhertin. Dagirkeriya Tirk bawer dikir ku ew ê di nava 3 rojan de Efrînê dagir bike lê gelê Efrînê bi şervanên xwe re 58 rojan li ber xwe dan, ew li herêmên Şehbayê jî di bin şert û mercên dijwar de li ber xwe didin li hêviya vegerê ne. Sala 2023’yan dê bibe sala rizgarkirina herêmên Sûriyeyê û Efrîn jî di nav de û komploya navdewletî li dijî gelê Sûriyeyê dê vala were derxistin. 58 rojan gelê Efrînê û koçberên wê li hemberî dagirkeriyê li ber xwe dan. Di çeperên şer de em bi hêzên leşkerî re bûn yek, lê dema êrîş zêde bûn ji bo em Kurd hebûna xwe biparêzin neçar man koç bikin.”

‘Dewleta Tirk sîvîlan kirin hedef’

Ezîma Qasim a bûye şahidê dagirkirina Efrînê wiha dibêje: “Berî êrîşa Efrînê em li bajarê xwe di nava aramî, aştî û azadiyê de bûn. 20’ê Çileya 2018’an dagirkeriya Tirk bajar, bi zêdetirî 70 balafirên şer, bi topan û çekên kîmyewî bombe kir û gelê sivîl kirin hedef. Dagirkeriya Tirk karwanên koçberan di 18’ê Adara 2018’an de hedef girtibû, êrîşî traktoreke ji bajar derdiket kiribû û 8 sivîlên tê de şehîd bûbûn, gelek kes jî birîndar bûbûn. Ji wê rojê heta niha hovîtî û êrîşên dewleta tirk li ser Efrînê didomin.”