‘Di şikandina DAIŞ’ê de jinên Rojava xwedî roleke sereke ye’

Endama hevpeymana jinên Kurdistanê Bihar Elî diyarkir ku di rizgarkirina jinên Êzidî ji komkujiyê de rolek sereke ya jinên Rojavayê Kurdistanê heye.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Kurdên Êzidî ji dîrokê ve rastî 74 ferman û komkujiyan hatine. Fermana herî dawî beriya 9 salan di 3’ê Tebaxa 2014’an de bû. Di wê demê de pêşmergeyên PDK û artêşa Iraqê li Şengalê bêyî ku herêmê biparêzin û şerek bikin herêm radestî çeteyên DAIŞ’ê kirin, div ê êrîşê de nêzî 7 hezar jin, zarok dîl girtin, bi hezaran kes qetikirin, bi sedan jin revandin û niha jî bi dehan jin di destê çeteyên DAIŞ’ê dene û çarenûsa wan ne diyare.

‘3’ê Tebaxê ji bo Kurdan rojek reşe’

Endama Hevpeymana jinên Kurdistanê Bihar Elî da zanîn ku roja 3’ê Tebaxê ji bo ji bo gelê Kurd bi taybet ji bo Kurdên Êzidî rojeke reş û bi şîne û got: “Divê rojê de fermana 74’an li ser civaka Êzîdî de hat. Zêdeyî 7 hezar jin, zarok û ciwan hatin winda kirin û çarenusa wan nayê zanîn, bi hezaran hatin qetilkirin. Ji ber wê di sedsala 21’an de weke rojek reş tê zanîn. Li ber çavê hemû cîhanê komkujî li ser gelê Êzidî hate pêkanîn. Yên ku ji destê DAIŞ’ê rizgar bûn berê xwe dan bajarên Kurdistanê û çiyayê Şengalê. Ew hêzên ku di nava Şengalê debûn li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer nekirin û Şengal radestî çeteyan kirin.”

Bihar Elî destnîşan kir ku di dimenên ku wê demê derketin de mirov ji xwe şerm dikir. Armanca DAIŞ’ê bi rêya kolekirina jinên Êzidî, şikadina kerameta civaka Êzidî bû û ciwanên Êzidî bi zorê bikin Misliman. Ew jinên ciwan ên ku piştî ji destê  DAIŞ’ê rizgar bûn  hîna rewşa wan a derûnî ne başe û got: “Jin piştî vegerê ji ber rewşa xirab ya aborî, tendirûstiya qampan êşa wan kurtir dibe. Rêxistinên jinan û civaka medenî xebat ji bo avakirian derfetên kar ji bo jinan ava lê belê ev xebat kêm dimîne. Em ji 2014’an ve hewla çareserkirina vê pirsgirêkê didin.”

‘PYD heta niha hewla rizgarkirina jinan li qampa Holê didin’

Bihar Elî amaje bi wê yekê kir ku armanc ewe dengê xwe bigihînin rêxistinên navdewletî û got: “Ji bo vegerandina jinên Êzidî ên li qampa Holê erkê me ewe ku em dengê xwe bigihînin rêxistinên navdewletî. Lê belê hêzên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê û PYD hevkarek serekeye ji bo rizgarkirina jinên Êzidî. Li Iraqê tu zagonek ku xebatê ser komkujiyê bike nîne da ku ev zarok bê nasname neminin. Li gor daneyên wezareta derveyî Iraqê 3 hezar zarok di encama şerê DAIŞ’ê de ji dayîk bûne. Pirsgirêka herî mezin ya van zarokan nebûna nasnameye û ji piraniya mafên xwe bê par dimînin.”

‘Hêza jinan mifteya serkeftina civakê ye’

Bihar Elî bi bîr xist ku wek jin di sala 2018’an de dest bi kampanyaya ‘Navê min navê dayîka mine’ kir armanca kampanyê ji bo hemû kesane, ew jî mafê dayîke û zarok li ser navê xwe qeyd bike. Kampanya ji bo ew zarokên ku bavê wan nîne yan jî bavê wan qebûl nekiriye, ji bo ew zarok ku bê nasname nemîne, dikarin li ser navê dayik nasname jêre derbixin û got: “Divê jin bejdarî hemû qadên leşkeri, siyasî û civakî bibin. Ji ber hêza jinê mifteya serkeftina civakê ye. Weke tê dîtin li Rojavayê Kurdistanê jin bejdarî xwerêveberiyê bûne. Ji ber şer jin bi awayek ber bi çav bejdarî parastina herêmê bûne û hêzek mezin a jinan heye ji bo rû bi rû bûna terorîstan û di şikandina DAIŞ’ê de jinên Rojava xwedî rolek sereke ye. Jinên Rojava dikarin hêza mêr biguherin. Em jî zextê li hikumetê dikin daku jin jî li Başûrê Kurdistanê di qada leşkerî de bibe xwedî rol.”