Bi şêwirmendiya derûnî ji pirsgirêkan re dibin çareserî

Şêwirmend û derûnînasa Navenda Şehîd Amara Fadiya El-Ewed da zanîn ku ew piştevaniya kesên derûniya wan xirab bûye dikin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Navenda Şehîd Amara navendeke girêdayî Desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Navend ji bo kesên derûniya wan xirab bûye û bandora krîzê li ser jiyana wan kiriye pêşkêşkirina xizmetên derûnî navendeke pispor e. Nemaze jin û zarokên keç ên ku bi şîdetê re rû bi rû mane, li navendê hewl didin careke din wan di civakê de rehabîlîte bikin.

Li ser xebatên Navenda Şehîd Amara ya Şêwirmendiya Derûnî li navçeya Til Temira Kantona Cizîrê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Derûnînas û Rêveber Fadiya El-Ewed axivî.

Fadiya El-Ewed got ku li gorî pêvajoya ku nexweş di nexweşiya xwe ya derûnî de gihîştiyê eleqederbûyîn pê re çêdibe û wiha domand: "Li gorî bernameya ku hatiye amadekirin nexweş tedawî dibînin lê bêyî piştgiriyeke civakî ango malbatê pêvajoya tedawîkirinê kêm dimîne. Em girîngiyê didin Terapiya behremendî ya naskirî ango diyaloga di navbera nexweş û terapîst de. Bi diyalogê em armanc dikin ku fikrên neyînî yên bi kesên nexweş re çêbûne bidin guhertin, ji ber nexweşiya derûnî ji bûyerên ku mirov nikare ji serê xwe derxê çêdibe. Ji lewre em girîngiyê didin ser fikr, atîfet û hestên neyînî, guhertinan wan nexweş ber bi encamên erênî ve dibe."

‘Êriş û topbarana li ser heremê bandorê li jinan dike’

Fadiya El-Ewed sedemên nexweşiyên derûnî û awayên çareseriyên wê wiha anî ziman: "Sedemên giştî yên van nexweşiyan ew e ku herêma me herêmek e her dem şer û êrîş lê hene. Kuştin, topbaran, koçberî, tundî û rewşa ewlehiyê ya bêîstîqrar sedemên bingehîn in lê sedemên taybet ji faktorên biyolojîk tên. Her wiha di nava malbatê de perwerdeya xerab û tundiya malbatî nexweşiyên derûnî bi xwe re tîne. Dibe ku di zaroktiyê de ev nexweşî diyar nebe lê di ciwanî û mezinbûnê de wê xwe bide der. Hawirdor û çanda ku kes lê dijîn jî dibin sedemên nexweşiyên derûnî. Jin herî zêde bi nexweşiyên derûnî dikevin, ji ber ku xwezaya pêkhatina bedena jinan ji ya mêr cuda ye. Bûyerên xwekuştinê yên ku rû didin jî ji vê yekê tên ku di destpêka pêketina vê nexweşiyê de tedawî nedîtin, dibe sedem bandorê li kesayeta wan bike û ber bi xwekuştinê ve biçe. Ji lewre em di semînerên xwe yên hişyarî û piştgiriya derûnî de jî girîngiyê didin riyên çareseriya nexweşiyê û vegera li jiyana normal û aram. Ji ber ku em dikarin kesan ji xwekuştinê xilas bikin, ev ji bo me cihê şanaziyê ye."

Lêkolînên civakî jî tê kirin

Fadiya El-Ewed bi lêv kir ku mirov hîmê bingehîn ê civakê ye û wiha pêl da gotinên xwe: "Mirov çavkaniya ronesansa raman û pêşketinê ye. Dema ku mirov di warê derûnî de pirsgirêkan nejî, dikare heta dawî bixebite û xebatên xwe bi serkeftinê tacîdar bike. Ger pirsgirêkan bijî û nikaribe li hemberî wê têbikoşe dê nikaribe ji bo malbat û civaka xwe tu xebat û erkan pêk bîne. Çawa em li tenduristiya bedena xwe miqate ne divê ji bo tenduristiya derûnî jî wiha be ji ber ku hev temam dikin. Bernameya me ya demên pêş ew e em ê ders û dewreyên li ser piştgiriya derûnî, cure, sedem û çareseriyên nexweşiyên derûnî û tedawîkirina rewşên nexweşên ku serî li navendê didin, bidin. Her wiha em sira agahiyên li ser nexweşan jî gelek diparêzin. Her kes dikare ji van dersan sûdê bigre û di nava malbat û taxa xwe de bibe şêwirmendiya derûnî bike bêyî ku pêwîstiya wan bi serîlêdana bijîjkên derûnî hebe. Di heman demê de jî em lêkolînên civakî jî dikin û ev yek xwe dispêre diyardeyên ku di nava civakê de derdikevin, li kêleka wê em sedem û çareseriyan jî pêşkêş dikin."