Nexweşxaneya Xabûr xizmetên tendirustiyê dide gel

Nexweşxaneya Xabûr tekane nexweşxaneya taybet e li navçeya Til Temirê hatiye vekirin û di nava du mehan de bi dehan kesan emeliyat kir, sedan nexweşan jî derman kir.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Bijîşkên ji navçeya Serêkaniyê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye ligel bijîşkên din, nexweşxaneyeke taybet bi navê Nexweşxaneya Xabûr li navçeya Til Temirê vekirin. Armanc ew bû ku barê nexweşan sivik bikin. Li navçeya Til Temir û gundewarên wê tenê zêdetirî 3 hezar û 500 koçberên Efrîn, Serêkaniyê, gundewarên Til Temir û Zirganê dijîn.

Nexweşxaneya Xabûr bi 14 bijîşkên pispor û xwedî beş û nexweşiyên cuda, di 30’ê Çileya îsal de hat vekirin. Heta dîroka 27’ê Adarê li nexweşxaneyê 69 neştergerî hatin kirin û zêdetirî 944 nexweş hatine pêşwazîkirin. Her wiha 400 nexweşan tehlîlên xwe ji cureyên hormon û xwînê çêkirine. Ji 14 bijîşkan 5 jê ê neşterkariya jinan in, ên din di nava bijîşkên giştî, dil, guh û gewriyan, her wiha bijîşkên beşa hundirîn jî hene. Ji jinan re nêzî 10 zayinên xwezayî û 30 neştegeryên qeyserî hatine çêkirin.  

Nexweşxaneya Xabûr nexweşxaneyeke taybet e û bi derfetên kesayetî ê bijîşkan tê birêvebirin. Her wiha tu alîkarî ji rêxistinên tenduristî yên navdewletî û herêmî jê re nayê dayîn. Nexweşxane bi danûstandin û alîkariya xwe ya bi nexweşan re gelek deng vedaye.

Hemşîreya beşa neştegeriyê Bûşra El-Cedûh der barê pêwîstiya avakirina nexweşxaneyê û alîkariya ku bi nexweşxan re dikin de axivî.

'Nexweşxaneya Xabûr ji bo xurtkirina tenduristiyê ye’

Bûşra El-Cedûh di destpêka axaftina xwe de got ku girîng e ew sektora tenduristiyê li navçeya Til Temirê xurt bikin û valahiyên heyî ku barê nexweşan girantir dike dagirin û wiha domand: "Tunebûna nexweşxaneyên taybet û yên giştî li Til Temirê, gera nexweşan a li bajarên din ligel dayîna pereyên pir li ser rê, kirîna dermanan û mayina li nexweşxaneyan her wiha tunebûna bijîşkên pispor li navçeyê, bû sedem ku em weke bijîjk xwe berpirsiyarên nexweşan bibînin û vê nexweşxaneyê vekin. Li nexweşxaneyê bijîşkên neştergeriya giştî, hestî, neştegeriya jinan, guh bêvil û gewrî, bijîjkên dil û hundirîn û bijîjkên pisporê urolojiyê hene. Gaveke girîng bû ku li herêmeke xeta agir em sektora tenduristiyê xurt bikin. Li nexweşxaneya me ji hemû beşê nexweşiyên bijîjk hene."

Nexweşxaneya Xabûr dikare kîjan nexweş û birîndaran bê pere derman bike?

Bûşra El-Cedûh da zanîn ku nexweşxane bi bijîşk û hemşîreyên xwe li gorî aboriya nexweşan alîkariyê dide û wiha behsa vê xalê kir: "Meha destpêkê ya vekirina nexweşxaneyê li ser neştergerî û tevahî beşên wê me ji sedî 50 pere ji nexweşan digirt, beşa mudaxeleya lezgîn bê pere bû. Niha li gorî rewşa nexweş a aborî û li gorî rewşa herêma ku di nav êrîşan re derbas dibe, em dibin alîkar. Ji nexweşên xizan em pere nagirin, berovajî wê em her tiştî digrin ser xwe weke kirîna dermanan û neştegeriyê û mayina wê/î ya li nexweşxaneyê heta başbûnê. Herwiha xaleke girîng heye ku em balê bikşînin ser, em hewl didin hemû birîndarên şer û êrîşên leşkerî û sivîl pêşwazî bikin û wan bê pere derman bikin."

Bûşra El-Cedûh di dawiya axaftina xwe de got ku wan di meha rojiya Remezanê de du pêşxerî ji bo nexweşan dane destpêkirin û wiha ji me re behsa wan kir: "Bêyî ku nexweş biçin bajarên din û pereyên zêde bidin, dikarin werin nexweşxaneya me û rontgenan bikşînin. Her wiha nexweşên şekir jî dikarin werin tehlîlên şekir çêbikin, bi pereyên pir erzan. Heta dawî em ê bi nexweşên xwe re alîkar bin û xizmeteke baş li gorî dilê wan û herêmê bikin."

'Nexweşxaneyeke ji dil li nexweşên xwe miqate ye'

Li ser rastiya alîkariya ku nexweşxane bi nexweşan re dikin Cemîla El-Xidir a ku bi hevjînê xwe yê nexweşê penceşêrê re, nêzî heyvek e li nexweşxaneyê dimîne wiha nêrîna xwe tîne ziman: "Ji ber ku hevjînê min nexweşê penceşêrê ye, pêwîstiya wî bi lênêrînê heye ku her saet derman û derziyên wî werin dayîn, ji ber wê jî li mal nabe ancax li nexweşxaneyê tedawiya xwe bibîne. Ji ber ku ji aliyê çûyîn û hatina gund, heta navçeyê ve zehmetî hene, bijîşkan odeyek ji bo me veqetandine û li me jî miqate ne. Li gorî nexweşxaneyên din ên li bajaran, nexweşxaneya Xabûr gelek baş e û bi rastî jî xizmeta nexweşan ji dil û can dike."