Yekem hostaya hesinkar Îkran li benda piştgiriyê ye

Hesinkara yekem a Tûnisê Îkran Dabaş ku qalibên cinsiyetparêz ên civakê dişkîne dibêje ku ew dixwaze pîşeya xwe pêşve bibe û di vê warî de li benda piştgiriya jinan e.

ÎHLAS HAMRUNÎ

Tûnis – Li Tûnisê jin pîşeyên ku wek karê mêr tê dîtin xwe bi pêş dixin û bi pêşdarazan dişkînin. Yek ji van jinan Îkram Dabaş e ku li bajaroka Barqou ya bajarê Siliana ya dikeve bakurê rojavayê Tûnisê dijî. Îkram Dabaş a ku berê xwe da pîşeya hesinkariyê li bajarokê xwe wek “Qrelîçeya hesinkariyê” tê nasîn. Di temenek ciwan de serkeftina yekem bi dest xist. Li Tûnisê hesinkar e. Îkram Dabaş bi hesinan kelûpelên metbexan û yên malan çêdike.

Jin rastî êrîşa zayendî tên

Îkram Dabaş di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku hatina asta serkeftinê ne hêsan e û wiha got: “Jinên ku xwedî kar û pîşeyên ku ev demeke dirêj e ji aliyê civakê ve hatine qedexekirin rastî êrîşa zayendî û muameleya xerab tên û jin berdêlên giran didin lê belê jinên ku xwedî îsrar û bi îrade ne van astengî û zehmetiyan derbas dikin û lezê didin pêşketinên xwe û pêşengiyê dikin.”

Ji bavê xwe mîras girtiye

Îkram Dabaş di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku ev pîşeya ku her roj cudakarî lê çêdibe li ser medyaya dîjîtal serkeftinek berbiçav bi dest xistiye û got ku hezkirina xwe ya bi vê pîşeyê ji bavê xwe mîras girtiye. Îkram Dabaş, anî ziman ku serkeftina wê ya di vê karî de ji biçûkatiya xwe de ji biryardariya wê ya li hemberî zehmetiyan derketiye û diyar kir ku bi saya kesayeta xwe ya xurt li hemberî zext û rexneyên neyînî yên malbat û civakê li ber xwe daye.

‘Li hemberî civakê min hilbijartina xwe parast’

Îkram Dabaş got ku ji ber ew di hesinkariyê de bi israr tevgeriya ye ji derdora ku lê dijî bertek hatiye û wiha pê de çû: “Dema kesên derdorê min jin wek jin dedidîtin min di vê pîşeyê de karê xwe berdevam kir û serî rakir, ji milekî min hilbijartinê xwe parast. Vê yekê îspat kir ku jin encax di pîşeyên ku bi xwe tercîh dikin de dikarin serkeftinê bi dest bixin û di heman demê de dikarin pîşeyên ku mêr zehmet dibînin jî bikin.

Îkram Dabaş amaje bi vê yekê kir ku ew her dem xwestiye ku tiştên nû û balkêş çêbike. Îkram Dabaş wiha li ser axaftina xwe zêde kir: “Min xeyal kir ku heya aniha karê ku tu jin nekiriye ez bikim. Ji ber vê yekê min biryar da ku bi bavê xwe re di heman pîşeyê de kar bikim lê di destpêkê de ez bi gelek zehmetiyan re rûbirû hatim, rexneyên ku ji derdor û nêzî min dihatin hewl dihat dayîn ku ez dev jê berdim

'Destpêkê kes tiştê ku min çêkir nedikirî’

Îkram Dabaş, diyar kir ku ew dixwaze bi awayekî profesyonel vê karî bidomîne û wiha got: “Di vê warî de bûyîna jina yekem gelek feyde li min kir. Di destpêkê de hebûna min ewqasî nedihat pejirandin ku mirov tiştên ku min çêdikir nedikirî. Ji ber ku ji wan re şerm dixuya û ji karê min hez nedikirin. Bi demê re, karê min bêtir hat pejirandin ji ber ku mamosteyên ku min nas kirin ez qebûl kirim."

'Ji bo serkeftinê destpêkeke xurt pêwîst e'

Îkram Dabaş, diyar kir ku her kesê ku dixwaze bigihîje serkeftinê divê beriya her tiştî ji karê xwe hez bike û wiha got: “Divê mirov destpêkek xurt bike ku bigihîje serkeftinê. Dema ku em geşbîn bin û karibin karê ku em dixwazin hilbijêrin em dikarin zehmetiyan derbas bikin."

Îkram li benda hevgirtina jinan e

Îkram Dabaş, anî ziman ku tevî ku hewl didin jinên Tûnisî û welatê xwe temsîl bike jî ji tu cihî piştgirî negirtiye û got: “Xeyala min pêk hat. Ya rast ez dixwazim atolyeyek mezin vekim û karê xwe li wir biqedînim lê ji bo vê yekê gelek fînans pêwîst dike."

Îkram Dabaş herî dawî bang li jinan kir û wiha got: "Ger hûn dixwazin di pîşeyên taybet de bixebitin an jî pîşeyên ku weke 'karê mêran' tên dîtin hilbijêrin, li hemberî zehmetiyên ku hûn ê pê re rûbirû bimînin divê hûn xwedî bawerî û îrade bin."