Bazara ji bo piştgiriya zarokên nexweşên penceşêrê û dil

Çalakiyên bazara xêrxwazî ya ji bo piştgiriya zarokên bi nexweşiya penceşêrê û dil, a ku di 15'ê Cotmehê de li bajarê Bingazî yê Lîbyayê bi dawî bû. Ev bazar ji aliyê Komeleya Al-Amanî ve ji bo Lênêrîna Sêwiyan, Rêxistina Ebnai Lîbiya El-Ewfiya û Rêxistina Arid ji bo Pêşketina domdar ve hat vekirin.

Çalakiyên bazara xêrxwazî ya ji bo piştgiriya zarokên bi nexweşiya penceşêrê û dil, a ku di 15'ê Cotmehê de li bajarê Bingazî yê Lîbyayê bi dawî bû. Ev bazar ji aliyê Komeleya Al-Amanî ve ji bo Lênêrîna Sêwiyan, Rêxistina Ebnai Lîbiya El-Ewfiya  û Rêxistina Arid ji bo Pêşketina domdar ve hat vekirin.
ÎBTÎSAM AXFÎR 
Bungazî- çalakiyên bazara xêrxwazî ya ji bo piştgirî û destekdayina zarokên bi nexweşiya penceşêrê û dil di 15'ê Cotmehê de bi dawî bû, her wiha seroka Rêxistina Arid ji bo pêşkeftina domdar Neciya Balah derbarê vekirina bazarê de wiha anî ziman: "Em bi komeleya xêrxwazî ya Al-Amani û Rêxistina Lîbya Al-awfiya re beşdarî vê bazarê bûn û ev bazara çaremîn e ku Rêxistin pê radibe, li gorî munasebeta rêxistinê çalakiya bazarê li dar dixe."
Ji bo nexweşiyan bazar vekirin
Her wiha Neciya Balah der barê vekirina bazarê de wiha bilêv dike: "Sala borî ji ber pandemiya coronayê û şert û mercên herêmê, me nikaribû bazarek vekirî damezranda lê me di remezanê de karê belavkirina alîkariyê kir û alîkarî li gelek malbatên hewcedar belav kir. Sala beriya wê bazar ji bo destekdayîna kesên bi nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneya zarokan a li Bungazî vebû, di wê demê de em çûn gel bijîjkên pispor di vî warî de û me ji wî lîsteyek pêdiviyên ku nexweşên zarok rojane hewce dikin xwest û me lîsteya pêwîstiya ji bijîşk girt û em çûn dermanxaneya ku taybet ji bo derman û me bi pereyên ku me bi riya bazarê kom kiribû hewcedarî peyda kirin û radestî rêveberiyên çapemeniya nexweşxaneyê kir. Tevî ku tiştê em pêşkêş dikin pir normal in jî ji bo nexweşan wekî piştgiriyek e."
Der barê sedema hilbijartina damezrandina bazarê di vê heyamê de, Neciya Balah wiha dibêje: "Tê zanîn ku 29'ê Îlona borî Roja Cîhanî ya Dil bû û em ketin meha têkoşîna li dijî penceşêra pêsîrê, ji ber vê yekê me ev bazar vekir ku di 12'ê Cotmehê de dest pê kiribû û di 15'ê Cotmehê de bi dawî bû."
Ji her beşa civakê jin tevli bazarê bûn
Her wiha di Cotmeha sala 1985'an de Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî meha Cotmehê bi meha penbehî dan nasîn û ev meh wekî meha hişmendiya penceşêra pêsîra ji ber ku nexweşiya penceşêra pêsîra dûyem nexweşiya herî nebaşe ku li gelek welatên cîhanê.
Neciya Balah der barê beşdarbûna xwe ji bazarê re diyar kir û got: "Hinek komên  jinên xwedan dahatên diyarkirî û yên hûnerên wan ên destan hene da ku bifroşin tevlî bazara ku me îsal li dar xistibû bûn. Her wiha di roja herî dawî de ji bazarê me bazar vekirî hişt û me xwarin amade kir û li kesên ku derbas dibin belav kir." 
Her wiha derçûya Beşa Kirûbirê ya bi navê Necwa Selîm li ser beşdarbûna xwe ya bazarê wiha got: "Ez bi karê resen û textan tevli bazarê bûm. Ez li ser dar xêz dikim û bi çêkirina mûman re mejûl dibim. Her wiha pir kar ez pê radibim ku li Yemenê pir kêm e wekî çêkirina alavên xweşikbûna malan."
Necwa Selîm diyar dike ku ew hilberînên xwe bi riya malperên tora civakî Facbookê difiroşe û wiha dibêje: "Kesên ku ji eşyayên ez çêdikim hez dikin û dixwazin bikirin hene lê Meşxela min tune ye."
Ji malparên tora civakî sûdê werdigre
Di heman demê de mamosteya kompîtorê muna Al-Zawî der barê beşdarbûna xwe ya ji bazarê re wiha tîne ziman: " min hezkir ku ez bi karê xwe yê desta beşdarî vê bazarê bibim da ku ez bibim alîkar û piştgiriyê bidim ciwanan û rê li pêşiya wan vekim û bi wan bidim zanîn ku pir şêwaz hene ku ew dikarin bigirin ne yek tenê û pir fikrên xweş ji bo karkirinê hene dikarin bikin da ku bê kar nemînin."
Der barê firotina hilberînên xwe de wiha dibêje: "Hewl didim ji teknolojiya nûjen û malperên tora civakî sûd werbigirim da ku hilberînên xwe bifroşim. Her wiha ez di pêşerojê de li ser vekirina navendek ji bo perwerde û pêşketina jinan difikirim, di heman demê de kesên ku beşa kompîtorê qedandine ez bi wan re dibim alîkar û desteka manewî didim ku ew dikarin ji tecrubeyên xwe sûd bigrin û ez vê bazarê weke piştgiriyek ji bo pêşketinê dibînim."
Tevî astengdariyê jî karê xwe dike
Jina bi navê Fatma Al-Aoclî ku jineke astengdar e li ser beşdarbûna xwe ya li bazarê wiha dibêje: "Ez di karên destan de û di çêkirina iksswaratan de dixebitim. Min kurseke perwerdeyê ya li ser çêkirina van tiştên dest li gel komeleya bi navê "Em hemû bi hev re ji bo piştgirîdayîna jinên astengdar in" dît, ev beşdarbûna min ne ya cara yekê ye ji vê bazarê re beriya niha jî ez beşdar bûbûm."
Di heman demê de der barê rêbazên fêrbûna wê ya karên destan de wiha dibêje: "Dema ku min dest bi fêrbûna karên destan kir, ez tenê di yek rêbazî û yek cureyî de hatim perwerdekirin lê bi pratîkê re min di çêkirina şêweyên cihêreng dest bi afirîneriyê kir û ez vî karî li malê didim meşandin ji ber rewşa min a astengdariyê, tevî ku hunera destan ez kêfxweş im."