Di aloziya Sûriyê de, bi çavê Fatima Mihemed gundê Um El-Xêr
Fatima Mihemed a ku wekî jineke 50 salî xuya dike, qermiçokên rûyê wê serpêhatiya êş û xema ku ji kula hevjîn û her du kurên xwe dikşîne nîşan didin. Hevjîn û her du kurên wê bi destê çeteyên Cebhet El-Nusra di sala 2013'an de li gundê Um El-Xêr ê girêdayî navçeya Til Temirê, hatine kuştin û gund heya vê salê bûye şahidê gelek bûyerên bi êş.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Bi destpêkirina aloziya li Sûriyeyê re, gelek dewletên herêmî û navneteweyî dest avêtin şoreşa ku gel bi rengekî aştiyane, di Adara 2011'an de dabû destpêkirin. Şoreşa aştiyê ya ku armanca wê xilasiya ji koletiyê û pêkanîna edalet û wekheviyê bû, veguherî şerê çekdarî ku gelek welatên herêmî, navneteweyî û cîhanê di nav de cih girtin, şoreş ber bi ciyekî din ve birin. 10 sal in aloziya li Sûriyeyê nehatiye çareserkirin, berovajî wê tê kûrkirin, parçeyên mezin ji axa Sûriyeyê tên dagirkirin. Bi derketina çekdarên Cehbet El-Nusra ku niha "Heyet Tehrîr El-Şam" e, yek ji çekdarên herî bi bandor di Opuzîsyona Sûriyeyê de cih digre. Ev çete ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ketiye lîsteya terorê, li seranserî welat gelek komkujiyên dijmirovî li ser gelê herêmê pêk anîn û ev birîn heya niha di dilê malbatan de xwîn dide û nehatiye kewandin. Di komkujiya gundê Um El-Xêr de 28 mêr û ciwan, ji aliyê van çeteyan ve bêyî ku sûcê wan diyar bibe, hatin kuştin. Niha gundê Um El-Xêr li başûrî riya M4 dikeve û bi 13 km dûrî rojavayî navçeya Til Temirê ye her wiha di xeta agir a di navbera Hêzên Meclisa Til Temirê ya Leşkerî û Meclisa Leşkerî ya Suryanî bi dagirkeriya tirk û çeteyên wê de ye. Ji ber vê yekê me xwe gihand dayikek ku hevjîn û du kurên wê jî di wê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û nêrîna wê der barê bûyerên ku li ser gundê wan rû da girt.
Di aloziya Sûriyeyê de, para gundê Um El-Xêr çi bû?
Fatima Mihemed wiha dest bi axaftina xwe kir: "Berî destpêkirina aloziya Sûriyeyê, rewşa gund gelekî baş bû lê piştî ku aloziyê dest pê kir her çend salekî çeteyên ku bi rengekî cuda dihatin gund serdestî dikirin. Bi serdestiya li ser gund re, gelek ciwan jî bi xwe re qetil dikirin. Di encama topbaran û pevçûnan de gelek ciwanên me jiyana xwe ji dest dan û bûn qurbaniyên vî şerê bêîman. Di nava vê aloziyê de, hevjîn û du kurên min ên ku wekî çiya bûn, bi destên çeteyên Cebhet El-Nusra û koma bi navê (Şiêtat) hatin qetilkirin. Kurekî min zavayê 11 rojan bû. Mala me li ser riya gund e, dema ku hevjîn û kurên min derdikevin wan digrin û gulebaran dikin. Bêyî ku bêjin guneh ango sûcê wan çi ye, ew qetil kirin. Dema ku min dengê gulebaranê bihîst, ez bi rev û pêxwas reviyam derve, dema ku min dît hevjînê min li erdê ye, min ew xist hembêza xwe û kurên min jî her yek ji wan li kêlekekê bûn û xwîn ji wan diherikî. Nefesa dawî êdî dikişandin. Ma gelo ji vê kêliyê zehmetir tiştek heye? Piştî çend kêliyan min hîs kir ku laşê hevjînê min sist bû, paşê jiyana xwe ji dest da. Xwedê ji wan re nehêle. Tevî hevjîn û du kurên min, hejmarek ji mêr û ciwanên gund jî hatin qetilkirin, nêzî 28 kes hebûn."
“Keda bi salan ji nişkêve, bû xwelî”
Fatima wiha dirêjî da gotinên xwe: "Piştî ku çeteyan ewqas kes qetil kirin, gund mal bi mal kevir bi kevir şewitandin. Ji ber ku malên gund hemû ji axê hatine avakirin, hemû hatin şewitandin. Hemû tiştên ku me ava kiribûn û bi salan ji keda eniya xwe kom kiribûn, bûn xwelî û çûn. Paşê dema ku gund hat rizgarkirin êdî me dest bi pêvajoya avakirinê kir. Me ji nû ve dîsa malên xwe kevir bi kevir lê kir û em lê jiyana xwe didomînin."
“Piştî rizgarkirinê, pêvajoya avakirina gund”
Fatima da payin ku di sala 2015'an de dîsa şêniyên gund rastî êrîşên DAIŞ'ê hatine û wiha domand: "Piştî çeteyên Cebhet El-Nusra û rizgarkirina herêmê ji wan, vê carê çeteyên DAIŞ'ê bi ser gundê me de hatin. Gundê me para xwe ji hemû rengên çeteyan girtiye û ciwanên me bûne qurbanên vê yekê. Lê di wan salan de, em tenê çend rojan li çolê man û paşê dema ku gundê me ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin, em vegeriyan. Dema ku em hatin jî dîsa çeteyan agir berdabû mal û milkên sivîlan û hê jî dûman ji nava malan bilind dibû û xewn û xeyal û bîranîn dişewitîn û dibûn xwelî. Paşê xelkê gund bi alîkariya hev, malên xwe yên ji ax ê û kelpîçan ava kirin. Niha gundê me ji ber van komkujiyên ku em rastî wan hatine, li herêmê tên nasîn."
“Êrîşa 2019'an birîna 2015 û 2013'an nû kir”
Fatima got ku piştî bûyera 2015'an, êş û birîna 2019'an hat û êş û birînên berê vekirin û nû bûn û wiha pêl da gotinên xwe: "Nêzî du salan e, dagirkeriya tirk û çeteyên wê jiyana me veguherandine dojehê. Ji ber topbaran û bombebarana wan, rojekê bi rehetî em li mala xwe raneketine, her şev em li çolan radizên. Havînê mirov dikare derbas bike lê di zivistanê de rewş pir zehmet dibe û bi taybetî jî ji bo zarokan û nexweşiyên ku wê pê re rû bi rû bimînin. Ji derveyî nexweşiyên psîkolojîk û derûniya wan. Di nava topbaranê de, mirov wê çi ji jiyana xwe fêm bike û çawa bijî? Em, roja xwe bi tirsê derbas dikin. Qêrîna zarokan di kêliyên topbaranê de, erd û asîman bi xwe re dihejîne her wiha hemû zarok jî rengê wan zer dibe û dilerizin. Di heman wextê de jinên ducanî, kesên temenê wan mezin û yên ku nû welidîne ev hemû di dema topbaranê de zirarê dibînin. Bi taybetî dema ku ew û pez dixwazin ber bi çolê ve bibezin û gelek caran jî li çolê razane. Sibê di zivistanê de wê zarok çawa li çolê saetekê derbas bikin? Bi taybetî jî wê cotkar tovê genim û ceh çawa li erdê wer bikin û wê her der av û ax be."
“Mal stargeh e! Lê dagirker naxwazin em pê şanaz bibin”
Fatima da xuyakirin ku mal stageha mirov a yekemîn û dawî ye û wiha pêde çû: "Mala me stargeha me ye lê dagirker û çete nahêlin em bi vê yekê şanaz bibin. Her dixwazin em wê terk bikin da ku werin dagir bikin. Bi taybetî di saetên êvarê de topbaran çêdibe, dengê topbaranê jî ji bakur tê, li gundê bakur jî çete û dagirker bi cih dibin û hemû baregehên wan jî rastî gund in. Helbet piştî ku topbaran diqede, em di saetên berbangê de vedigerin malên xwe. Du sal in, em li di vê rewşê de ne, diçin û tên lê em terk nakin. Di du salan de, her saetek bi qasî salên derbasbûyî ne."
“Divê êdî şer bideqe”
Fatima bi vê daxwazê dawî li axaftina xwe anî: "Em dixwazin şer raweste û axa me bi aram bibe, em dilxwazên aştiyê ne, ne yên şer in. Em dixwazin şer biqede, koçber li malên xwe bizivirin û dagirker axa me vala bikin."