“Pêwîstiya jinên koçber bi çareseriyek mayînde heye”

Berendama lîsteya hevpeyman Nermîn Meruf da diyarkirin ku divê hikumet û rêxistinên mafê mirovan xwe li ber pirsgirêkên penaberên Başûrê Kurdistanê de berpirsiyar bibînin û hewil bidin ku rewşa jinên penaber ên ji ber qeyîrana aboriyê rastî şidetê tên baş bikin.

ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî– Her ku diçe rêjeya koçberan li Başûrê Kurdistanê zêde dibe, li gel wê jî hikumeta Iraq û herêma Kurdistanê ji bo başkirina şertê jiyana wan ti xebatek nekirine. Ji ber nebaşiya rewşa aborî û civakî jin û zarokên koçber tundiyê dibînin. Eve yek jî bandoriyê li ser derunî û şêwazê jiyana wan dike. Berendama listeya hevpeyman aborînas Nermîn Meruf di derbarê rewşa jinên koçber û pêdawistiyên wan ên jiyanî nirxandinên giring kir.
“Ji ber qeyîrana aboriyê jinên penaber rastî şidetên”
Nermîn Meruf gorêdayî rewşa koçberan ev tişt anî ziman: “Koçberên ku di nava kampan de rewşa wan ya jiyanê di bin metirsiyê dene, bi giştî jin gelek caran ru bî ruyî qeyrana aborî ne. Divê çavkaniyek ya dahatê ji bo wan were peydakirin. Salên bûrî gelek rêxistinên navdewletî xebat dane meşandin ku kêmaniyan kêm bikin, lê belê hîna jî gelek kêmanî mane. Ji ber ew çareserî demkî bûn, sedemê serekî ji nebûna çavkaniye ya dahatê ye. Pirsgirêkên koçberan divê çareseriyek jêre were ditîn. Dibe ku hikumeta Iraq butçeyek taybet jêre veqetîne û hewla nujenkirina xaniyên ku hatine roxandin bikin û ew navêeyên ku lê diminin xizmetek baş ji bo wan bikin. Her wiha ew jin û zarokên rastî destdirêjiya zayendî hatine zêdetir giringî bidin ser wan. Di sala 2020’an de yasayek li parlemena Iraqê taybet ji bo qerebûkirina ew hemwalatiyên li sînorê navçeyên Kurdistanê di encama şeran de ziyan dîtine hatibû derxistin. Li gora vê yasayê divê koçber werin qerebûkirin û rewşa jiyana wan berbî başiy ve biçe, ev jî bi alîkariya rêxistinên navdeweltî û veqetandina butçeya pêwîst ji aliyê hikumetê ve dibe. Divê pirojeyên cûr be cûr werin amadekirin ji bo bikarin çavkaniyek ji bû dahata jiyanê di asta rewşenbîrê û zanistî de. Zêdetir erk dikeve li ser milê jinê ji bo dabînkirina jiyanê û xwedî kirina zarokên xwe.”  
Yek ji pirojeyên rêxistinên navdeweletî ji bo başkirina rewşa jiyana hemwelatiyan di nava kampên weke Erbet, Darşekiran û yên din bi pirojeya bi navê ‘Nawe plastikiyekan’ ku bi vê rêyê dikarin karê çandiniyê bikin û berhemê wê beşek ji bo wan be û beşa din jî ji bo xwe bi firoşin û jê sud bigrin û herwiha di aliyê aborî de ji b xwe bikin çavkaniyek ya dahatê.