“Ne detayên fîlmên şer in, rastiye em rojan e dijîn”

Emîne Mihemed Mizyed dayika 7 zarokan e, ji gundê Xeşmet El-Zirgan e bi metreyan wê ji gundê Dirdara yê vediqetîne, da zanîn ku dagirkeriya tirk ji mal û milkên wan wêdetir ajalên wan kuştin û malên wan bi toban rûxandin her wiha bang li hemû welatên Ereb û civaka navdewletî kir ku ji rewşa wan re çareseriyekê bibînin û zextê li dewleta tirk a dagirker bikin ku xaka wan vala bikin êdî ji ber ku ji kiryar û binpêkirinên wan westiyan.

SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Em di heyva Cotmehê de ne, di vê heyvê de du sal li ser dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de derbas dibe û dagirker binpêkirin û kiryarên xwe yên dijmirovî li dijî gelê herêmê û sivîlên wê ranewestandine. Piştî ku di Cotmeha 2019'an de hevpeymana agirbestê di navbera Tirkiye-Emerîka û Rûsya-Tirkiyeyê de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hat îmzekirin, heya niha tiştekî ku wê li ser rûyê erdê encamê bigre tune ye. Berovajî wê, ev hevpeyman ji bo zêdekirina asta êrîşan, binpêkirin û kiryaran bû li dijî sivîlên di xeta agir de û bi taybetî jî guhertina demografiyê ji aliyê çeteyên dewleta tirk a dagirker û artêşa tirk ve. Piştî ku dagirker gihîştin sînorê navçeya Til Temirê wekî gundê Dirdara, Um El-Kêf, Xeşmet El-Zirgan, Eboş her wiha gundê Til Cûma û Til Kêfçî û Til Tewîl, Til Şinan a aşûrî di heman wextê de jî gundê li bakur û başûrî rêya M4 Til Tewîl, Dişîşa, Um El-Xêr, Gozeliyê û Til El-Leben jî bûn hedefa top û balafirên dagirkeran. Gundê Xeşmet El-Zirgan jî yek ji gundên ku bi çend metreyan gundê Dirdara ji Başûrî wê vediqetîne, tevî gundê Dirdara rojane nebe du rojan bi dehê caran rastî topbarana dagirkeran tê. Piştî qeydkirina dîmenên topbaranê, me hevdîtin bi dayika 7 zarokan re Emîna Mihemed Mizyed re pêk anî. Emîne ku ji ber topbarana dijwar a ku bê ser û ber li ser gund ji aliyê dagirkeran ve dibariye, neçar ma ku berê xwe bide dibistana gundê Rigoba a ku başûrî navçeya Til Temirê bi çend km. dikeve û li wir çend rojan bimîne. Di serdana me ji dibistanê re me xwest ku helwestê wê li hember dagirkeriya tirk bigrin û bi xwendevanên xwe re parve bikin. 
“Ji bûhiştê ber bi dojehê ve”
Emîneya ku zaroka wê ya dusalî di hembêza wê de ye û serê xwe daniye ser sînga wê ji bo ku bi aramiyê hîs bike, der barê rewşa gund de ev yek anî ziman: "Topbaran bi rengekî pir dijwar li ser gundê me dibe, em ji ber topbarana dijwar a dagirkeriyê, neçar man ku çend rojan ji gund derkevin. Berî niha bi du salan, me jiyana cuda dijiya û jê watedartir tunebû. Lê ji du salan û vir de wekî ku em ji buhiştê ber bi dojehê ve werin. Di nava du salan de bi dehan malên me ji ber topbaranê hatine rûxandin, psîkolojiya me û zarokên me pir xirab bûye, bi dehan zarok tevî malbatên wan koçber bûn û ji her alî ve rewş xirab bûye."
“Deh salan dixebitin bi çend saniyeyan rûxandin”
Emîne da payin ku her malbatek bûye sê beş û wiha dirêjî da gotinêm xwe: "Ji ber dagirkeriyê niha her malbatek bûye sê malbat ango sê beş, beşek li kampan, beşek li gund dimîne û beşê din jî li nêzî gund e, bêhna gund dikşînin hundirê kezeba xwe ya şewitî. Malbata ku lawirên wan wekî pez û çêlek hebûn ku bi xwêdana eniya xwe kirîbûn, bi parçeyên topan hatin kuştin. Nedigotin ku ev şervan e, yan sivîl e ango lawir e. Heya pez jî ji topên dagirkeran nefilitîn. Mirovek ku bi dehê salan şev û roj, di zivistan û havînê de bi xwêdana eniya xwe dixebite û mala xwe ava dike, di çend saniyeyan de ji aliyê dagirkeran ve tê rûxandin. Mînaka herî nêz jî ez im, du mangeyên min hebûn, ji ber topbaranê hatin rûxandin. Min xwarin ji zarokê xwe kêm dikir û ji pariyê devê xwe û wan kêm dikir ku min bi wan pereyan ka ji pezê xwe re bi milyonekê kirî, topek li orta wê ket û şewitand. Edalet, mirovahî, wijdan li ku derê maye gelo?"
“Ne detayên fîlmên şer in, ev rastiya ku em rojane pê re dijîn e” 
Emîna got ku malbata min bûye du beş, beşek li dibistanê û beşek jî li gund û wiha pêl da gotina xwe: "Di şevên ku topbaran çêdibe de, niha zarokên min li wir li çolê û di bin pirê de, tî, birçî, sarbûn li wan dixe û bi wê tirsê dijî her wiha li ser axê jî dimînin, radizên. Ya ku ez niha dibêjim û tînim ziman, ne detayên fîlmên şer in, ev rastiya me ye. Xwezî tenê ev bûya, hevjînê min jî kesekî atengdar e, heya ku kîsek nan bi dest wî dikeve, li ser me 4 û zarokên me yên li gund 3 bi nêvî dike. Hemû kes ne tenê kesên saxlem, di heman wextê de jî astengdaran dikin hedefa topên xwe. Bes e! bes e êdî rûxandin, bes e."
“Hesreta min e ku bi zarokên xwe re li ser sifreya nan rûnêm”
Emîne bi dilekî şewat van hevokên ku ji kezeba şewitî der tên bilêv dike: "Ez dixwazim niha biçim zarokên xwe hemûyan komî ser hev bikim û bi wan re li ser sifreyekê rûnim ango bi wan re bicivim, nikarim. Ev yek guneh e guneh, ma çima kes êşa me hîs nake û najî! Çi ji Sûriyeyê dixwazin? Sûriyeyê gelekî wê yê hevgirtî heye, ji vî gelî çi dixwazin? Ger ku di kesekî nebaş li Sûriyeyê hebe, çima hemû dibin qurbanî. Pir caran zarokên me birçî razane, ji ber ku rewşa me ya aborî ewqasî nebaş e. Hebe dixwin, nebe jî birçî radizên. Kesek êşa me hîs dike gelo? Na, ne dewletên Ereb û ne jî Ewropî vê êşê hîs dikin û dijîn, ji derveyî ku em dibin qurbanî."
“Pêşeroja zarokan di xeterê de ye”
Emîne bal kişand ser pêşeroja zarokan û xetera ku îro di aliyê perwerdeyê de pê re rû bi rû dimînin û wiha got: "Ne tenê mezin, zarok jî bûn qurbaniya vî şerî û dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê. Ji ber dagirkeriyê êdî deriyê dibistana gund jî li ber zarokan hatiye girtin û beriya çend rojan jî hat topbarankirin. Pêşeroja zarokên me di xeterê de ye. Roj bi roj sal bi sal mezin dibin, bêyî ku biçin dibistanan û fêrî zimanê xwe bibin."
Daxwaz ji dewletên Ereb û eelatên Ewropayê
Emîne bi vê bangê dawî li axaftina xwe anî: "Divê ku êdî şer xilas bibe, raweste. Em tenê vê yekê dixwazin, em alîkariyên mirovî yên dewletan naxwazin. Em vegera li ser axa xwe û jiyana bi aramî û ewlehî dixwazin. Em hêvî dikin ku dewletên Ereb û welatên Ewropayê çareseriyeke ji dagirkeriya tirk re li ser axa me bibînin. Hêvî dikim ku hemû cîhan û welatên bi bandor dengê min bibihîsin û daxwazên me pêk bînin."