Arwa Abu Rujaila bi ajokariyê qalibên civakî dişîne

Jina Filîstînî Arwa Abu Rujaila li dijî kevneşopiyên civakê rawestiya, qalibên hişmendiya ku di pîşeyan de cudahî dixe navbera her du zayenda şikand û ji bo jinên li Şerîda Xezayê bû mînak.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Jin li Şerîda Xezayê berê karê perwerdekirina ajotinê û derbaskirina sînorên civakî nekirine, lê Arwa Abu Rujaila ya 30 salî ji hemû jinan bû mînakek. Di sala 2013’an de ji zannîgehê beşa Rojnamegeriyê derçûye û derfeta kar heta îro peyda nekiriye. Arwa Abu Rujaila dest nîşandike ku feraseta fêrbûna ajotina wesayitan tenê ji bo mêran bû, civakê bi awayekî matmayî li jina ajokar mêze dikir. Lê di salên dawî de jinên Filistînî bendên civakî derbaskirin û wek perwerdekara ajotinê dixebite.

Nebûna derfetên kar bû sedem ku jêhatibûnên nû bigerim

Arwa Abu Rujaila der barê jiyana xwe de wiha dibêje: “Dema ez ji zanîngehê mevzûn bûm, min bi girêbesteke demkî kar kir lê ji vê demê de min kar nedît. Ez gelekî bêzarbûm lewra ez fikirîm ku ji bo ez dema xwe pê derbas bikim û dahatekê ji min re peyda bikim tiştekî cuda bikim. Ji ber li Şerîda Xezayê bêkariyê û nebûna derfetên kar ji sedemên bingehîn bûn ku jinên ciwan li kêrhatî û asoyên nû û cuda bigerin. Yek ji xizmê min pêşniyarkir ku min fêrî ajotina wesayitan bike, ji 9 salan ve rûxseta min ajotinê heye, ez fikirîm û min destpêkir. Destpêkê  min tenê jinên ciwan perwerde dikirin, lê piştî demekê pisporiya min zêdebû û êdî niha ez mêr û jinan jî perwerde dikim.”

Jina bi hêz û vîn têdikoşe û teslîm nabe

Arwa Abu Rujaila di berdevamiya axaftina xwe de behsa zehmetiyên ku jiyan dike kir û wiha axivî: “Di destpêka karê min de gelek zehmetî hebûn ji ber ku rûxseta min ajotinê automatik bû lewra pêwîst kir di nava 30 rojan de ez dîsa perwerde bibim û berdewam bikim. Karê xwe di vî warî de cengeke ji astengiyan weke xuya dike. Jina bi hêz û vîn heta dighêje armanca xwe têdikoşe û teslîm nabe.”

Jin rastî cihêkariyê tên

Arwa Abu Rujaila diyar dike ku rastî gelek astengiyên girêdayî hişmendiya baviksalarî li ser bingeha cihêkariyê hatiye, fikira ajotina wesayitan yek ji pirsgirêkên herî mezin bûye û da zanîn ku ji ber ku ev pîşe taybet ji bo mêran dihat dîtîn. Arwa Abu Rujaila a bal kişand cihêkariya li dijî jinan tê kirin û anî ziman ku jinên tên perwerde bibinin dema ajotina nava riyan de ji nerînên mêran ditirsin. Arwa Abu Rujaila da zanin ku malbata wê jî karê wê ji ber tirsa metirsiyên perwerdekirina ajotinê red dikin û wiha axivî: “Min guh neda hişmendiyên civakê û karê xwe berdewam kir û têkoşiya heta xwe îsbat kir. Bi taybetî di demên dawî de hejmara jinên dixwazin fêrî ajotinê bibin zêde bûye, piraniya wan hezdikin perwerdekara wan jin be. Di jinan de fikra ajotina wesayitan zêde bûye, ji hemû beşên civakê derfeta  min çêbû ku ez bibim perwerdekara gelek jinan û mêran.

Em jin dikarin xwe biguhêrin û hebûna xwe xurt bikin

Arwa Abu Rujaila bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Niha ez ji bo xwe pêş bixim û pisporiyên min zêde bibim amadekariyên bidestxistina rûxiseta bazirganî dikim. Ez bawer dikim ku jin dikarin xwe li her cihê îsbat bikin. Em jin dikarin hemû tiştan bikin û bi azadî di qada giştî de kar dikin. Tenê em jin dikarin rastiyê ji bo berjewendiyên xwe biguhêrin û wekî jin hebûna xwe xurt bikin.