Akademiya Mamosteyên Jin asoya civakek exlaqî ava dike

Akademiya mamosteyên jin li bajarê Reqayê bi perwerdekirina mamosteyan, hewl dide jin bibin pêşengên civakê û ji bo ronahî, azadî û wekheviyê ber bi pêşerojê ve gavên girîng bavêjin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Reqa – Akademiya Mamosteyên Jin a li Reqayê di sala 2019’an de hat damezrandin ji bo perwerdekirina mamosteyan ku bikaribin rola xwe di warê perwerde û xwendiniyê de bilîzin û bibin pêşengên xurtkirina prensîbên netewa demokratîk xebatên xwe didomîne. Akademiya mamosteyên jin di 21’ê Gulanê de li Reqayê bi beşdariya 22 mamosteyên jin dewreyekê nû ya perwerdeya birodozî da destpêkirin. Mamosteyên ku di perwerdeya hê didome de cih digrin li ser girîngiya perwerdeyê nêrînên xwe anîn ziman.

Mamoste Abîr Nafaa ya ji bajarê Reqayê hatiye ji bo perwerdeyê bal kişand ser waneyên xwe û naskirina wan a rastiya jinan û got: “Di perwerdeyên bîrdozî de me têgeha rast a azadiya jinan pênase kir. Pêwîstiya me bi danasîneke rast hebû ji bo em jî vê têgeh û prensîbê di civakê de xurt bikin ji bo wekhevî di navbera herdu zayendan de pêk bê li gorî pênaseya Jinelojî û projeya Netewa Demokratîk.”

Di warê pisporî de mamosteyên jin tên perwerdekirin

Mamoste Xewla Abdulqadir jî got: “Pêdiviya mamosteyên jin bi pisporî û ezmûnan heye bi riya nîqaşên ku di perwerdeyê de werin kirin. Di vê perwerdeyê de me erka li ser milên xwe nas kir ji bo em bi qasî baweriya ku rêveberiya perwerdeyê daye me bikaribin tevbigerin.”

Xewla Abdulqadir berê jî tevli du dewreyên perwerdeyê bûye li serê wê jî wiha got: “Di her perwerdeyê de ez tiştên nû fêr dibim, li gorî tiştên em digrin xwe diguherînin û hewl didin civaka xwe bi riya pêvajoya perwerdeyê ber bi pêş ve bibin.”

‘Peywira mamosteyên li akademiyê mezin e’

Safa Sultan ji herêma Cizîrê ye dibêje: “Rewşa perwerdeyê divê zêdetir bê bipêşxistin. Mamosteyên jin di akademiyê de dixebitin lewre erka mezin dikeve ser milên wan. Ji bo ku ew mamoste jî bikaribin bi vê erkê rabin pêdiviya wan bi perwerde û pêşxistina kesayeta xwe heye.”

‘Bi saya perwerdeyê me şaşîtiyên xwe dît’

Amîna Xelîfa ji bajarê Tabqa ye dibêje: “Avakirina civakeke exlaqî demokratîk erka komîteya perwerdeyê ye, rola akademiyê di avakirina kesayetên me de û naskirina me de mezin e. Ez mamoste bûm lê di demeke nêz de min karê rêveberiyê di komîteya perwerdeyê de kir, ji bo ez pisporiyên xwe yên rêveberiyê zêde bikim ez tevlî vê perwerdeyê bûm, bi saya wê yekê min şaşîtiyên herî zêde em dikevinê dît. Ji bo em bigihîjin asteke baştir Em hewl didin vê rewşê biguherînin û şaşîtiyan derbas bikin.”

Uruba Xelîl ji kantona Şehbayê beşdar bûye, diyar dike ku perwerde di civakeke rastî dagirkirinê tê de gelek girîng e û got: “Em ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tên hedefgirtin, lewre me da pêş çavên xwe em pêvajoya perwerdeyê li kantona Şehbayê bidomînin û nifişeke xwendevan, rewşanbîr têgihîştî ava bikin. Ev jî bêyî pêşxistina asta karê perwerdeyê û hişyarkirina civakê pêk nayê.”

Krîzê bandorê li perwerdeyê jî kir

Rêvebera akademiya mamosteyên jin a li bajarê Reqayê Nûr El-Bohemed girîngiya herêmê ya bi akademiyên taybet ên mamosteyên jin destnîşan kir û got: “Ji ber şert û mercên ku li herêmê ji ber krîza Sûriyeyê rûdane, beşa perwerdeyê herî zêde bi rewşên şer û guhertinên siyasî bi bandor bûye, bi taybetî beşa mamosteyan. Pêwîst bû herêm ji nû ve pergala perwerdeyê pêk bîne rêgeha rast ji mamosteyan de bibîne ji bo nivşên pêşerojê.”

Heya niha 24 dewreyên perwerde

Akademiyê heta niha 24 perwerdeyên girtî li dar xistine ku guhertin di rewşa jinan de hat dîtin, Nûr El-Bohemdean rewşê wiha dinirxîne: “Kesayeta her mamosteyek jin destpêka perwerdeyê heta dawiyê cuda dibe, di destpêkê de zanîna wan giştî bi hemû waneyên dê bibînin e lê di dawiyê de em guhertinê di kesayetên wan de dibînin dema wan waneyan bi pratîkî pêk tînin.”

Perwerdeyên dewlemend tên dayîn

Nûr El-Bohemed a bal kişand dewlemenidya waneyên ku tên dayîn, wiha got: “Waneyên xurtkirina rêveberî tên dayîn ji bo jin bêhtir bikaribin ofîsan û saziyên perwerdeyê bi rê ve bibin, li gel xurtkirina fikrî û rêbazî li gel wan. Her wiha Nûr El-Bohemed balê dikşîne ku li akademiyê jinên ciwan û yên zewicî hene, baxçeyekî zarokan jî li akademiyê hatiye vekirin ji bo rewşa dayikên tevli perwerdeyan dibin baş bibe. Fikra wan belav nebe ji bo zarokên xwe. Lewre dema tevlibûna mamosteyên jin akademiyê çi ciwan dibin an dayik, tu pirsgirêk dernakevin.”