Însyatîfa Genderist ji bo jinan di nav hewildanê de ye

Jinên Aswanê yê Qahireyê di bin çanda eşîrtiyê de zextek giran dijîn. Gelek jinên feminîst ên Misrî bi alîkariya hin saziyan dixwazin xwe bigîhînin jinên Aswanê, yek ji wan saziya jî Însyatîfa Genderist e.

ASMAA FATHI

Qahîre- Aswan parêzgehek girêdayî Misirê ye, li vê parazgehê hebûna jinan di bin çanda eşîrtiyê hatiye tûnekirin. Jinên Aswanê ji ber serweriya pêkhateya eşîrtî rastî gelek zextên civakî tên.

Komek feminîstên Misrî bi riya saziyan an însyatî fên ciwan ên ku mijarên hebûna jinan û şikandina qalibên eşîrtî ji xwe re kirine armanc ku hewildidin rêbazên guhertina rewşa jinan li wir lêkolîn bikin û çareserî peyda bikin. Ajansa bi me endama damezrînera însyatîfa Genderist Nawal Mahmoud re der barê rewşa jinan de hevdîtin pêkanî.

Însyatîfa Genderist li Aswanê karê rojnamegeriya navxweyî taybet dimeşîne, gelo hûn piranî li ser çi xebat didin meşandin?

Însyatîfa Genderist ji bo avakirina rojnamegeriyek navxweyî mijarên jinan û li gorî rêgeza civakî kar dike. Însyatîf hemû bûyeran dişopîne, analîz û document dike û her mijarên di qada diyalogê de têkildarî mafên jinan û binpêkirinên rastî tên lêkolîn dike. Me li ser gelek qeyranan kar kir, di serî de binpêkirinên di encama fikra eşîrtî tê û mijarên mîrasê, destdirêjî û sinetkirina jinan, her wiha me hin mijarên jinan di tevgera civakî û siyasî de ronî kirin.

Li Aswan rewşa jinan ji parêzgehên dîtir cudatir e. Qeyran û şêwazên binpêkirinan dijî jinan çi ne?

Mixabin êşên jinan li parêzgeha Aswan zêdeye û bi nakoke, gelek astengî li pêş serkeftina wan jiyanî hene, di civaka Aswan de eşîrtî serwer e. Jin ji beşdariya jiyana giştî dûrdixin, kêmtirî mêran dibînin û nabe di qadên wek xwendin, malbat, kar hwd ên mêr hene, jin hebin.

Astengiyên jinên başûrê welat ji jinbûna wan tê, heta rengê çermê wan yê reş, ev jî nijadperestiyek diyarker derdixîne holê. Zordarî bi vê ne sînordare di civaka mêrsalarî de jin ji mafê xwe yê mîras û hilbijartina pêdîvîyên xwe bêpar in. Mêr dibînin ku jin mulkiyeta wan ya taybet e, bi kêfa xwe erîşê bedena wan jî dikin. Sinetdikin û di temenê zaroktiyê de zarokên keç bi zorê didin zewcandin.

Di du salên borî de asta tundûtujiyê zêde bû, ev tundî çiqas bandor li ser jinên Aswanê dike?

Tundî li gel me her heye, bi pêlên paytextê tenê bandor nabe ji ber ku jin bê vînin di pença mêrên derdora xwe de jiyan dikin. Tundî bi awayekî zêde li vir heye ji ber ku civak bi urfên eşîrê serwer e, gelek mijar hene bin nave eybê jin naxivin. Her wiha pirsgirêka navendîbûnê jî heye, der barê rêje û bîlançoyên taybet de bi mijarên cuda wek destdirêjiyê nînin.

Rewşa  jinên derdikevin derveyî malbatê kar dikin çawa ye?

Mixabin rewşa jinan bi giştî nebaşe, jinên Sayîdê Misirê jî zêde qeyranan jiyan dikin di serî de urf û adet nahêlin ew biserkevin. Li gel cihêkariya diyar a ku di navbera herdu zayendan de ku piraniya mafên jinan binpêdikin. Jinên Aswan di qalibên civakî û rolên taybet de bi karên malê û xizmeta endamên malbatê  hatiye sînordar kirin.

Têgehek gelekî dijwar heye ku jin ji bo neyên lomandin di bin nave eybê de nabe jin behsa êşên xwe di hundirî malbatê û derve de bikin. Ji bo karê jinan jî ez dikarim mînakê di rojnamegeriyê de bidim, derfetên wan têde nînin, ji ber ku di parêzgehê de cihên ji bo jinan nînin û piraniya rojnameyên li wir derfetan didin mêran em nikarin behsa xurtkirina jinan bikin. Em li başûr ji bo cihên serbixwe peyda bikin û navendîbûnê bişkînin kar dikin.

Li Aswanê astengiyên jinan çi ne?

Gelek dîmen bi însyatîfa Genderist re derbas bûn, wek bûyera mamosteyê zanîngehê yê ku destdirêjî li xwendekarên xwe dikir. Saziyeke başûr azad alîkariya me kir, me karî binpêkirinên wî bi mafê keçan û zarokan ronî bikin, ji ber ku ew kesekî payebilind û xwedî desthilat bû ev jî ne hêsan bû. Her wiha mijara sinetkirina jinan jî beşekî mezin me girîngiya xwe dayê, li gel serxwebûna darayî û cudahîxistina mûçeyên herdu zayendan de, me hewildaye alîkariya jinan bikin ku mafên xwe windayî bidestbixin.

Asteke mezin ji navendîbûnê heye ku gelek komele û însyatîfên ciwan li ser kar dikin. Saziya Başûrê Azad gelek ked ji bo rêlêgirtina tundûtujî û cihêkariya bi mafê jinan daye. Her wiha însyatîfên wek Genderist dixwazin nava Aswanê guhertinek rast di hişyariya jinan de çêbikin.

Li gor nêrînê we di mijara mafê jinan de çareserî çi ne?

Çareseriya herî girîng ku em alîkariya jinan bikin xwe bibînin û mafên xwe nas bikin. Li Aswanê gelek komeleyan ji bo piştgiriya derûnî û zagonî ji jinan re pêşkêş bikin kar dikin. Pêşîlêgirtina navendîbûnê ji ber ku derfetan nade jinên başûr yên herî zêde rewşa wan aloze û xirabtire girîngiyek e. Her wiha ji bo qalib bên şikandin kar li ser guhertina hişmendiya hemwelatiyan û hişyariya wan bi mafên jinan tê kirin. Di vê mijarê de ji bo guhertinê di serî de pêwîstiya esasî rola xwendinê û minhacên heyî û rojnamegeriya navxweyî girîng e. Divê ji bo bandoreke rast çêbikin, li gel karê saziyên jinan, mafnasî û însyatîfên ciwan hemû bi hev re kar bikin.